Dunya Zad: Ji bo Mai El-Telmîssany bû jiyana nû

Nivîskara Misrî Maî El-Telmîssany ku bi romana xwe ya “Dunya Zad” di romana jinên Ereb de xaleke werçerxê afiraniye, balê dikşîne ku nivîsandin rêbaza ji nû ve azadbûnê ye û dengê jinên nivîskar dide bihîstin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Romannûsa Misrî Maî Telmesanî, destnîşan kir ku nivîsandina riya ku ji xwe dest pê dike, azadiya nivîskar ji nû ve diafirîne û bêyî darizandinên civakî qada xweîfadekirinê pêşkêş dike. Maî Telmesanî, diyar kir ku wêrekiya nivîskarên jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hatine bêdengkirin, di wêjeya Ereb de ji bo ji nû ve qezenckirina dengê jinan, gaveke girîng e.

Romana "Danîa Zad", nivîskara Misrî Maî Telmesanî ji nû ve bi jiyanê ve girêdaye û bi taybetî di çarçoveya wêjeya jinan de, di wêjeya Ereb de mîna xaleke werçerxê, tê hesibandin. Ruxmê ku nêzî 30 sal berê hatiye nivîsandin jî berhem hê bala rexnegiran dikşîne û eleqeyek berbiçav dibîne.

Maî Telmesanî, da zanîn ku wê yekem berhema xwe ya edebî ya bi navê “Dunya Zad” di sala 1995’an de nivîsandiye û piştî du salan li Misir û derveyî welat mîna romanek otobiyografîk hatiye çapkirin. Maî Telmesanî, diyar kir ku roman ji formên vegotinê yên wê demê berbelav pir cuda ye û cureya romanê bi qasî ku tê xwestin ji bo çêkirî cih dide.

‘Min biryarda serpêhatiya xwe binivîsînim’

Maî Telmesanî, da zanîn ku roman ji bûyerek ku jiyanê dihejîne derketiye û wiha axivî: “Min biryar da ku tiştên piştî min keça xwe ya ewil “Dania Zad” a mirî ji dayik bû jiyam bînim ziman. Vê demê nivîsandin mîna hewldanek ji bo tomarkirina xemgînî û şîna ku dayikek piştî windakirina zaroka xwe roj bi roj dijî ye. Her wiha nivîsandin li dijî windakirinê berxwedanek e û bi riya nivîsandinê hewldanek ji bo "afirandina zarokek nû" ye.

‘Berhem hê jî bandorek xurt li ser xwînerên jin dike’

Maî Telmesanî diyar kir ku hewl daye tecrubeya xwe ya windakirinê bi aliyên cuda bigre dest û wiha got: “Bi riya vegotineke piralî ya ji windakirina karê qehremanê bigre heta windakirina mala malbatê û windakirina hevalekî xwe yê nêzîk, armanc dike ku êş û xuyangên cuda yên windakirinê ji nêrîna jinek bifikire.”

Romana Maî Telmesanî, li Misrê bala rexnegiran kişandiye û li 8 zimanên Ewropî hatiye wergerandin. Maî Telmesanî, dibêje ku her çendî nêzî 30 sal di ser weşandina wê de derbas bûne jî ew hîs dike "Danîa Zad" her gava ku roman tê behskirin zindî dibe û da zanîn her çend mijara dayiktiyê di nivîsandina afirîner de cihê xwe yê rast nedîtiye jî berhem hê jî bandorek xurt li ser xwînerên jin dike.

Destpêkirina ji xwe

Maî Telmesanî, destnîşan dike ku wê di salên 1990’î de dest bi nivîsandinê kiriye û got: “Vê serdemê şahidiya eleqeyek mezin a otobiyografiyê ya di navbera nivîskarên mêr û jin de kir. Romanên otobiyografîk ên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin, piranî caran bi çavekî şopandin tên xwendin. Tevî ku nivîskar behsa karakter an serpêhatiyên xeyalî dike jî xwîner hewl dide bi riya nivîsê giyan, daxwaz û cîhana xwe ya hundurîn kifş bike.”

Maî Telmesanî, diyar kir di roja îro de nivîskar êdî xwe li pişt karakteran venaşêrin, bi eşkereyî ji xwe re dinivîsînin û ev yek xwîneran bi eşkerebûna vegotinê re rûbirû dihêle. Maî Telmesanî, axaftina xwe wiha domand: “Mînak romannûs Miral el-Tahawî, bal kişand ser kokên xwe yên bedewî, tecrubeyên xwe yên di navbera jiyana gundewarî û bajarî de û serpêhatiyên xwe yên kesane yêm bi herikînên îdeolojîk ên cuda re jiyane. Helbestvan Îman Mursal û Fatma Kandîl jî li ser serpêhatiyên jiyana xwe dinivîsandin. Fatma Kandîl, di pirtûka xwe ya herî dawî ya bi navê "Qefesên Vala" de têkiliya xwe ya bi malbata xwe re digre dest. Li gorî min, nivîsên wiha hewl didin nivîskarên jin ji nû ve bikin navend, derfeta axaftina azad bidin û hewl bidin xwe bi awayekî ku ji darizandinên exlaqî yên civakî, zext û bi taybetî sînorkirinên ku ji aliyê xwîneran ve tên ferzkirin dûr, fam bikin.”

Nivîsandina di çarçoveya koçberiyê de

Jiyana Maî Telmesanî ya di navbera Misir û Kanadayê de, têkiliya wê bi nivîsandinê re li gorî cihê wê guhertiye. Maî Telmesanî, wiha got: “Ger ez koçberî Fransayê bibûma ku ji aliyê çandî ve zêdetir nêzî me ye, têkiliya min a bi mekan re dê li gorî Kanadayê cudatir bûya. Civaka Anglo-Sakson û ciwan a Kanadayê, bandorê li ser tecrubeya min a nivîsandinê kir.”

Maî Telmesanî, da zanîn ku ji ber hejmareke mezin a koçberên li Kanadayê, xwe mîna "biyaniyek di nava biyaniyan de" hîs kiriye lê ji ber ku dîroka welat sedsalan derbas nekiriye û hema hemû kes koçber bûne, asteke diyarkirî ya azadiyê qezen kiriye.

‘Bi qasî ku pêwist e girîngî ji hewldanên min re nayê nîşandan’

Maî Telmesanî, diyar kir ku pirrengiya çandî û sivîl a Kanadayê, di aliyê nivîskariyê de adaptasyona wê hêsan kiriye lê di weşandina xebatên xwe yên akademîk de bi zehmetiyan re rû bi rû maye. Maî Telmesanî, got: “Wan derdoran girîngiya têrkêr nadin hewldanên min ên rewşenbîrî û berjewendiyên wê û ev yek jî dibe sedema marjînalîzekirina hinek raman û hewldanên min.”

Nebûna teqdîrkirina wêjeyê sedema sereke ya vê kêmbûnê ye’

Maî Telmesanî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan dike ku ruxmê civînên nivîskar û rewşenbîrên jin tînin cem hev kêm bin jî xwedî girîngiyek mezin in û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Nebûna teqdîrkirina wêjeyê sedema sereke ya vê kêmbûnê ye. Civînên wiha ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên hevpar, parvekirina raman û ezmûnan û çêkirina berawirdkirinên ku hemû kes sûdê bigrin, qadên pêwist ava dikin. “