Jinên Xiristiyan ên Koye mîrateya xwe ya çandî diparêzin
Di çalakiya ku ji aliyê zanîngeha Koye ve hat li darxistin de, berhemên çandî yên civaka Xiristiyan balê dikşîne. Sadiye Şîaya Marbena ku ji civaka Xiristiyan e destnîşan kir ku armanca wan parastina çanda wan e.
ŞÎA KOYE
Koye – Li bajarokê Koye yê girêdayî Başurê Kurdistanê jî dîrokê ve Xiristiyanî, Yahudî û Misilman jî di nav de ji gelek baweriyên cûda yên civakê bi hev re dijiyan. Yahudî bi aksasurên ku dîzayn dikirin bi nav û deng bûn, civaka Xiristiyan jî hê zêdetir berê xwe dane çêkirina amûran. Herçend weke mîrasa çandî amûrên xwe parastibin jî, êdî amûran çênakin. Li bajar civaka Yahudî tune ye, lê belê Xiristiyan û Misilman bi hev re jiyana xwe berdewam dikin. Li bajarê ku 150 malên Xiristiyan lê hene, civaka Xiristiyan ji bo parastina çanda xwe beşdarî gelek çalakiyan dibin.
Bi armanca parastina mîrateya çandî berhemên ku ji hiriya pez û bizinana çêdikin bi riya neslên nû digihînin pêşerojê, di çalakiya ku li zanînageha Koye hatî li darxistin de berhemên ku hatin çêkirin hatin pêşandan.
Hedefa wan parastina çanda wan e
Ji civaka Xiristiyan Sadiye Şîaya Marbena diyar kir ku bavê wê di demê kevin de bi çinîn û boyaxkirina pembû amur û aksesuarên cûda çêdikir û wiha got: “Ji bo çalakiya li zanîngehê me cardin amadekirine. Armanca me ew e ku em mîrasa xwe ya çandî bi parêzin. Civaka Xiristiyan û Misilman bi hev re jiyan dikin. Di navbera wan de tu ferq nîne. Piranî mirovên ku ji dûr tên li mala me dimînin, ji me re penîr û tiştên cûda dianîn. Ew ji bo taştê nan amade dikirin, em ji li gel wan radibûn û me bi hev re xwarin dixwar. Xwezî em vegeriyana wan rojan. Wê demê jiyan gelek xweş bû. Bavê min heta sala 1998’an gelek bi nav û deng bû.”
Mamostaya Xanînîşîn Leyla Numan rojên borî bi xeribî bi bir anî û anî ziman ku amadekirina berhemên çandî gelek zehmet e, lê belê bi keyf û heskirin çêdikin.