Jinên Kurd bi berhemên xwe beşdarî pêşangeha li Tehranê bûn

Bi boneya şeva Yelda berhemên dest ên ji aliyê jinan ve hatine çêkirin li mala Heft Dest a li Tehranê di navbera rojên 12-13’ê Kanunê de hatin pêşandan. Pêşangeh ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek baş hat.

EMÎNE SULTAN

Tehran - Bi boneya şeva Yelda berhemên dest ên ku ji aliyê jinan ve hatin çêkirin bi armanca nîşandana çandî, li mala Heft Dest a li Tehranê pêşangeha hunerên dest hat vekirin. Hejmarek zêde ya jinan ji herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Tahranê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de nexşandina sepete, ecoPrint (çap), kilîm, berhemên aksesuar hatin pêşandin. Pêşangeha ku welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan, di navbera rojên 12-13 kanûnê de hat lidarxistin.

Çapa ekolojîk (ecoprînt), ji aliyê hunermend India Flint ve hatiye dîtin û li ser tekstîl, rêbazek çapa nebatane û bi temamî bi rêbazên xwezayî reng û awa dide. Xwendekara dîzayna tekstîlê ye du sal in Eco print çêdike Mozhgan Ardalan beşdarî pêşangehê bûye wiha got: “Eco prînt, çapek hawirdor ku tê de materyalên xwezayî, mîneral hatine bikaranîn e. Qumaşê wê ji malzemeyên mîneral tê dîzaynkirin, em tînin halê çapê, piştre jî em malzemeyên xwezayî bi kar tînin û girover dikin û dibin bihara zêde de piştî du saetan li ser pelên wê bi hemû demaran çap tê kirin. Êdî ji bo riyeke parastina hawirdorê, qalikê pîvazê, qalikê hinarê, qalikê gûz û raventî em dikarin bi kar bînin.”

‘Bi qasî pêwîst e piştgirî ji hunera me re nayê nîşandan’

Peykertiraş Elham di pêşangehê de hunerên xwe yên kûzik pêşanda û diyar kir ku ji ber kêmaniya piştevaniya madî û sermayeyê, odeyeke xwe veguherandiye qada xebatê û destnîşan kir ku berhemdayîn nîn e û got: “Mînak û modelên her tiştî hene û ez berhemên xwe li ser înternete difroşim. Mirov bi qasî ku pêwîst e piştevaniya vê hunerê nakin. Gelek caran ez bêhêvî bûm. Lê belê ji ber min hemû sermayeya xwe li vî karî xerc kiriye, divê ez ji nû ve dest pê bikim.”