Ji kaxez heta ekranê: Rêwîtiya Lîn Necim a sînemayê

Derhênera Lubnanî Lîn Necim, qala rêwîtiya xwe ya ku ji serpereştiya nivîskariyê ber bi sînemayê ve diçe kir û got: "Di xebatên xwe de hewl didim nasname û pirsgirêkan bibînim. Bîr, xeyalan û rastiyê bi şêwazek taybet li gor xwe dikim yek."

FADIYA CUMAA

Beyrût – Lîn Necim ji wêjeyê heta çêkirina sînemayê, rêwîtiyek keşfê jiyaye. Lîn di vê pêvajoyê de bîr, xeyal û rastiyê bendêr kir. Di her sehneyek de hest û hesta aydiyetê teyîsand. Lubnan û nasnameya jinê bi şêwazek hunerî ya taybet pirsyarî kir.

Di cihê ku afirînerî ji peyvan veguheriye dîmenan de sînema, dibe qadek ku ferd xwe keşif dike û çîrokan bi zimanek dîtbarî yê zindî ji nû ve dikare vebêje. Lîn Necim, li dû nîşane û rasthatinên ku berê wê dan derhêneriyê çû, bi vî awayî dest bi kariyera xwe ya sînemayê kir. Ji xwe re di vê qadê de rêyek nû dît ku tê de bikaribe fikrên xwe û xwesteka xwe ya ji bo çîrokan bîne ziman.

‘Min bi nivîskariyê dest bi kariyera xwe kir’

Rojnamevan û derhêner Lîn Necim derbarê sedema ku berê xwe daye derhêneriyê, bi taybetî jî kurtefîlman de wiha got: “Qet nedifikirîm ku rojek kaxez deynim aliyek û ji bo ekranê binvîsim. Min bi nivîskariyê dest bi kariyera xwe kir, lê her tim bi nîşaneyan û jênegeriya rasthatiniyan bawer bûm.”

‘Digotin heta niha tiştek wiha nehatiye serê me’

Lîn Necim destnîşan kir ku hê ji nivîsên wê yên destpêkê kesên ku xwendine, gotine ku sehneyên zindî û dîmenan dîtine û wiha pê de çû: “Digotin heta niha tiştek wiha nehatiye serê me. Min jî ew hîs jiyan dikir. Gava ku bijartina beşa zanîngehê hat, min nizanibû ka ez şano,  sînema an televîzyonê bixwînim. Dawiyê min sînemayê bijart. Du meh berê min derhêneriya yekem kurtefîlmê xwe 'Ela El-Nar' (Li Ser Agir) kir. Ev fîlm, ji bo mîhrîcanek li Îngîltereyê hat bijartin.” Lîn anî ziman ku hê di qonaxa ceribandinê de ye û ragihand ku li ser yekem belgefîlmê xwe dixebite. Lîn Necim wiha got: “Li gor nêrîna min çêkirina kurtefîlm, naşibe tu tiştek din. Bi vegotinên kin û tije çîrokan vebêjim, sadekirinê fêr bibim, ev zewqek bêhempa ye.”

Sînema, Nasname û Pirs

Lîn Necim diyar kir ku nasnameya xwe ya Lubnanî an jî jin nikaribû ji derveyî nivîsê bi tiştek din bîne ziman û wiha pê de çû: “Ji bo min gavê herî girîng ê di çêkirina fîlm de, nivîsandina  senaryoyek baş a ku we nîşan dide ye. Helbest her tim di nivîsarên min de cîh digre. Sehneyên ku dema helbest dinvîsim li ber çavê min zindî bûne, îro jî li dû min tên. Li wir mezin bûm, min hemû dinyayê li wir nas kir. Em tu car nikarin ji nasnameya xwe qut bibin.  Dema em bixwazin fîlmek bêalî, ji van axan feyz negirtiye çêkin jî. Di fîlmên min de gelek helbest û pirs hene. Ev avahiya pirrengî ya Lubnanê, berê min dide çêkirina fîlman. Ne ji ber ku wî baş fêm dikim, berovajî wê, hewl didim fêm bikim.”

Fîlmên min ji pirsê çêdibin û bersivê jî di nav xwe de dihewînin

Lîn Necim li ser pirsa “Tu mijarên fîlmên xwe ji bîrê, ji jiyana rojane an ji xeyalê digrî?” bersivek wiha da: “Li gor min, cesareta min a benderkirina bi bîr, jiyana rojane, xeyal û her wiha dixwazim tiştek din jî lê zêde bikim: bi pirsê re, heye. Fîlmên min ji vir çêdibin. Gava ku dest bi fikirandina fikrek dikim, çi bê bîra min gazî dikim; hemû tiştên ku nekarî ji heq bêm der. Mînak gava min fîlmê 'Ela El-Nar' dinvîsî û dikşand, ji pirseke ku di dema şer de min bi tu awayî nekarî bibersivînim, bi rê ketim. Yên ku tevî mirin û bombebaranê terka mala xwe nadin, çi difikirin? Min bersiva vê pirsê, di ser karaktera sereke ya fîlm Şadiya de da. Raniya Marwa vê rolê girt ser xwe. Fîlmên min ji pirsê çêdibin û bersivê jî di nav xwe de dihewînin.”

Sînema: Afirîneriya digel sînoran

Lîn Necim diyar kir ku her çiqas fikra kamerayek bê sînor û bê sansur xweş bê guhê mirovan jî, bi rastî mirov acis dike. Lîn da zanîn ku yên fîlmên mezin çêdikirin bi piranî xwedî vê luksê nebûne û wiha dom kir: “Sînema; bi tevî tengasî, guherîna zû û rekabeta xwe, her ku sînor teng dibin, ji bo çêbûna fîlmên azad derfetan dide. Her tim dibêjim: Dixwazim di sînemaya Lubnanê de rêçek ku dê guhertinê çêke, bihêlim. Em nifşek wisa ne ku hewl dide nasnameyek nû ya nifşên din dê nikaribin pêşkêş bikin, ava bike. Em di demeke bi lez de dijîn û ev tengasî me zêdetir guherîner dike. Ji ber ku em hîn bûne bi yê zor re bijîn. Sînemaya Lubnanê hewceyî mirovên ku xwestek û qabîliyetê mezin dikin e.”

Rêwîtiya hunerî

Di dawiya gotûbêjê de em dibînin ku gava ji kameraya Lîn Necim tê nihêrtin sînema; pirseke aşkera ya derbarê war, mirov û jinan de ye. Jin li derveyê vê pirsê nînin, tam li navenda wê ne. Wek kirdeyek ku hem ava dike hem jî pirsyarî dike. Di navbera ziman û dîmenê de nasnameya Lubnanê daneyek sabît nîne, pêvajoyek ku her tim xwe ji nû ve ava dike ye.