Hîlala Zêrîn ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê strî
Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnera Jinê, ji bo bîranîna nemir û berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê stranek amade kirin.
Navenda Nûçeyan – Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnera Jinê, bi hunera xwe piştgirî dan berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û stranek amade kirin.
Stran ji aliyê Xwezan Harûn û Feride Rapo ve hatin gotin. Klîba stranê jî ji NûJinhayê Maysa El Ebbas çêkir.
Endamên Navenda Hîlala Zêrîn derbarê stranê de ev agahî dan: “Ev stran di şexsê fermandarê Asayîşa Hundirîn Ziyad Heleb ê li Helebê şehîd bû de, diyariyî şehîd û berxwedêrên taxa Şêx Meqsud û Eşrefiyê ku di çepera çeteyên hûkûmeta Şamê û çeteyên dewleta tirk de bi lehengiyek li ber xwe dane, hat kirin.”
Di strana ku navê wê ‘Du Tax’ e de wiha hat gotin:
Du tax, du bax mûrweriya Helebê,
Dibiriqe xeleka ji agirê
Bû can bu stran hembêza berxwedêran
Bû jan ket ser dil û çavê wan dagirkeran
Şaxên zeytûn in vebûn li sînga taxa me
Libên wê gulê ne lê dide, bi hezar tol lê heye
Tû wê binkevî bêdengî ji te natirsin
Emê pejna xwe lê kin
Bikin qîr da ku jîn bikin.
Wey lê hey lê de hayê
Hûn ê çawa bigirin li ser kefa destê min
bêhna axa min ê lê?
Hûnê çawa ji roniya çavê min
bibin lewendiya destê keç û xortên xaka min ê lê?
Ewê keleha Helebê rakin seba xatira Dimdimê û Cizîrê
Wê morîkên sorgulî deynin eniya ber
û newalê bost bi bost bixemlînin lê
Wê darên zeytûnê bigrin, bikevin dîlan û halanê.