Komeleya Buzûr berxwedana jinên Filistînê belge dike

Komeleya Şanoya Buzûr ji bo jinên Filistînê cihêkî bi ewle peyda dike ku bi hunerê êşên xwe vegerînin, ji travmayê derbas bibin û hêza xwe ji nû ve bibînin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Şanoya Buzûr a Çand û Huneran, di sê salên şerê li Filistînê de bi rêya şanoyê piştgiriya derûnî ji jinan re pêşkêş kiriye. Komeleyê çîrokên jinan veguherandiye şanoyan û di dawiyê de fîlmeke belgeyî ya bi navê 'Jinên bê fîlter' çêkiriye da ku êş û serpêhatiyên wan bi hunerê tomar bike.

‘Şano ji bo piştevaniya derûnî û civakî bûye amûrek girîng’

Nivîskar, derhêner û rêvebera komeleyê Wîsam El-Dêrawî diyar kir ku berî şer, şano tenê çalakiyeke hunerî bû û wiha domand: “Lê îro bûye amûreke girîng ji bo piştgiriya derûnî û civakî. Huner êdî ne xweşiyeke zêde ye, her wiha rêyek ji bo derbirîna êş, kêmkirina bandorên travmayê û famkirina jiyanê ye.”

Komeleyê bi riya danişînên derûnî xwe gihandiye çîrokên jinan

Wîsam El-Dêrawî ragihand ku komeleyê şanoyê ji salona kevneşopî derxistiye û ew diguhezîne cihên ku jin lê dijîn, bi taybetî navçeyên koçberiyê û navbera konan. Wîsam wiha got: “Armanc ew e ku jin derfet bibînin çîrokên xwe bêjin û hestên xwe derxin derve. Komeleyê bi rêya danişînên derûnî û çalakiyên şanoyê gelek çîrokên derbarê koçberî, birçîbûn, windahî û bîranînên şer de afirandiye. Jin di van çalakiyan de serpêhatiyên xwe parve dikin û bi hev re piştgiriyê didin hev.”

Li gorî Wîsam El-Dêrawî danişînên piştgiriya derûnî encamên baş dane. Wîsam da zanîn ku jin carna digirîn, carna dikenin û henekên xwe parve dikirin. Wîsam da zanîn ev yek nîşan dide ku wan dest bi derbirîna hestên xwe kiriye.

Xebatên wan hê berî şer dest pê kiriye

Komeleya Buzûr berî şer jî bi jinên ku wesleyên wan hatine jêkirin, bi rêya terapiya hunerî xebitîbû. Komeleyê teknîkên cuda yên şanoyê, muzîk, stranên gelêrî yên Filistînî û çîrokbêjiyê bikar anîn da ku tenduristiya derûnî ya jinan baştir bike.

Filmê 'Jin bê fîltir'

Piştî şer, Wîsam El-Dêrawî bi hevkariya derhênera Filistînî Menal Berakat filmê belgeyî yê 'Jinên  bê fîlter' çêkir. Fîlm serpêhatiyên jinên Xezayê di şer, koçberî, birçîbûn, tirs û windahiyan de vedibêje. Armanc ew e ku cîhan bibîne jinên Xezayê bihêz in û dikarin tevî hemû zehmetiyan ji nû ve jiyanê ava bikin, lê ev nayê wê wateyê ku ew divê her tim di van şertan de bijîn.

Hewlên peydakirina cihek bi ewle yê ji bo jinan

Fîlm li gelek deverên navçeyên navendî yên Xezeyê hate nîşandan û bi taybetî ji liyê jinan ve pêşwaziya baş girt. Komele dê her wiha cihêkî nû bi navê 'Bi hev re li kêleka gel' li bajarê Dêr El-Belah veke da ku cihêkî bi ewle ji bo huner û civînên jinan peyda bike.

Zehmetiyên ku komele pê re rûbirû dimîne

Lê komele bi kêmbûna budce, nebûna saloneke şanoyê û kêmbûna amûran re rûbirû ye. Her wiha xebatkarên wê di bin zextên derûnî de dixebitin. Ji ber ku ew jî wekî jinên ku piştgiriyê didin wan, di nav heman şertên zehmet de dijîn.