Rezana Suweydayî mîrasa Esmehanê vedijîne

Jina ciwan Rezan El-Cexamî di navbera xwendin û muzîkê de hevsengiyê çêdike û ji mîrasa Esmehanê îlhamê digre da ku reseniya tûrbe vejîne.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi mîraseke dewlemend di warê stranbêjî û muzîkê de hat naskirin û navên diyar pêşkêşî qada hunerî kir, ji Esmehan û Ferîd El-Etreş bigre heta Fehed Blan û Dawûd Rizwan, li gel dengên din ên ku şopa xwe di bîra stranbêjiyê de hiştine. Weke berdewamiya vî mîrasî, jêhatiyên ciwan li bajêr riya xwe ya hunerî didomînin û ji tûrbe ya resen îlhamê digrin. Di ezmûnên ku di navbera xwendin û muzîkê de çêdibin û têkiliya nifşên nû bi mîrasa wan a hunerî re diparêzin.

Ji mala Esmehanê ya li Suweydayê ku heta niha şahidiyek e li ser beşekî ji dîroka wê, çîrok dirêj dibe ber bi malbatek hunerî ya nûjen ve ku ji çar zarokan pêk tê ku di navbera xwendin, stranbêjî û lêdana amûran de dicivin. Di nava wan de Rezan El-Cexamî derdikeve pêş ku xwendekara pola 12'an a zanistî ye dengê wê balê dikşîne û gelek kes wî bi dengê Esmehanê dişibînin.

Malbateke ku jiyanê di navbera zanist û hunerê de dibore

Mamosteya zimanê Îngilîzî ya teqawîd Kunuz El-Helebî, li gel rêça xwe ya pîşeyî, hunerî jiyana malbata wê şopand, ji ber ku çar zarokên wê di jîngehekî hezkirî ji muzîk û stranbêjiyê re mezin bûn û piştgirî dîtin ji bo pêşxistina jêhatiyên xwe.

Kunuz El-Helebî dibêje ku keça wê ya mezin li gel xwendina xwe li orgê dide, di demeke ku keça wê ya din ku beşa turîzmê derçûye, di navbera stranbêjî û lêdana rîtmê û kemanê de dicive. Ji aliyê din ve, kurê wê ku xwendekarê sala şeşan e li Fakulteya bijîşkî, di lêdana li ûd de pîşeyî ye û xwediyê dengekî taybet e. Di dema ku Rezan xwendina xwe di bakaloreya zanistî de didomîne, bi stranbêjî û lêdana kemanê re pîşeya xwe jî didomîne.

'Piştgiriya malbatê û jîngeha hunerî bû sedema pêşxistina jêhatiyên zarokên min'

Kunuz El-Helebî tekez dike ku zarokên wê bal kişandin ser hevsengiya di navbera xwendin û hunerê de û eleqeya wan a bi muzîkê re ne li ser hesabê serkeftina wan a zanistî bûye. Diyar dike ku wan dikaribûne herdu waran bi hev re bidin ber hev, bi piştgiriya malbatê û eleqeya wê bi jêhatiyên wan re ji zaroktiyê ve. Kunuz diyar kir ku jêhatiya muzîkî di jiyana wê bi xwe de jî amade bûye, ji ber ku ew ji stranbêjiyê hez dike û beşdarî boneyên malbatî û civakî dibe. Ev yek bû sedema dabînkirina jîngeheke hunerî ji bo zarokên xwe ku ew teşwîq kirin ji bo dîtina meylên xwe û pêşxistina wan.

Kunuz El-Helebî destnîşan dike ku zarokên wê jêhatiyên xwe di temenekî zû de nîşan dan, ji ber vê malbatê bal kişand ser arastekirina wan ber bi amûrên muzîkê yên guncav ve û teşwîqkirina wan ji bo rahênanê û beşdarbûnê di çalakiyên hunerî de. Kunuz bal kişand ser girîngiya rahênana pispor di paqijkirina jêhatiyê û pêşxistina şiyanên dengî û muzîkî de.

Kunuz El-Helebî destnîşan kir ku rahênanê alîkariya zarokên wê kiriye ku bi gelek rengên muzîkî û stranbêjên mezin re werin naskirin. Her wiha behsa serpêhatiya keça xwe Rezan a di pênc saliya xwe de kir, dema ku bêyî rahênana pêşwext li ser dikê stranek got û desthilatdariyeke berbiçav nîşan da.

Dengek ku ji tûrbe ya resen îlhamê digre

Rezan El-Cexamî rêwîtiya xwe ya hunerî ji zaroktiyê bi stranên zarokan û kartonan dest pê kir, paşê berê xwe da stranên tûrbe ya resen û mîrasî. Rezan di şeşsaliya xwe de bi piştgiriya malbata xwe dest bi gotina stranên Feyrûzê kir û ji ber ku dengê wê dişibiya yê Esmehanê, wê rahênanên xwe zêde kirin da ku bi şêwaza xwe ya taybet û bêyî teqlîdkirinê pêşve bibe.

Ji stranbêjiya malbatî ber bi Koralê Tala ve

Ezmûna Rezan El-Cexamî ne tenê di nava malbatê de ma, ew bi tevlîbûna wê ya beriya sal û nîvekî bo Koralê Tala û bi riya bernameyên rasterast, dengê wê ji aliyê gelek şopîneran ve hat naskirin ku wan dişiband dengê Esmehanê. Ev tevlîbûn bû alîkar ku Rezan rahênanên xwe de bidomîne, ligel ku ew niha xwendina xwe ya bakaloreya zanistî, lêdana kemanê û hobiyên xwe yên wek wênesaziyê didomîne. Di dawiyê de Rezan bang li keçên xwedî jêhatî dike ku jêhatiyên xwe paşguh nekin û hevsengiyê di navbera xwendin û hunerê de çêbikin.