Hîlala Zêrîn ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê strî

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnera Jinê, ji bo bîranîna nemir û berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê stranek amade kirin.

Navenda Nûçeyan – Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnera Jinê, bi hunera xwe piştgirî dan berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û stranek amade kirin.

Stran ji aliyê Xwezan Harûn û Feride Rapo ve hatin gotin. Klîba stranê jî ji NûJinhayê Maysa El Ebbas çêkir.

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn derbarê stranê de ev agahî dan: “Ev stran di şexsê fermandarê Asayîşa Hundirîn Ziyad Heleb ê li Helebê şehîd bû de, diyariyî şehîd û berxwedêrên taxa Şêx Meqsud û Eşrefiyê ku di çepera çeteyên hûkûmeta Şamê û çeteyên dewleta tirk de bi lehengiyek li ber xwe dane, hat kirin.”

Di strana ku navê wê ‘Du Tax’ e de wiha hat gotin:

Du tax, du bax mûrweriya Helebê, 

Dibiriqe xeleka ji agirê 

Bû can bu stran hembêza berxwedêran

Bû jan ket ser dil û çavê wan dagirkeran

‎Şaxên zeytûn in vebûn li sînga taxa me

‎Libên wê gulê ne lê dide, bi hezar tol lê heye

‎Tû wê binkevî bêdengî  ji te natirsin

‎Emê pejna xwe lê kin 

‎Bikin qîr da ku jîn bikin.

‎Wey lê hey lê de hayê 

‎Hûn ê çawa bigirin li ser kefa destê min

bêhna axa min ê lê? 

‎Hûnê çawa ji roniya çavê min

bibin lewendiya destê keç û xortên xaka min ê lê? 

‎Ewê keleha Helebê rakin seba xatira Dimdimê û Cizîrê

Wê morîkên sorgulî deynin eniya ber

û newalê bost bi bost bixemlînin lê 

‎Wê darên zeytûnê bigrin, bikevin dîlan û halanê.