Dunyaya Iraqî bi firçeya hunerî îsbat dike ku hewes qet naqede

Piştî kariyereke dirêj di endezyariya petrolê de, Dunya El-Şamma biryar da ku vegere hewesa xwe ya berê ya wênesazî û muzîkê da ku îsbat bike afirînerî ne girêdayî temen e û azwerî dikare ji nû ve were vejandin.

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Endezyar Dunya El-Şemma wêneyekî zindî yê jinên Iraqî û mînakek berbiçav a biryardarî û afirîneriyê temsîl dike; ji ber ku ew dikaribû tevî dijwarî, şert û mercan, hebûna xwe di warên curbecur ên jiyanê de îsbat bike û zehmetiyan veguherîne derfetên serkeftinê.

Dunya di her qonaxa jiyanê de xwe ji nû ve kifş kir. Piştî kariyereke di endezyariya petrolê de, Dunya El-Şamma biryar da ku vegere hewesa xwe ya kevin a ji bo wênesazî û muzîkê da ku piştrast bike azwerî ne girêdayî temen e û afirînerî dikare ji nû ve zindî bibe her gava ku îrade hebe.

Ji endezyariyê bigre heta hunerê rêwîtiyek ji hewesa paşxistî

Piştî teqawidbûnê endezyar Dunya El-Şamma ku di endezyariya petrolê de dixebitî û xwedî behreya xêzkirinê bû, xwe ji bo pêşxistina vê behreyê û pratîzekirina hobiya xwe ya bijare ji zarokatiyê ve terxan kir. Ew dibêje: "Piştî teqawidbûnê, hewl didim dema xwe di tiştekî kêrhatî de veberhênim û behreya xwe di xêzkirin û muzîkê de bi pêş bixim."

Dunya El-Şamma destnîşan dike ku xwendina wê ya destpêkê ji hêla malbata wê ve ji bo endezyariyê hat hilbijartin, ew ji ber eleqeya xwe ya bi matematîk û endezyariyê re li dijî wê derneket. Wê xwendina xwe domandiye û di kariyera xwe ya pîşeyî de serkeftin bi dest xistiye, di heman demê de dema xwe ya vala jî ji bo beşdarbûna qursên xêzkirin û muzîkê bi kar anî.

Dunya El-Şamma nîşan dide ku di salên 1970’yan de eleqeyek mezin ji bo çand û hunerê çêbûye, ji ber ku qursên hunerî yên wênesazî, peykersazî û muzîkê bi riya saziyên Wezareta Çand û Agahdariyê bêpere hatine pêşkêşkirin, ji bilî qursên din ên ku di saziyên pispor de hatine tomarkirin.

Dunya diyar dike ku piştî zewacê ji ber berpirsiyariyên malbatî û kar, kariyera wê ya hunerî hatiye rawestandin, beriya ku di sala 2018’an de piştî teqawidbûnê dîsa vegere û dibêje: "Min ji bo veberhênana dema xwe ya vala tiştek ji xêzkirinê çêtir nedît."

Wênesazî stargeheke psîkolojîk e û çêjê dide moral bilind dike

Dunya El-Şamma piştrast dike ku wênesazî di şert û mercên herî dijwar de jê re bûye heval û wiha didomîne: "Heta dema ku ez westiyayî yan nexweş bim jî wênesazî şîfa ye ji bo min û ji aliyê derûnî ve min rehet dike. Ez ji hunermendên navneteweyî yên weke Van Gogh û Leonardo da Vîncî bi bandor bûm. Di heman demê de li ser asta herêmî ji mamosteyên xwe yên hunerî yên di akademiyê de bi bandor bûm. Jixwe min ji wan qurs û dersên taybet yên wênesaziyê girtibû.”

Der barê girîngiya hunerê di civakê de, Dunya El-Şamma da zanîn ku huner ji ber bandora wê ya rasterast li ser derûniya hunermend çêj dide û moral bilind dike. Ji ber ku ew alîkariya wî dike ji nû ve binirxîne, şaşiyên xwe kifş bike û ji bo rastkirina wan bixebite. Her wiha nirxên hevkariyê û têkiliya erênî bi yên din re, bi taybetî di dema xwendina akademîk de, bi pêş dixe.

Dunya der barê ezmûna xwe ya şexsî de dibêje ku di serdanên xwe yên ji bo malên sêwî û navendan de, wê ji berpirsiyaran xwestiye destûrê bidin hefteyê rojek zarokan fêrî xêzkirinê bike, bi armanca entegrekirina wan di nava civakê de û pêşxistina kesayetiyên wan. Dunya destnîşan kir ku ezmûn serkeftî bûye û têkiliyeke erênî bi dest xistiye, ji ber ku gelek ji wan di xêzkirinê de jêhatîbûneke hunerî ya zelal nîşan dane.

Piştgiriya malbatê kevirê bingehîn e

Dunya El-Şemma tekez kir ku piştgiriya malbatê bingeha avakirina nifşan e, ji ber ku ew ji zarokatiyê ve dibe alîkar bibin xwedî nirx û reftar. Dunya destnîşan kir ku jin dikarin bi serkeftî berpirsyariyên malê û kar di heman demê de hevseng bikin. Her wiha bawer dike ku jin bingeha civakê ne û dayikê wek stûna sereke di perwerde û avakirina karakter de dibîne.

Dunya El-Şamma dide zanîn ku malbata wê bi desteka xwe bûye alîkar ku hemû zoriyan derbas bike û got ku hevjînê wê piştgirê wê yê yekem bûye, dûre keça wê ji ber dilsozî û spasdariyê piştgirî daye wê û girîngiya rêxistinkirina demê û veqetandina cih ji bo pêşketina xwe bi riya xwendin û fêrbûnê tekez dike û dibêje: "Pirtûk hevalê herî baş e."

Ji bo bidestxistina armancan temenekî diyarkirî tune ye

Yek ji mezintirîn zehmetiyên ku ew pê re rûbirû ma, fêrbûna nota muzîkê bû. Tevî ku çend qursên muzîkê girtibû jî, wê hîs kir ku ew têrê nake bi rêkûpêk fêrî wê bibe. Dunya El-Şamma destnîşan kir ku girtina dersan li akademiyê sûdmend bû, ji ber ku ew dihêle nota muzîkê fêr bibe û hewl bide lê bixe. Wê tekez kir ku ew zehmetiyek kesane bûye, bi biryardariyek mezin girtiye ser xwe û got: "Ez bi biryar bûm ku fêrî muzîk û lêxistina amûran bibim."

Dunya El-Şamma bawer dike ku ji bo bidestxistina armancan sînorê temen tune ye, teşwîq dike ku derfetan bigrin û nehêlin kar an berpirsiyarî jiyan û pêşketina xwe asteng bikin û zêde kir ku xwebawerî, berxwedan û berdewamî, mifteyên serkeftinê ne.

Dunya destnîşan kir ku piştî 43 salan, vegeriya fêrbûna wênesazî û muzîkê, zehmetî û hincetên têkildarî westandin an berpirsiyariyan derbas kiriye.

Daxwaza pêşxistina xebatên xwe dike

Der barê planên xwe yên pêşerojê de jî got ku dixwaze jêhatiniyên xwe yên xêzkirinê bi pêş bixe û wan ji kopîkirina wêneyan veguherîne berhemên ji xeyala wê. Her wiha da zanîn ku ew dixwaze beşdarî pêşangehên hunerî bibe da ku ramanên din fêr bibe û ji rexneyên avaker sûdê bigre. Her wiha dixwaze ezmûna xwe ya di xêzkirinê de bi hevkariya saziyên pispor veguhezîne sêwî û komên paşgukirî, bi armanca belavkirina sûdê li ser asteke berfireh.

Piştevaniya jinan a ji bo hev girîng e

Dunya El-Şamma axaftina xwe bi tekezkirina girîngiya piştgiriya jinan ji bo jinan bi dawî kir û tekez kir ku ev piştgirî divê ji dil û can û avaker be û got: ”Divê ku li ser bingeha teşwîq û rêzgirtinê be, dûrî biçûkxistina şiyanên yên din an bêhêvîkirina biryardariya wan be lê belê bi awayekî erênî û guncav be ku alîkariya bidestxistina armancan bike.”