Sitiya Nexşa klîba helbesta Rêber Abdullah Ocalan kişand

Sitiya Nexşa helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û klîbek ji bo helbestê amade kir.

 Şengal – Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hunerî de deng da helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratik de nivisîbû û klîbek jê re amade kir. Klîb, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat weşandin.

Helbesta bi navê “Asîmanê Azada ji aliyê endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîb li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîbê de cih digrin endamên koma zarokan a Hêviyên Şengalê ne.

“Tiştekı̂ ku her dem tînim bı̂ra xwe heye;

Ez biçim gundê xwe,

Bi azad ez ê li ewran binêrim

Li hemû riyên ku di zarokatiyê de tê de meşiyame

Bi meşeke azadiyê ya xweşik bersiv bidim.

Li hemû çemên ku dadiketimê

Li wan zeviyên ku min bêhna wean digirt hêj bi azad binêrim bêhn bikim

Û kelecana dinyayê bidimê

Ewqas em têdikoşin ya!

Di dawı̂ de nêrı̂neke azad

Ruhekı̂ azad, wateyeke hûr û kûr

Gerdûnê û ası̂man fêm dikim

Ma ji vê hêjatir çi heye?

Bêhna axê digrim,

Ma ji vê hêjatir çi ye?

Û pêwendiyên bi ı̂nsanan re

Ma ji vê bi kelecantir çi heye?

Û lı̂stokên min dilı̂stin

Li wan çeman, li wan giran

Jinûve dı̂dariya bi zarokan re

Çiqas kelecanê dide?

Û dı̂dariyên azad ên bi jinan re

Vaye tam ji wê dı̂rokê ve

Tişta xwedawend aniye ziman

Bedela vê têkoşı̂nê nêrîna bi azad a li cîhanê ye.”

Rêber Abdullah Ocala