Amed xwe amade dike ku nasname û hebûna xwe bi hunerê re bike yek

Şanogerên Kurd xwe amade dikin ku di festîvala 18’ê Nîsanê de bi hezkiriyên huner, ziman û çandê re werin ba hev. Şanoger dê careke din li cihên ku bi keda xwe ava kiribûn, bi çûyîna qeyûman piştî 8 salan derbikevin ser dikê.

MEDÎNE MAMEDOGU

Amed- Bi hevkariya Şanoya bajarê Amedê, îsal wê 9’emîn festîvala şanoya Amedê di 18’ê Nîsanê de dest pê bike. Festîvala ku bi dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” dest pê bike, wê heta 27’ê Nîsanê berdewam bike. Lîstikvan dê îsal li qadên girêdayî şaredariyê derbikevin ser dikê. Di aliyê hunerê de, di aliyê xwebûn û cih de hîseke weke vegera mala xwe ye. Di festîvalê de di zimanê Tirkî, Kurdî û zaravayên Soranî, Kurmanckî û di heman demê de 4 lîstikên jinan hene.

Vekirina festîvalê wê li qesra Îskender Paşa ya dîrokî ya li Sûrê pêk were. Piştre wê lîstikên şanoyê li cihên dîrokî yên Sûrê,  Çanda Amed û Navenda Kongreyê derbikevin ser dikê. Ji derveyî lîstikên şanoyê di festîvalê de semîner jî hene, lîstikvanên şanoyê piştî 8 salan cara yekem wê li navendên şaredariyê derbikevin ser dikê.

Derbarê festîvalê de me bi lîstikvana şanoya bajarê Amedê Berfîn Emektar re hevdîtin kir, behsa xebatên xwe ji ajansa me re kir.

‘4 lîstikên jinanû, bi ziman û zaravayan lîstikên şanoyê hene’

Berfîn Emektar destpêkê der barê bernameyê de agahî da û wiha got: “Festîvala me ya îsal, weke  beriya qeyûm em ê cihên şaredariyê bi kar bînin. Li vî bajarê qadên hunerê yên girêdayî gel, naverokên bi ziman û çanda vî gelî bi bernameyek bi hêz em ê bi hezkiriyên hunerê re bên ba hev. Di festîvala me de 18 lîstik hene. Ji van 10 ji wan bi kurmancî, 3 ji wan bi soranî, yek jê dimilkî û 5 jî bi zimanê Tirkî hene. Di nava van lîstikan de 4 jê lîstikên jinan in. Ji bo vê jî heyecana me duqat e. Hem di aliyê naverokê de hem jî di aliyê hunerî de berfireh e. Em bi heyecan li benda pêvajoya ku van lîstikan derbixin pêşberî gel in. Çandeke şano û temaşevanên cidî yên şanoyê li vî bajarî heye.”   

Em bi pirzimanî û pirçandiyê vegera nasnameyê esas digrin’

Berfî Emektar diyar kir ku bi dirûşma ku hilbijartine piştî qeyûm di pêvajoya ku berdewam kir de rewşa têkoşîna şanoya Kurd û da zanîn ku tevî hemû zext û astengiyan şanoya Kurd bi temaşevanên xwe yên şanoyê re mezin bûye. Berfîn Emektar destnîşan kir ku bi taybetî bal kişandine ser zimanê dayikê û çandê di bernameyên ku çêkirine de wê ji polîtîkayên ku qeyûm didin meşandin re bibêjin ‘na’ û wiha got: “Ji ber qeyûman, çend sal bûn me cihên xwe bi kar nedianîn. Bi vê festîvalê li Sûrê li navenda kongreyê em ê gelek şanoyan derbixin ser dikê. Careke din li Dêra Surp Giragos wê lîstikek me derbikeve ser dikê. Wê ev ji bo me bibe gaveke girîng ji bo Amed vegere nasnameya pirzimanî û çandî. Ermen jî ji avakerên vî bajarî ne, lîstika ku li vê derê derbikeve ser dikê wê ji bo me bibe ceribandineke baş. Ev festîvale ji bo me pir girîng e. Bi dirûşma ‘Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe’ em careke din heyecana derketina qadan dijîn.”

‘Em ji ber derketina pêşberî temaşevanan bi heyecan in’

Berfîn Emektar bi bîr xist ku armanc dikin xwe bigihîjînin bi hezaran beşdarên, di festîvala ku ji gelek bajaran komên şanoyê beşdar bibin û bal kişand ku gel ev 8 sal in ew bi tenê nehiştine, di 18’ê Nîsanê de bi kelecan li bendê ne. Berfîn Emektar destnîşan kir ku bajar wê di pêvajoya festîvalê de wê ji huner û çandê têr bibe û got: “Sûdeke mezin a gelê Amedê ji bo qonaxa şanoya Kurdî çêbû. Gel bi taybetî piştî qeyûman piştgiriya me kir. Kevneşopiyeke şanoya ku bi hev re mezin dike, bi hev re fêr dike û bi hev re bi pêş dikeve heye. Di vê festîvalê de em ê kêfxweşiya van lîstikên xwe derbixin pêşberî gel. Ev bajar di vê pêvajoyê de ez dikarim bibêjim wê ji zimanê dayikê têr bibe. Ev pêvajoyek vegera me ya hebûna me û mala me ye. Ez dikarim bibêjim wê gel coş û bandora vê yekê hîs bike. Di pêvajoya festîvalê de wê bajar bi çand û hunerê bixemile. Di vê mijarê de me ji daxwazên temaşevanan cuda bernameyek çênekiriye.”

Di festîvalê de ekîbên şanoyê yên ji bajarên Kurdistanê, Kerkûk, Dihok, Urmiye û Seqizê bi lîstikên xwe derkevin ser dikê. Lîstikên ku di bernameya festîvalê ya ku wê bi lîstikên Dîka Nû û Şermola Performans bê vekirin de cih digrin wiha ne:

“Buka Lekî (Şermola Performans), Afet & Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Duhok), Efsaneya Hespên Azad (Urmiye), Kabîl û Habîl (Koma Ritiûel), Odip (Koma Ronya –Seqiz) , Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînur (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D'arce ya din (Şanoya Bajarê Amed), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajarê Amed), Şanoya Qerebalix (Lêkolînên Şanoya Fîzîkî), Bernarda (Projeya Şanoyê No 2), Înfaz (Şaneşîn Performansa), Otopsî (Civata Şanoya Siyê), Gomîdas (Şanoya Rêwî).”