Tîma fûtbolê ya jinên Iraqê: Di navbera zehmetiyên civakî û hêviyên kûpaya Asyayê de

Lîstikvanên jin ên futbolê li Iraqê ligel astengiyên civakî û darayî bi biryardarî berdewam dikin; ew ji bo pêşveçûn û nûnertiya navneteweyî daxwaza piştgiriya sazî û medyayê dikin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Futbolîstên jin ên Iraqî ku ji bo tîm û klûbên neteweyî dilîzin, diyar kirin ku motîvasyona wan a herî mezin di şopandina kariyerên xwe yên werzîşî de hewes û biryardariya wan ji bo futbolê ye. Her wiha tekez kirin ku pêdivî bi piştgiriya sazî û medyayê ya zêde ji bo pêşxistina futbola jinan heye. Lîstikvanan diyar kirin ku piştgiriya jêhatîbûnê, berfirehkirina beşdarbûnê û afirandina hawîrdorek guncaw ku werzîşvanên jin bikaribin serkeftinê bi dest bixin, ji bo pêşxistina werzîşên jinan li Iraqê pir girîng in.

Lîstikvanên ji tîm û klûbên neteweyî yên Iraqê ezmûnên xwe bi ajansa me re parve kirin. Li ser destpêkên xwe, astengiyên ku pê re rûbirû mane û hêviyên xwe ji bo pêşxistina fûtbola jinan û temsîlkirina Iraqê bi rûmet di pêşbirkên navneteweyî de nîqaş kirin.

Biyardarî serkeftinê diafirîne

Lîstikvana tîma neteweyî Xufran Sedîq Mehdî piştrast kir ku hewesa wê ya ji bo futbolê ji dema zarokatiyê ve dest pê kiriye û wiha anî ziman: “Malbata min, nemaze bavê min, roleke girîng di pêşxistina jêhatîbûna min de lîstin. Bavê min dixwest piştgiriyê bide min û bi min re ji bo perwerdeyê dihat klûban. Ev yek beşdarî pêşxistina jêhatîbûnên min bû heya ku ez bûm yek ji lîstikvanên di tîma neteweyî ya jinan a Iraqê de.”

Xufran di berdewamiya axaftina xwe de rave dike ku xwendina wê li Koleja Perwerdeya Fîzîkî û Zanistên Werzîşê û dûre xwendina wê ya doktorayê di perwerdeya fîzîkî de, girêdana wê bi futbolê kêm nekir; berevajî vê, wan biryardariya wê ya ji bo baştirkirina performansa xwe ya werzîşî zêde kir. Xuran wiha got: “Evîna wê ji bo lîstikê motîvasyona herî mezin di kariyera wê de bû. Destpêka wê bi tîmên ji rêveberiyên perwerdeyê re bû, beriya ku nûnertiya klûbên El-Hudûd, El-Quwa El-Cawiye û El-Zewra’a bike, di dawiyê de gihîşt tîma neteweyî û xewna xwe ya lixwekirina forma neteweyî pêk anî.”

Astengiyên civakî û piştgiriya sînordar

Xufran Mehdî bawer dike ku astengiya herî girîng a ku pê re rûbirû maye, nêrîna civakî ya kevneşopî ya jinên ku futbolê dilîzin bû wiha pê de çû: “Hinek kes hê jî bawer dikin ku ji bo jinan werzîş qadeke ne guncav e. Lê belê jinên Iraqî serkeftin û jêhatîbûna xwe di warên curbecur de, di nav de werzîş jî îsbat kirine û biryardarî û destkeftî dikarin vê wêneyê stereotîpîk biguherînin. Piştgiriya darayî û îdarî ya qels ji bo lîstikvanan pirsgirêkek mezin çêdike. Nebûna fînansmanê bandorê li ser berdewamiya perwerdehiyê û pêşketina jêhatiyên teknîkî dike, ji bilî sînordarkirina derfetên ku ji bo lîstikvanan hene kariyerên xwe yên werzîşî bidomînin.”

Xufran Mehdî rave dike ku lîstikvan niha li Akademiya Jinan a Bint El-Iraq perwerde dibin, akademî perwerdeya belaş ji bo lîstikvanên tîma neteweyî peyda dike, ji ber ku kampên perwerdeyê yên tîma neteweyî bi maçên lîgê ve sînordar in. Girîng e ku Wezareta Ciwan û Werzîşê, Komeleya Futbolê ya Iraqê û Komîteya Olîmpiyatê ya Neteweyî ya Iraqê piştgiriya saziyên werzîşê bikin.”

Bangek ji bo xwedîkirina hobiyan

Neba’a Emmar Elî, lîstikvanek ji tîma neteweyî ya ciwanan, tîma Rêveberiya Perwerdeya Yekem a El-Rusafa û berê endamê Klûba Keçên Bexdayê bû, tekez dike ku fûtbola jinan hewceyê baldariyek mezintir ji civak û rayedarên werzîşê ye. Wiha banga xwe tîne ziman: “Em bang li keçên jêhatî dikin ku beşdarî Akademiya Jinan a Bint El-Iraq bibin, ji bo kifşkirin, pêşxistin û amadekirina hobiya ji bo gihîştina tîmên neteweyî.”

Hêviyên Asyayî

Cennat Ebdul-Emîr ku berê nûnertiya Klûba Keçên Bexdayê û Rêveberiya Perwerdeya El-Rusafa û El-Karx dikir, destnîşan dike ku tîma neteweyî ya ciwanan amadekariyê dike ku beşdarî Kûpaya Asyayê bibe, ji ber ku bi Malezya, Sûriye û Hindistanê re ketiye komekê.

Ew hêviya xwe ji bo encamên erênî yên ku pêşveçûna fûtbola jinan a Iraqê nîşan didin, piştrast dike ku lîstikvan xwedî armanc û îradeya pêşkêşkirina performansên hêja yên werzîşên Iraqê ne. Ew her wiha bang li rayedarên hikûmet û werzîşê dike ku piştgiriya xwe ji bo fûtbola jinan zêde bikin. Diyar dike ku veguhestina qels a medyayê rê li ber lîstikvanan digre ku destkeftiyên xwe nîşan bidin û belavbûna lîstikê di nav keç û malbatên Iraqî de sînordar dike.

Golparêzek xwedî armancên bilind

Golparêz Lema El-Cassêm piştrast dike ku Akademiya Bint El-Iraq yek ji navendên perwerdeyê yên herî berbiçav e ku pisporê fûtbola jinan li Bexdayê ye wiha tîne ziman: “Perwerde li wir di tevahiya hefteyê de berdewam dike û hawirdorek guncav ji bo pêşxistina jêhatiyên lîstikvanên tîma neteweyî peyda dike. Rêwîtiya min a bi futbolê re di dema dibistana navîn de dest pê kir, li wir min tîmên ji rêveberiyên perwerdeyê yên Bexdayê temsîl kir û bi tîma xwe re di tûrnûvayên Al-Rusafa de gelek sernav bi dest xistin.”

Gulprêz Lema destnîşan dike ku bavê wê di destpêkê de li dijî lîstina wê ya futbolê bûye lê îsrar û biryardariya wê hiştiye ku helwesta xwe biguherîne û wiha domand: “Ew bû yek ji piştgirên min ên herî mezin, bi min re dihat perwerdeyê û pêşveçûna min a werzîşî dişopand. Rastiya futbola jinan li Iraqê li gorî salên berê pêşketinek berbiçav dîtiye, nemza ku ji kêmbûna tûrnûvayan û teşwîqên qels êş kişandibû.”

Di dawiyê de tîne ziman ku komîteya Jinan a di Komeleya Futbolê ya Iraqê de, derfetên mezintir dane lîstikvanên jin ku beşdarî turnuva û lîgan bibin û kariyerên xwe yên werzîşî bi bawerî û azweriyê bidomînin.