‘Teşhîskirina zû ya penceşêra memikan jinan diparêze’

Koordînatora Tibî ya Heyva Sor a Kurd Zehra Ehmed, bal kişand ser girîngiya zêdekirina hişyariya jinan a der barê penceşêra memikan û girîngiya teşhîskirina zû de, bang li jinan kir ku ji bo memikan kontrolên îko û mamografiyê bikin.

NEXEM ÇAÇAN 

Qamişlo – Di salên dawî de penceşêra memikan, di nava jinan de bûye yek ji nexweşiyên herî berbiçav û teşhîskirina zû ya vê nexweşiyê di parastina tenduristiya jinan û kêmkirina metirsiyên wê de roleke girîng dilîze. Lewma bilindkirina asta hişmendiyê, zêdekirina agahdariya jinan a li ser nîşane û faktorên metirsiyê û teşwîqkirina kontrolên tenduristî yên demkî, ji gavên bingehîn ên pêşîlêgirtinê ne. 

Di vê çarçoveyê de Koordînatora Tibî ya Heyva Sor a Kurd Zehra Ehmed, têkildarî asta hişmendiya jinan a der barê penceşêra memikan, rêbazên pêşîlêgirtinê û girîngiya keşfkirina zû ya vê nexweşiyê de ji ajansa me re axivî. 

Zehra Ehmed, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya nasîn û teşhîskirina zû ya penceşêra memikan û got: “Dema jin di memikên xwe de guhertinek bibînin, pêwîst e di demeke zû de serdana bijîşkan bikin. Ev yek ji bo teşxîskirina zû ya penceşêra memikan û zêdekirina derfetên dermankirinê girîng e.” 

Zehra Ehmed, diyar kir ku di van demên dawî de asta hişyariya jinan a li ser penceşêra memikan zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev pêşketin jî ji ber broşurên hişyariyê û semînerên agahdarkirinê ye. Her wiha jin zêdetir serdana bijîşkan dikin û ji bo kontrolkirina memikên xwe Îko û mamografiyê dikşînin.” 

‘Divê jin di dema kontrolkirina memikên xwe de baldar bin’ 

Zehra Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nîşaneyên destpêkê yên penceşêra memikan ku divê jin baldar bin û got: “Gelek nîşane hene ku divê jin di dema kontrolkirina memikan de balê bikşînin ser. Nîşaneyên herî girîng hebûna girêkek di memikan de, guhertina rengê çermê memikan ya mîna renge porteqalê, derketina şilavê ji memikan û vekişîna serê memikan e. Divê di rewşên wiha de jin serdana bijîşkan bikin.” 

‘Pêwîst e jin serdana bijîşkan bikin’ 

Zehra Ehmed, der barê gavên pêşîlêgirtinê yên ku jin ji bo parastina tenduristiya xwe de divê bavêjin û li ser rêjeya kontrolên tenduristiyê de jî nirxandinên xwe wiha domand: “Piştî ku heyza mehane ya jinê bi dawî dibe, jin dikare kontrola memikan ji xwe re çêbike. Ger di memikan de nîşaneyek an jî guhertinek were dîtin, pêwîst e jin serdana bijîşk bike. Di destpêkê de bijîşk kontrola Îko dike û ger pêwîst bike mamografî  dikşîne.” 

‘Ez bang li hemû jinan dikim ku serdana Heyva Sor bikin’ 

Zehra Ehmed, bang li hemû jinan kir ku serdana Heyva Sor bikin û ji bo memikên xwe kontrolên Îko û mamografiyê çêbikin, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heyva Sor, di çarçoveya meha Pembeyî de gelek broşurên hişyariyê amade kir û belav kir. Her wiha klînîkên gerok li derdora Qamişloyê digerin û ji bo jinan semînerên hişyariyê didin. Daxwaza min ew e ku her jin di vê mehê de serdana Heyva Sor bike û ji bo memikên xwe kontrola Îko û mamografiyê bike.”