Jinên Efgan hem li dijî qedexeya Talîbanê him jî li dijî zexta aborî têdikoşin

Tevî biryara Talîbanê ya girtina kuaforên jinan, lêkolîna qadê yên li Kabulê eşkere dike ku hinek salon bi bertîldayîna Polîsên Exlaq re, xebatên xwe didomînin. Ev rewş, nakokiya berbiçav a di navbera zordarî û berjewendiyên taybet de nîşan dide.

BAHARAN LEHÎB

Kabul - Bi vegera Talîbanê ya li ser desthilatdariyê re, li Efganistanê deriyên jiyana civakî û aborî ya jinan yek bi yek tên girtin. Di nava qedexeyên hatine danîn de, biryara girtina kuaforên jinan derbeyek rasterast a li debara bi hezaran jinan da. Jinên ku bi salan û ezmûnên xwe ji bo fêrbûna vê pîşeyê û damezrandina karsaziyên serbixwe xerc kiribûn, ji nişkê ve xwe bi deriyên girtî û pêşerojeke nediyar re rûbirû dîtin.

Zextên li ser jinên kuafor

Ji bo gelek jinan, kuaforî ji pîşeyek sade pir zêdetir bû. Van salonan beşdarî aboriya malbatê bûn, serxwebûna darayî pêşkêşî jinan kirin û derfetên hînkirin û piştgiriya jinên din peyda kir. Bi girtina salonan re, xebat derbasî odeyên paş ên malan bû. Hinek jin neçar man pîşeya xwe bi dizî bidomînin û pîşeyên din ên wekî terzîtiyê wekî hincet bikar tînin. Lê belê ev nepenî xeterên cidî digre. Jinên kuafor û xerîdarên wan ên ji aliyê hêzên Talîbanê ve di dema xebatê de tên girtin, bi xetera binçavkirin, girtinê re rûbirû ne û tenê bi dayîna cezayê pere yan jî kefaletê tên berdan.

Li Kabulê kuaforên jin bi dayîna bertîlê karê xwe didomînin

Tevî vê yekê jî li Kabulê nakokiyek berbiçav tê jiyîn. Dema ku piraniya jinan di nava tirs û bi dizî dixebitin, hinek kuafor li bazar û deverên niştecihbûnê bi eşkereyî û berfireh dixebitin. Tê diyarkirin ku ger xwediyên salonan bên girtin, piştî çend demjimêran tên berdan. Ev rewş, der barê têkiliyên îmtiyazî, têkiliyên veşartî û muameleya bijartî ya jinan de bû sedema gelek pirsan.

Ji bo dîtina bersivên van pirsan, em çûn kuaforeke ku di nava komplekseke niştecihbûnê ya li yek ji taxên qerebalix û nisbeten bilind ên Kabulê de dixebitî. Dema ku me li derî da, bêyî dudilî yan jî pirsek derî vebû. Li hundir, atmosferek zindî hebû. Li hundir çend xerîdar rûniştibûn û karmend jî bi aramî karê xwe berdewam dikirin.

Em ji bo bêdengbûna salonê, nêzî nîv saet sekînin. Piştî ku xerîdarê dawîn çû, em ji bo ku fêr bibin çawa dikarin xebatên xwe bi awayekî eşkere didomînin, nêzî rêvebera salonê bûn. Rêvebera salonê bi kêfxweşî daxwaza me ya ji bo hevpeyvînê qebûl kir.

Bi bertîl azadiya kar

Rêvebera kuaforiyê Şahgul Nur, bi van gotinan raboriya xwe ya pîşeyî anî ziman: “Ez deh sal in kuaforiyê dikim. Di vê demê de ji bilî perwerdekirina şagirdan, hewl didim jinan li ba xwe bixebitînim ku serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin.”

Dema ku me jê pirsî ka salon di bin şert û mercên heyî de çawa bi awayekî vekirî dixebite û helwesta erkdarên Polîsên Exlaq çi ye, hinek bi dudilî bersiv da û got: “Ji ber ku dahata min zêdetir e, ez her meh pereyan didim erkdarên Polîsên Exlaq ji bo ku min lêpirsîn nekin.”

Vegotinên Şahgul Nur, eşkere dikin ku şiyana salonê ya berdewamiya xebatê ne tenê bi hejmara xerîdaran û dahatê ve girêdayî ye, di heman demê de bi pereyên ku ji erkdaran re tên kirin re jî girêdayî ye.

‘Ol ji bo tepeserkirina jinan wekî maskek tê bikaranîn’

Şahgul Nur, keniya û wiha gotinên xwe domand: “Ew dibêjin ku bertîlan nagirin lê ji bo mîqdarek biçûk a pereyan, ola ku ew îdia dikin diparêzin ji bîr dikin. Ez bawer dikim ku ol ji bo tepeserkirina jinan, tenê wekî maskeyek tê bikaranîn. Gelek kuafor di avahiya berê de dixebitîn û beşek girîng a xerîdaran ji malbatên endamên Talîbanê bi xwe bûn.”

Şahgul Nur, bal kişand ser nakokiyên di pratîkên Talîbanê de û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di helwesta Talîbanê de nakokiyek heye ku em di jiyana xwe ya rojane de pê re rûbirû dimînin. Li aliyekî vê ew sînorkirinên fermî li ser çalakiyên jinan ferz dikin û li aliyê din ve jî di berdêla pereyan de çavên xwe ji karê me digrin.”

Jinên Efgan, ji bo parastina rol û hebûna xwe ya di civakê de, bi dayîna pereyan û xistina xeterê ya jiyana xwe, têdikoşin. Di civakeke ku feraseta mêr serdest û tundrew de ye, ev hewldan bi serê xwe tê wateya berxwedanek.