Li Qamişloyê semînera ji bo hişyariya penceşêra memikan
Beşdarên semînera ku li Qamişloyê ji bo meha hişyariya penceşêra memikê (Meha Pembe) hat dayîn bûn, destnîşan kirin ku teşhîsa zû ji bo dermankirinê pir girîng e û banga “bi awayek periyodîk herin kontrolê” li jinan kirin.
Qamişlo – Di Meha Cotmehê ku wek meha hişyariya penceşêra memikan (Meha Pembe) tê zanîn de, li ser girîngiya hişyarkirina civakê, teşwîqkirina jinan ji bo kontrolên tenduristiyê û teşhîskirina zû ya vê nexweşiyê, çalakî tên lidarxistin. Teşhîskirina zû dikare derfetên dermankirinê zêde bike, di heman demê de belavkirina agahiyên rast û hişyarî roleke girîng di parastina tenduristiya memikên jinan de dilîze.
Di vê çarçoveyê de Saziya Jina Azad li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, li ser girîngiya hişyarkirina penceşêra memikan semînerek da. Semîner li navenda Saziya Jina Azad a li taxa El-Hilêliyê, bi beşdariya bi dehan jinan hate dayîn.
‘Divê jin zêdetir kontrolên tenduristiyê bi rêkûpêk bikin’
Di semînerê de Endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Saziya Jina Azad Şehnaz Yûsif bal kişand ser girîngiya hişyarkirin û agahdarkirina jinan a derbarê penceşêra memikê de û wiha got: “Penceşêra memikê nexweşiyeke ku dikare hem jin hem jî mêr bike hedef. Girîngiya van semînerên hişyariyê ew e ku jin ji destpêkê ve nîşanên vê nexweşiyê nas bikin û guhertinên di memikan de çêdibin bibîne. Divê jin zêdetir li ser tenduristiya xwe bisekinin, kontrolên tenduristiyê bi rêkûpêk bikin û di rewşa dîtina her guhertinekê de serdana bijîşkan bikin. Ji ber keşfkirina zû ya penceşêra memikan dikare derfetên dermankirinê zêde bike û bibe sedema encamên baştir. Em dixwazin bi rêya van semîneran asta hişyariya jinan bilind bikin û di heman demê de jinan teşwîq bikin ku girîngiyê bidin parastina tenduristiya xwe.”
‘Dema penceşêr tê gotin di nava civakê de tirs û fikar çêdibin’
Endama Rêveberiya Tenduristiya Zayînê Nisrîn Hesen balkişand ser girîngiya kontrolkirin û keşifkirina zû ya penceşêra memikan û wiha got: “Keşifkirina zû hêviyeke mezin a ji bo dermankirinê ye. Her çiqas nexweşî di qonaxên destpêkê de bê keşifkirin, ewqas derfetên dermankirinê zêdetir dibin. Dema navê penceşêrê tê gotin di nava civakê de tirs û fikar çêdibin. Lê pêwîst e em ji tirsê zêdetir girîngiyê bidin parastina tenduristiya xwe. Ji ber vê, divê jin bi awayek berdewam serdana bijîşkan bikin, kontrolên tenduristiyê pêk bînin û ji bo keşifkirina zû gavên cidî bavêjin.”
Dest bi kampanyayên hişyarkirinê dikin
Endama Komîteya Tenduristiyê ya Saziya Jina Azad Melîka Hesaf, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku kampanyayên hişyarkirinê û semînerên tenduristiyê her sal di meha Cotmehê de tên lidarxistin. Melîka Hesaf got ku: “Her sal di meha Cotmehê de, derbarê penceşêra memikan de em dest bi kampanyayên hişyarkirinê dikin. Di vê çarçoveyê de, em li bajar û gundan semînerên hişyarkirinê didin jin û malbatan, da ku asta zanîn û hişyariya civakê li ser vê nexweşiyê zêde bibe. Armanca sereke ya van kampanya û semîneran ew e ku jin li ser tenduristiya bedena xwe baldar bin û nîşanên destpêkê yên penceşêra memikan nas bikin. Ji ber keşfkirina zû ya nexweşiyê derfetên başbûnê zêde dike.”
‘Divê jin bi berdewamî serdema bijîşkan bikin’
Beşdara bi navê Îlham Şikir bal kişand ser girîngiya semîneran û wiha got: “Girîngiya van semîneran ew e ku jin di qonaxên destpêkê de nîşanên penceşêra memikan nas bikin û zû gavên pêwîst bavêjin. Ji ber vê, jin pêwîst e netirsin, berovajî wê, bi hêz û bawerî bin, bala xwe bidin tenduristiya xwe û guhertinên ku di bedenê wan de çêdibin, bi berdewamî serdana bijîşkan bikin.”