Li Îranê jin şerm dikin herin bijîşk û bi penceşêra memikan dereng dihesin

Şermezariya sepandî, baweriyên baviksalar û nebûna zanînê ya derbarê penceşêra memikan de, rê li ber gelek jinên li Kirmaşanê digre ku bighîjin teşhîsa zû û di wextê xwe de serî li xizmetên bijîşkî bidin.

SARA POURXEZARÎ

Kirmaşan– Tevî kampanyayên berfireh ên hişyarkirinê yên der barê penceşêra memikê de, hêj gelek jin derbarê vê nexweşiyê de xwedî agahiyên têrker nînin. Li Îranê, her sal nêzî 20 hezar nexweşên nû tên teşhîskirin û nêzî 7 hezar kes ji ber vê nexweşiyê dimirin. Bi gotineke din, her 30 deqîqeyan carek bûyereke nû tê tomarkirin û her 90 deqeyan carek jinek ji ber vê nexweşiyê dimire.

Teşhîsa dereng a nexweşiyê, yek ji pirsgirêkên sereke ye. Ji ber ku gelek jin tenê dema ku penceşêr bipêş dikeve, serî li bijîşk didin. Her wiha rastiya ku li Îranê temenê destpêkirina penceşêra memikê nêzî 10 salan ji navîniya cîhanî kêmtir e, girîngiya krîtîk a çalakiyên hişyarkirinê û kontrolên bijîşkî yên birêkûpêk zêde dike.

‘Jin pir dereng serî li nexweşxaneyan didin’

Çalakvana mafên jinan Parya F ya li Kirmaşanê, diyar dike tevî ku li bajêr di salên dawî de gelek kampanyayên hişyarkirinê hatine lidarxistin jî, gelek jin hê jî vê nexweşiyê cidî nagrin. Parya F, da zanîn yek ji faktorên herî girîng a vê rewşê, nêzîkatiya malbatan a li dijî tenduristiya jinan e û diyar kir gelek jinên li malê, nikarin lêçûnên kontrolên bijîşkî û muayeneyên salane bidin û gelek ji wan jî ji aliyê malbatên xwe ve nayên destekkirin. Parya F, wiha got: “Di encamê de nîşanên destpêkê pir caran tên paşguhkirin û malbat tenê dema ku rewşa nexweş giran dibe, dikevin nava tevgerê. Jin piranî caran dema tedawîkirin an kontrolkirina nexweşiyê pir zehmet dibe, serî li nexweşxaneyê didin.”

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên sala 2021–2022’an, li Kirmaşanê her sal zêdetirê hezar jin bi penceşêra memikê diketin. Lê belê di salên dawî de der barê hejmara bûyerên li vê parêzgehê de tu daneyên fermî yên piştrastkirî nehatin weşandin. Tevî nebûna daneyên nû, lêkolînên salên borî nîşan didin ku li gorî hejmara jinên li Kirmaşanê, rêjeya pêketina bi penceşêra memikê zêde dibe.

Li hemberî vê zêdebûnê, çalakiyên hişyarkirin û perwerdekirina jinan têrker nîne. Bi taybetî gelek jinên ku li taxên derdora Kirmaşanê dijîn, derbarê nîşanên nexweşiyê, rêbazên teşhîsa zû û girîngiya kontrolên birêkûpêk de xwedî agahiyên bingehîn jî nînin.

‘Gelek jin derbarê penceşêra memikê de ne xwedî tu zanînê ne’

Neda H, ya her sal li taxên derdora Kirmaşanê de xebatên hişyarkirinê yên derbarê penceşêra memikê de dimeşîne, balê dikişîne ser vê kêmasiyê: “Tîmên me li taxên wekî Dere Derîj, Sadîkiye, Anahîta, Karnacî û Nukanê de kurdeleyên pembe û broşurên agahdariyê yên derbarê nexweşiyê de belav dikin. Em hewl didin di van xebatan de jinan derbarê nîşanên destpêkê yên nexweşiyê û rêbazên teşhîsa zû de agahdar bikin. Ji ber ku beşeke mezin ên jinên li van deveran dijîn, derbarê penceşêra memikê de ne xwedî tu zanînê ne. Dema em peyva penceşêr bi memikê re bikar tînin,  hinek jin ji ber hesta şermê ya li ser wan hatiye ferzkirin, red dikin ku li me guhdarî bikin.”

Neda H, da zanîn ev bertek ne tenê nebûna zanîn, her wiha tabûyên kûr ên der barê bedena jinê û hesta şermê ya ku bi salan e li ser jinan hatine ferzkirin de nîşan dide û wiha pê de çû: “Ev astengî rê li ber jinan digre ku nîşanên nexweşiyê nas bikin û serî li bijîşk bidin. Ji ber vê hesta şermê û nebûna agahiyê, gelek jin ji bo kontrolkirina nîşanên destpêkê tu gavê navêjin, tenê dema ku nexweşî pêş dikeve û dermankirin zehmet dibe, serî li bijîşk didin.”

‘Divê jin memikên xwe kontrol bikin’

Neda H, axaftina xwe wiha domand: “Yek ji rêbazên bingehîn a ji bo teşhîskirina zû ya penceşêra memikê, kontrolkirina memikan a bi destan e, ango jin bi xwe pêsîrên xwe kontrol dikin ka girêkên hişk hene an na. Tê pêşniyarkirin ku jin li dora temenê 30 saliyê dest bi van kontrolên birêkûpêk bikin. Jineke ku min di vî warî de perwerde kir, ji min re behsa bûyerekê kir. Got ku dema li malê hewl dida memikên xwe kontrol bike, birayê wê ew dîtiye. Birayê wê bi hêrs qîr kiriye û gotiye ku ka çima tiştekî wiha dike û gotiye ev yek gelek şerm e.”

Ev serpêhatî nîşan dide ku gelek jin, dema ku mêrên malbatê li derdorê bin, ne azad in ku mafê xwe yê  kontrolkirina bedana xwe bi kar bînin an jî ji bo parastina tenduristiya xwe gavan bavêjin. Ji ber zextên çandî û şerma ku li ser jinan tê ferzkirin, heta kiryarên herî hêsan ên ku jin ji bo parastina tenduristiya xwe dikin jî di nava malbatê de bi guman, biçûkxistin an jî bi qedexekirina rasterast re rûbirû dimînin.

‘Hevjinê min çûyîna min a nexweşxaneyê asteng kir’

Ferzane ya beriya 8 salan bi nexweşiya penceşêra memikê ket, bi van gotinan serpêhatiya xwe vegot: “Dema keça min sê salî bû, min dît ku ji memika min şilekeke neasayî tê. Min çend caran ji hevjinê xwe re got, lê ew israr dikir ku ev tiştekî asayî ye. Hevjinê min bi awayekî tund li dijî çûyîna min a cem bijîşk derket û digot ev mesrefeke nehewce ye û jina ku şîrê xwe dide zarokê xwe, nikare bi penceşêra memikê bikeve. Ez bi mehan di nav êş û fikaran de jiyam. Di dawiyê de min hevjinê razî kir û ez biçûm cem bijîşk. Piştî çend testan, derket holê ku ez nexweşa penceşêra memikê me.”

Serpêhatiyên hatine vegotin, nîşan didin ku sedemên pêşveçûna nexweşiyê û encambûna bi mirinê re, ne tenê nexweşî ye. Tabûyên civakî û astengiyên ku ji feraseta baviksalar tên, parastina tenduristiyê an jî bidestxistina agahiyan derbarê rewşên bijîşkî de ji bo jinan zehmet dike. Binavkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê ya wekî tiştekî “şerm” an jî “mesrefeke nehewce” re, rê li ber jinan tê girtin ku mafê xwe yê  tenduristiyê biparêzin.