Li Lîbyayê jin di hilbijartinan de kêm in
Aktîvîstên jin ên Lîbyayî dan zanîn ku hejmara jinan di hilbijartinên li welêt de kêm e û destnîşan kirin ku nebûna hişyariya civakî dibe sedema vê yekê.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Binxazî – Lîbya bi beşdariya kêm a dengdêran re rûbirû ye. Ev paşketin, krîzên aloz nîşan dide ku aliyên çandî, civakî, aborî, zagonî û ewlehiyê bi xwe re ava dike. Tevî qonaxên hişyarkirinê yên berdewam ku welatiyan bi taybetî jinan teşwîq dikin ku qeyd bibin û bi bandor beşdarî hilbijartinan bibin. Qelsiya partiyên siyasî, nebûna vîzyonek û nekarîna raghandina bi bandor, bi raya giştî re derdikevin holê.
Hin çalakvanên siyasî û mafên mirovan ên jin, sedema vê yekê bi rewşa civakî û têgihîştina civakî ya jinan ve girê didin.
Sedema beşdariya kêm çi ye?
Aktîvîst û Seroka Rêxistina Pêşketinê ya "Încez" Wefa El-Şerîf diyar kir ku nebûna hişyariyê dibe sedem ku beşdariya jinan di warê siyasî û hilbijartinan de kêm bibe û wiha got: "Beşdariya jinan di hilbijartinên encumenên şaredariyan de, di vê qonaxê de pir qels e. Ev jî hişyarkirina li ser pêwîstiya beşdariya çalak a jinan hewce dike. Rêjeya beşdariya kêm bi têgihîştinên civakî, çewsandin û tundiya civakî û dîjîtal ve girêdayî ye. Jinên ku di hilbijartinan de biser dikevin jî, ji ber malbata xwe, bi zextên civakî re rûbirû dimînin û neçar dibin ku bav an kesek din li şûna wan kar bikin, beşdarî civînan bibin û biryaran bistînin."
Rêvebera Beşa Karûbarên Jinan a li fermandariya giştî Ayşe El-Burxisî destnîşan kir ku beşdariya jinan a di nav dengdar û namzetan de gelek kêm e. Ayşe diyar kir ku ev jî ji ber nebûna hişmendî û perwerda li ser girîngiya beşdariya jinan a di hilbijartinên şaredariyan de ye.
'Eşîretî û adetên kevnar ên li ser jinan beşdariya wan kêm dikin'
Aktîvîst Lemiya El-Exa jî tekez kir ku jin di qadên perwerde, tendirustî, ewlehî û yên din de bi awayekî çalak beşdar dibin, lê beşdariya siyasî di salên dawî de qels maye. Lemiya El-Exa wiha got: "Navbeynkarî û alîkarî carna dikarin bandorê li beşdariya jinan a di pêvajoya hilbijartinên siyasî de bikin. Di heman demê de xwezaya eşîrî û bandora wê ya li ser jinan jî, dikare beşdariya wan a siyasî qels bike.”
Qeydkirina hilbijêran ji bo qonaxa duyemîn a hilbijartinên encumenên şaredariyan, gihîşt nêzî 560 hezar û 896 hilbijêran. Ji vana 172 hezar û 863 jin in. Ev hejmara li 60 şaredariyên li seranserê Lîbyayê, di nav de bajarên herî mezin ên wekî Trablus, Benxazî, Sebha û Tobruk jî hene ye.
Hêjayî gotinê ye ku qonaxa yekem a hilbijartinên encûmenên şaredariyan li Lîbyayê di Mijdara 2024'an de pêk hat. Li gorî daxuyaniya Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Neteweyî, roja qonaxa duyem a dengdanê ji bo Hezîrana pêş me, hatiye diyarkirin.