‘Ji ber lihevnekirina aliyan kabîneya nû ya hikumeta herêmê nehat avakirin’
Çalakvan Zulfan Xerîb der barê avanekirina kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê de wiha got: “Ji ber lihevnekirina aliyan kabîneya nû ya hikumeta herêmê nehatiye avakirin.”

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina giştî ya dema şeşem a parlamentoya herêma Kurdistanê hat kirin lê belê heta niha parlamenetoya herêma Kurdistanê kabîneya nû ya hikumeta herêmê ava nekiriye. Ev jî bandorê li ser rewşa hemwelatiyên herêmê dike. Her wiha paşketina rûniştina parlamentoya herêma Kurdistanê bûye sedema bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê.
Çalakvan Zulfan Xerîb der barê avanebûna kabîneya nû ya hikumeta herêmê û êrîşên dewleta Tirk û pirsgirêka aştiyê de nirxandin kir.
Zulfan Xerîb wiha behsa paşketina pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistan kir û got: “Demek dirêj di ser hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê û avakirina kabîneya nû re re derbas bûye. Namzedên serkeftî yên aliyan li parlamentoya Kurdistanê sond xwarin lê belê piştî wê parlamentoyê rûniştina xwe li dar nexistiye. Ew jî ji ber li hevnekirina li ser rêvebirina parlamentoyê ye. Pêvajoya hilbijartinê piştî serkeftina partiyên siyasî divê di navbera xwe de li hev bikin da ku peywirên parlamentoyê li ser partiyan werin belavkirin lê belê heta niha partiyên siyasî negihîştine encamekê, ev jî bandorê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê dike. Heta niha partiyên mezin weke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku dîrokek stratejîk heye û beşdarî hikumetê ne, piştî pêvajoya azadiya herêma Kurdistanê di sala 1991’ê de herdu partî YNK û PDK hatin ser desthilatdariyê. Di piranî hilbijartin û pêkanîna hikumetê de li hev dikirin. Her wiha peywirên weke Encûmena Nûneran, Encûmena Wezîran, Encûmena Dadê û encûmenên din li gorî hejmara kursiyên bi dest xistine li hev dikirin û parve dikirin. Hinek aliyên din jî weke aliyên nerazî piştî van herdu partiyan dikaribûn kursiyên parlamentoyê bi dest bixin û her yek ji wan beşdarî rêveberiyê bibe. Lê belê di vê kabîneyê de bi eşkere diyar dibe ku beşek ji aliyên ne razî ku deng bi dest xistine beşdarî kabîneya nû nabin.”
‘Gavên mezin hatine avêtin’
Zulfan Xerîb diyar kir ku civînên YNK û PDK’ê ji bo avakirina kabîneya nû tên lidarxistin û wiha got: “Li gorî nirxandinên sekreterên partiyên YNK û PDK’ê nakokiyên wan tunene di encamdana lihevkirina berbijêran ji bo kursiyên wezîran lê belê li ser hinek prensîp û dirêjbûna desthilatdariyê ji bo herdu herêmên di bin desthilatdariya herdu partiyan de hat parvekirin lihevkirin çênebûye. Gavên mezin hatin avêtin û lihevkirin li ser hinek mijaran çêbû, pêwistiya wan bi danûstandinên din heye. Her wiha serpereştiyarê lijneyê nirxandin li ser wê kir ku lihevkirina di astek nêz de ye. Di axaftinên li bajarê Silêmanî li zanîngeha Emerîkayê de me dît serokê hikumeta herêma Kurdistanê yê bere, bi serokê partiya Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê gotin di demek gelek nêz de em ê li hev bikin û hikumet jî dê di demek nêz de were avakirin û diyarkirin.”
‘Erka sereke ya parlamentoyê ew e ku qanûnan li gorî rewşa civakê sererast bike’
Zulfan Xerîb destnîşan kir ku yek ji erkê sereke yên parlamentoyê ew e ku qanûnê li gorî rewşa civakê sererast bike û wiha got: “Niha ew valahiya li parlamentoya Kurdistanê di dema şeşem de heye, encamên neyênî bi xwe re tîne. Ji ber ku dema parlamento neyê avakirin û kom nebe, nikare guherînê di zagonan de çêbike. Her wiha erkeke din ê sereke yê parlamentoyê derxistina butçeya salê ye. Ev valahiya ku di dema pêncem de hebû di vê demê de jî tu encamek wê tunebû. Lê belê paşketina parlamentoya Kurdistanê ji ber ku hê partiyên siyasî berbiçav ne bi biryar in beşdarî kabîneya nû hikumetê bibin. Ya ku niha derketiye ji derveyî Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê çend partiyên din beşdarî rêveberiyê dibin û daxwaza peywira wezaretan kirine. Bêguman li gorî mafên wan jê re dibêjin ku kursiyên parlamentoyê çend mîsoger kiriye. Her wiha aliyên din jî hene ku nerazî ne û kursiyên zêde bi dest xistine lê belê di ragihandine de beşdarî pêvajoya rêvebirina desthilatdariyê nabin û tenê weke nerazî dimînin, di rûniştinên parlamentoyê de beşdar dibin.”
‘Pirsgirêkên heyî dikarin bi hikûmeta Iraqê re çareser bikin’
Zulfan Xerîb da zanîn ku parlamentoyek çalak bêguman wê li ser çavdêrîkirina hikûmetê bi bandor be û wiha got: “Ew pirsgirêkên ku Herêma Kurdistanê rastî wan tên, dikarin di nava xwe de yek bin û bi hikûmeta Iraqê çareser bikin. Ji ber ku ev demek dirêj e li herêma Kurdistanê pirsgirêka qeyrana darayî û mûçe bi hikumeta navendî re heye. Rast e lijne dema diçin li ser asta bilind li wezareta darayî û li ser navê partiyan diçin. Ez di wê baweriyê de me bi pêkanîna hikumeta nû beşek ji pirsgirêkan wê çareser bibe. Ez di wê hêviyê de me ku di demek nêz de hikumeta nû ya herêmê were avakirin. Madem em herêmek ji hikûmeta federal a Iraqê ne divê hikûmeta Iraqê dengê xwe bilind bike û giliyê dewleta Tirk û dewletên ku destdirêjiya sînor dike û êrîşan pêk tîne bike. Bi avabûna parlamentoya Kurdistanê endamên parlamentoyê dikarin li ser vê mijarê biaxivim û deng kom bikin, pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin ku tê de nerazîbûna xwe diyar kirine. Parlamentoya Kurdistanê dengê gelê Kurd e li başûr, ew jî ji êrîşên li dijî xaka wan nerazî ye.”
‘Bêyî Kurdan aştî pêk nayê û hikûmeta Tirkiyeyê jî vê rastiyê dizane’
Zulfan Xerîb bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha got: “Me dît ku aştî li Bakurê Kurdistanê heye, ji ber bê Kurdan aştî nabe û hikûmeta Tirkiyeyê vê rastiyê dizane. Newroza îsal îsbat kir ku Bakurê Kurdistanê, bi taybetî Amed, her çar aliyên Kurdistanê anî ba hev. Bi dewleta Tirkiyeyê re, em niha gihîştine qonaxek ku divê dewleta Tirk qebûl bike, Kurd li herêmên xwe bi ewle bijîn û dagirkeriyê bisekinîne, ji ber aştî bêyî van mercan nayê bidestxistin.”
‘Rewşa Rojava û Başûr ji hev cuda ye’
Zulfan Xerîb der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wiha axivî: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê ji ya Başûr cuda ye, ji ber ku Kurdan di hilweşîna hikûmeta Beşar Esed de roleke mezin lîstin lê desthilatdarî cuda bû ji ber ku desthilatdariya niha ji desthilatdariya berê cuda ye. Kurd her dem li cihên xwe ne ev guherîn bandorê li herêman nekir. Di hikûmeta Sûriyeyê de nezelalî heye, ji ber ku Sûriye ne hikûmeteke mayînde ye, demkî ye, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nayê naskirin lê hinek dîplomatên wan ên li Dewletên Yekbûyî ji nasnavên dîplomatîk hatine bêparkirin. Rast e ji aliyê hinek welatên Ereb ve hatine pêşwazîkirin her wiha dewleta Tirk jî serokê niha yê Sûriyeyê Ehmed Colanî pêşwazî kir û weke serokê Sûriyeyê dibîne, ev nayê wê wateyê ku hikumeta Sûriyeyê hikumetek serkeftî ye. Divê pêkanîn û şêwaz biguhere, ji ber her hikumeta ku zilm û zordariyê bike dê encamên wê yên xirab hebin û dê gelek şoreşgeran derbixe holê.”
‘Armanca hemû Kurdan aştî û demokrasî ye’
Zulfan Xerîb bi berdewamî wiha got: “Rojavayê Kurdistanê peymanên gelek baş bi hikûmeta Emerîkayê re çêkiriye, ji ber ku Rojava dikaribû li şûna hemû dinyayê DAIŞ’ê têk bibe. Ji ber wê serkeftina Rojava bi taybetî aliyê siyasî xwedî heman hedefe ye. Ji ber wê rewşa Başûrê Kurdistanê û Rojava ji hev cuda ye. Lê belê ew nayê wê wateyê ku armanca Kurdan ji hev cuda ye. Armanca hemû Kurdan aştî û demokrasî ye ji bo parastina gel û xaka xwe.”
‘Parlamenter dengê civakê digihîjînin parlamentoyê’
Zulfan Xerîb da zanîn ku hinek zagon li parlamentoya Iraqê hatine erêkirin, weke guhertina zagona Rewşa Kesane ya li ser zewaca zarokên keçên di bin temenê 18 salî de û wiha got: “Lê belê ji ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê hinek zagon li ser parastina jinan guhertine, ev guhertin bandorek zêde li ser herêma Kurdistanê nake. Ji ber parlamentoya Kurdistanê cihek ji bo guherîna zagonê û diyarkirina hinek zagonên ku roja îro guncaw e. Ji ber dema parlamentoya Kurdistan çalak bû wê bandorê li ser aştiyê bike, dengê xwe bigihîjîne. Her wiha berbijêrin serkeftî jî ku nûnerên gel in divê bikaribin dengê civakê bigihîjînin parlamentoyê.”
‘Welatê ku aştî lê nebe aramî jî lê nîn e’
Zulfan Xerîb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her welatek ku tê de aştî nebe, bêguman dê aramî jî tunebe û rêveberiya welat dê di xeterê de be. Ev jî rasterast wê bandorê li ser parlamentoyê bike. Ji ber ku dema hikûmetek ne serkeftî be divê aliyên siyasî li parlamentoyê li hev bikin û pêşnûmeyên zagonê hebin, ji bo dengê xwe bigihîjînin dinyayê. Ji ber wê divê parlamentoya Kurdistanê û parlamenter serkeftî bin da ku bikaribin bi hikûmeta Iraqê û hikûmetên din re diyalogan çêbikin.”