Xizmên windayan yên hatibûn binçavkirin, hatin berdan

Beriya danişîna doza 46 kesên ku di hefteya 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, xizmên wendayan ên xwestin daxuyanî bidin bi lêdanê hatin binçavkirin. Xizmên wendayan hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Di danişîna doza 46 kesên ku di hefteya 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, xizmên wendayan ên li ber dadgehê kom bûn xwestin daxuyanî bidin. Xizmên wendayan ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin duh hatin berdan.

Wekîlên danişînê şopandin, ji bo der barê rewşa girtiyan de agahiyê bigirin çûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Parêzer Gulseren Yolerî, Efkan Bolaç û Merîç Eyuboglu yên hatin binçavkirin, piştî tesbîtkirina nasnameyan hatin berdan. Hate hînbûn ku kesên din ên hatin binçavkirin birin Qereqola Çaglayanê. Kesên hatin binçavkirin piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Kagithane. Di saetên êvarê de karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan dest pê kir û bi dawî bû. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku dê îro saet 12.00’an li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin.