Li Bînxazî ji bo dayikên astengdar şahî
Rêxistina "Na ji pîrbûnê re" ya ji bo astengdaran li Bîngazî, ji bo dayikên astengdar şahiyek li dar xist.

ÎBTÎSAM EXFÊR
Bînxazî – Rêxistina "Na ji pîrbûnê re" ya ji bo kesên astengdar bi serokatiya Dr. Leyla El-Ewcelî li Bînxazî şahiyek ji bo dayikên astengdar li dar xist. Dr. Leyla El-Ewcelî di şahiyê de bi fermî destpêkirina xebata rêxistinê ragihand. Di şahiyê de ajansa me bi hejmarek dayikên astengdar re hevdîtin pêk anî da ku nêrînên wan derbarê bandora şahiyên bi vî rengî li ser derûniya wan bizanin.
"Şahiyên bi vî rengî moralê me bilind dike"
Fewziya Cibrîl got ku şahiyên bi vî rengî moralê wan bilind dikin û wiha domand: "Dewletê qet alîkariya me nekir. Her tiştê ku ji me re tê kirin ji aliyê xêrxwaza ve ye. Ez spasiya her kesê ku di organîzekirina vê şahiyê de xebitî dikim. Dewlet li me nanêre, kursiya bi teker jî nedan me, min kursiyek teker ji xêrxwazan girt. Dewlet mecbûr e alîkariya kesên astengdar bike."
"Şahiyên bi vî rengî enerjiya me nû dike"
Hemîda El-Mşîtî diyar kir ku şahiyên bi vî rengî girîng in ji ber ku dihêlin ku ew hindekî zextên jiyanê ji bîr bikin û enerjiya wan nû dike û wiha lê zêde kir: "Jinên astengdar pêwîstiya wan bi alîkariya dewletê heye. Divê dewlet di warî aborî de alîkariya dayîkên astengdar bike, ji ber ku dayîkên astengdar ji şert û mercên aborî yên dijwar êşê dikşînin."
"Jinên astengdar di van şahiyan de li hev kom dibin"
Amal Ebd El-Kerîm Abdullah anî ziman ku şahiyên bi vî rengî xweş in ji ber ku tê de jinên astengdar li hev kom dibin û wiha pê de çû: "Ez hemû karên xwe bi xwe dikim û vê yekê weke serkeftinekê dibînim. Jiyana kesên astengdar ji jiyana her jineke asayî cuda nîne."