‘Divê jin xwe di her qadê de bi pêş bixin’

Nivîskar û çalakvan Nîgar Hemed Elî diyar kir ku jin gelek bikêrhatî ne û divê ji xwe bawer bin, bê tirs di qadên hunerî û rewşenbîrî de xwe bi pêş bixin.

DÎVAN SÎHAD

Ranya- Beşdariya jinan a ji bo qadên hunerî û rewşenbîrî her dem hatiye astengkirin. Ji ber fikrê desthilatdariyê û aqilê mêrê kevneperst ew e ku divê jin di malê de bin û ji fikrên jinan ditirsin, her dem li pêşiya jinan bûne asteng. Lê belê jinan vê yekê qebûl nekirin beşdarî hemû qadên xebatan bûn, di nivîs û wêjeyê de jin dikaribûn tabuyan bişkînin. Lê belê dubare bi aqilê kevneperest bi riyên din hewl dan jinan ji karên hunerî dûr bixin. Mînak di fîlm û dramayan de rolên wisa didin jinan ku wêneyek nexweş nîşan bide. Her wiha di reklaman de jî jinan weke amûr nîşan didin. Di aliyê nivîsê de dema jin bi azad fikrên xwe dibêjin bi awayên cuda rastî astengiyan tên.

‘Divê jin ji xwe bawer bin’

Çalakvana Mafên jinan û nivîskar Nîgar Hemed Elî têkildarî pirsgirêka jinan di aliyê rewşenbîrî û azadiya fikir de her wiha astengiyên civakî de wiha got: “Bi rastî jin kêrhatî û bi hêz in. Her jinek dixwaze di aliyekî de bixebite. Di qadên rewşenbîrî, hunerî, sînema,  nivîs û hwd. de hinek mijarên xweşik û hestiyar in. Pirtûkek min a hunerî bi sê zimanan bi Îngilîzî, Erebî û Kurdî heye. Tê de dosya, nivîs, gotar, hevdîtin û ruportaj hene, hem di wan de beşdar bûm û hem jî amade bûm. Jin ger ji xwe bawer bikin û perwerdeyek rast bibînin, dikarin di van qadan de bixebitin. Dema jin ji xwe û qada xwe bawer bin dikarin xizmetê bikin. Huner, nivîs, wêje, pexşan, hunera sînemayê hinek dirama hene, diramayên xweş in û xizmetê ji civakê re dikin. Ez li dijî wê yekê me ku jinan di dramayan de bi kar bînin û weke amûra reklamê nîşan bidin. Jin xwedî hêzeke mezin in, wêrek û xweşik in divê di qada xwe de bixebitin. Bi taybetî di qada nivîs, rewşenbîrî, wêje, pexşanê de. Ev qad bi rastî xizmetê ji civakê re dikin. Ji ber wê ez dubare dikim ger jin bi xwe bawer bin dikarin karê xwe baştir bikin.”

Nîgar Hemed Elî da zanîn ku bandorên ji derve jî çêdibin û got: “Gelek jin berê xwe didin rêbazên ji bo ‘ciwankariyê’ ku ev yek berevajî xweşikbûnê ye ji ber ku mirov bi xwezayî xweşik e. Xweşikbûn ne tenê fizîkî ye. Jin çiqas rewşenbîr û hişyar bin, li ber çavên civakê ewqas xweşik dibin.”

‘Astengî kêm bûne’

Nîgar Hemed Elî wiha got: “Weke rewşenbîr û nivîskar em pirtûkên xwe didin nasîn. Yan jî di pirtûkxaneyan de bi merasîmên hunerî pêşkêş dikin. Çalakî û kombûnên me hene. Sendîkayên rojnamevanên Kurdistanê û nivîskar hene lê li vê derê ji bo kar û barên nivîskaran em dixebitin. Asetngiyên civakî kêm bûne. Azadiya fikir di hemû qadan de zêde bûye. Ji bo jinan jî ger azadiya fikir ji bo xizmeta civakê, xwe, malbat û kesên Kurd be; nabe ku astengî hebe.”

‘Bila jin ji xwe bawer bin’

Nîgar Hemed Elî Di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek jinên kêrhatî hene ez bi wan kêfxweş im bi rastî ew li vê derê dikarin xizmetê bikin. Tu astengî li pêşiya wan tune ye, li vê derê parkek heye ji bo nîşandana berhemên jinan. Jin berhemên xwe nîşan didin. Me firoşgehek vekiriye bi navê firoşgeha ‘Çîro Dîzan’ ku ji bo dîzaynkirina cil, berhem û perwerdeya dirûtinê û fêrbûnê ye. Çend projeyên ku jin bikaribin fêr bibin hene. Her projeyek xizmetê ji doza jinan û civakê re dike. Ez di wê baweriyê de me ku jin jî bikaribin di van hemû qadan de xizmetê ji bo xwe bikin û netirsin bila ji xwe bawer bin.”