rojane
-

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Şehbayê hat bibîranîn
Bi boneya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ji aliyê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê ve semînera bîranînê hat dayîn.
-

Saz Babanî bi wêneyên li kolana kişandiye çîrokan zîndî dike
Jina ciwan Saz Babanî di 13 salî de bû xwedî kameraya xwe û niha li kolanan bi kameraya xwe wêneyan dikşîne û wan kêliyên ku kişandiye çîrokaê zindî dike.
-

Samiye Sarihani Deştî a ku kurê wê hat qetilkirin ji kar hat derxistin
Samiye Sarihanî a ku kurê wê di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hat qetilkirin ragihand ku ji şîrketa alavên tibbî ya ku lê kar dikir hatiye derxistin.
-

Kovara Jin di hejmara xwe ya nû de behsa avakirina Hizbullahê kir
Di hejmara 72’yemîn a Kovara Jin de dosyayên avabûn, têkilî û qetlîamên Hîzbullahê cih girtin.
-

Rêxistinên jinan ji bo avakirina ‘Komîsyona têkoşîna bi cudakariyê’ re têdikoşin
Rêxistinên jinan li Misirê 10 sal in di serî de li ser penaber û jinan, li dijî cudakariya ku li ser hemû beşên civakê bandorên neyînî çêdike, xebatên xwe ji bo avakirina ‘Komîsyona têkoşîna bi cudakariyê’ re didomînin.
-

Pêwîstiya Kelha Salkhad ya li Sûriye bi nûjenkirinê heye
Safaa Al-Shomarî diyarkir ku Kelha Salkhad ku li Sûriye cih digre yek ji berhemên herî giring yê şaristaniya qedîm ya arkeolojîk e ku li herêmê jiyan kiriye û niha pêwîstiya kelhê bi nûjenkirin û alîkariya madî heye.
-

Li gundê Bilêxşê 9 kes hatin girtin: Biryar di bin zextê de hat dayîn
Parêzer Dorşîn Şikgenç, diyar kir ku binçavkirina 9 welatiyên ji Gundê Bilêxşê yê Kercewsê ti bingeheke hiqûqî nîne û diyar kir ku ev biryar di bin zextan de hatiye dayîn, malbatan jî diyar kirin ku welatî bi kîsên dermanan ketine girtîgehê.
-

'Berxwedana 14'ê Tîrmehê riya azadiyê vekir'
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo a bal kişand ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zindanan destpê kir deriyê azadiyê ji gelê Kurd û bindest re vekiriye û got: “Bi rihê 14’ê Tirmehê em têdikoşin.”
-

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê kongra xwe ya duyemîn lidarxist
Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê di bin dirûşmeya”Bi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibin” kongra xwe ya duyemîn li darxist.
-

'Divê girtiyên nexweş Leyla Aygûn û Hanîfe Arslan bên berdan'
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin de, ji bo azadiya Leyla Aygun û Hanîfe Arslan, ji bo parastina mafên xwe yên tenduristî û jiyanê, daxwaza berdana wan hat kirin.
-

Li Wanê 'Komxebata Jin û Aborî' dest pê kir
Li Wanê "Komxebata Jin û Aborî" ya ku ji aliyê Koperatîfa Jinê ya Evîn ve tê organîzekirin dest pê kir. Di komxebata du rojan de wê jin “aboriya komînal” binirxînin.
-

Îsraîlê li dijî kampên Filistîniyan êrişa hewayî pêk anî
Îsraîlê êrîşa hewayî li dijî kampên li herêma El- Mevasî ya bajarê Han Yunusê pêk anî ku Filistîniyên bi zorê ji cihên xwe bûne xwe spartinê. Tê diyarkirin ku di êrişê de hejmarek zêde Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
-

Kongra Star: Dijî xweza û mirovan binpêkirinên hovane têne kirin
Meclîsa Kongra Star têkildarî rewşa li herêmên Suriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin daxuyaniyek weşand û li hemberî pêkanînan banga xurtkirina yekitiyê kir.
-

Xizmên Windayan di hefteya 805’an ya çalakiya xwe de hatin ba hev
Li Amedê di hefteya 805’an ya çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de hate diyarkirin ku tevî îtîrafan aqûbeta Recaî Aydin ku ji aliyê JÎTEM ve hatî revandin nayê zanîn.
-

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk pirsîn
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên bi destê Hîzbullahê hatin windakirin hat pirsîn û neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya nivîsandibû xwend û got: “Ez neviyek Şemiyê me çi bi kalê min û xalê min hat?”
-

Aktivîstên Efganî: Çareserî ne di xwekuştinê di têkoşînê de ye
Aktivîstên jin ên Efganistanê bal kişandin ku li girtîgehên Talîbanê sûcên mirovahiyê li hemberî jinan tên kirin û peyam dan jinên Efganistanê û gotin ku ku çareserî ne di xwekuştinê, di têkoşînê de ye.
-

‘AKP bi pêşnûmeya qanûna nû rê li ber qetilkirina lawiran vedike’
Komîteya Şopandina Mafên Lawiran da xuyakirin ku AKP bi pêşnûmeya qanûna nû rê li ber komkirin, girtin û qetilkirina lawiran vedike û got: “Em vê pêşnûmeya ku di warê parastin û mafan de tu madeyan di nava xwe de nahewîne tu carî qebûl nakin.”
-

‘Bi tîfaqa Enqere-Hewler-Bexda destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya helpar a li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê de axivî û anî ziman ku bi tîfaqa Enqere, Hewler û Bexdayê destkeftiyên gelê Kurd tê hedefgirtin.
-

Jinên Suweydayê banga boykotkirina hilbijartinên Meclisa Gel kirin
Jinên Suweydayê ku li Qada Karama çalakiya xwe didomînin, banga boykotkirina hilbijartinên Meclisa Gel kirin û diyar kirin ku meclis xizmetê ji berjewendiyên gel re nake.
-

TAJÊ serdana rojnamevanên birîndar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û ragihandina jin a li Şengalê serdana rojnemevana birîndar Medya Hesen kir.