rojane
-

DEM Partiyê li dijî qeyûm serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da
DEM Partiyê li dijî biryara tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.
-

Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê hat damezrandin
Hunermend hatin cem hev û avakirina Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em li vir bang li hêza afirîner a her kesî dikin ku dengê xwe yê azadiyê bilind bike."
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 38 hezar û 848
Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane, di nava 24 saetan de 54 zêde bû û gihîşt 38 hezar û 848’an.
-

Şanaz Îbrahîm Ehmed bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da
Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li dijî êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.
-

Îsraîlê tevahiya şevê êrîşên xwe yên li dijî Xezayê domand
Di êrîşên Îsraîlê yên tevahî şevê li herêmên başûr û navenda Xezayê berdewam kirin de, herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde ya jin û zarokan birîndar bûn.
-

Nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên Amedê ji ber xwarinê jehrî bûn
Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarina duh nîvroyê xwarin jehrî bûn.
-

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin civak û jinan diparêzin
Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qada jiyanê de rola pêşengiyê dilîzin. Jinên di hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de cih digrin erka parastina civakê û jinan girtine ser milên xwe.
-

‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e’
Kombûna Jinan a Zenubyayê di peyama bi boneya 12’yemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê weşandî de got: “Armanca me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji aliyê cîhanê ve naskirina rêveberiya me ya xweser e.”
-

Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo namzedên jin dest bi bernameya perwerdeyê kir
Kombûna Jinan a Zenûbya li bajarê Minbic yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hilbijartinên xwecihî ku tê plankirin di meha Tebaxê de were kirin, ji bo namzedên jin ên hatin diyarkirin bernameya perwerdeyê ya sê rojan amade dike.
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 365 rojan bi pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya di 20’ê Tirmehê de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 40 meh in tu agahî jê nayê girtin, hat destpêkirin, 365 rojan bi pey xwe hişt.
-

'Şoreşa Rojava ji jinan re bû îlhama azadî û yekitiyê'
Jinên ji pêkhateyên Ereb û Kurd ên Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera 12'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê gotin ku bi pêşengiya jinan şoreşa Rojava û destkeftiyên mezin di dîrokê de bi dest xist her wiha bû îlhama azadî û yekitiyê.
-

Şeniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, meşeke girseyî li dar xistin.
-

Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
Raportora Taybet a NY’yê ya li Dijî Îşkenceyê Maeda Naoko der barê tecrîda li Îmraliyê de pirs ji şandeya Tirk kir. Şandeya Tirk a ku nikarîbû bersiva hiqûqî bide got: “Tecrîd tine, qedexe heye.”
-

KJK: Pêwîste ruhê şoreşê li herçar parçeyên Kurdistanê berfireh bibe
Koordînasyona KJK'ê salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got::“ Di sala 12’an a Şoreşa Rojava de pêwîste ruhê şoreşê li herçar parçeyên Kurdistanê berfireh bibe, Şoreşa Rojava were parastin.”
-

Artêşa Îsraîlê di 10 rojan de li Xezayê êrîşê 8 dibistanan kir
Li Xezaya ku hemû pîvanên şer ji aliyê Îsraîlê ve hatine binpêkirin, hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 8 dibistan hatine hLi Xezaya ku hemû pîvanên şer ji aliyê Îsraîlê ve hatine binpêkirin, hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 8 dibistan edefgirtin.
-

DEM Partî: Komkujî û talankirina xwezayê berdewam dike
Partiya DEM'ê li Meclîsê bertek nîşanî birîna darên li Şirnex û parêzgehên din ên Kurdistanê da û bal kişand ser birîna daran li herêmên ewlekariya taybet di bin çavdêriya leşkeran de û bang li her kesî kir ku li dijî vê sûcê dengê xwe bilind bikin.
-

ÎHD: Di 6 mehan de herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin tesbît kirin
Li gor rapora binpêkirinên mafan a 6 mehan a Li gor rapora binpêkirinên mafan a 6 mehan a Şaxa ÎHD ya Amedê; li herêmê herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatŞaxa ÎHD ya Amedê; li herêmê herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatine tesbît kirin.
-

Hevşaredar bi gel re hatin ba hev: Pêwîstiya me bi fikrên we hene
Hevşaredara bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak û hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol bi jinan re hatin ba hev û der barê xebatên bidin meşandin de guh dan daxwazên jinan.
-

Li Amedê kurtaja fîîlî di rojeva Meclîsê de ye
Parlementera DEM’ê Adalet Kaya, diyar kir ku li nexweşxaneyên Amedê kurtaj bi fîîlî hatiye qedexekirin û ev rewş xist rojeva Meclîsê.
-

Li dijî qedexeya perwerdeyê ya Talîbanê çareseriya onlîne
Li Efganistanê li dijî polîtîkayên Talîbanê yê dijminê jinan, têkoşîn bi rêbazên cuda berdewam dike. Di du dibistanan de, ji bo zarokên keç ên ku mafê perwerdeyê ji pola 6’an ve ji destên wan hat girtin bi rêbazên online perwerde tê dayîn.