rojane
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan 39 hezarî derbas kir
Hate diyarkirin ku hejmara kesên ku di êrişa Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 6, hejmara birîndaran jî bûye 89 hezar û 818.
-

Îsraîlê êrîşê Xan Yûnisê kir: 20 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrîşên esmanî û topan ên Îsraîlê li ser deverên cûda yên bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Zivala Xezayê pêk anî de 20 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
-

CPT’yê berpirsyartiya xwe ya derbarê Îmraliyê de jinedîtî ve hat
CPT yê di warê pêk anîna berpirsiyartiyên xwe de tê rexnekirin, berpirsyartiya xwe ya di tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinedîtî ve hat.
-

Jinên Idlibê tevî zextan jî di ajotina otomobîlan de bi israr in
Jinên Îdlîbê ku neçar dibin di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî HTŞ de bijîn ji bo jiyana xwe bidomînin û biçin karên xwe rûxmê qedexeye jî hewil didin otomobîl bajon û fêr bibin.
-

Bi avakirina Însiyatifa Sandha dibe dengê jinên Yemenê
Seroka Însiyatîfa Sandha rûxmê hemû zext û zehmhetiyan ji bo bibe dengê jinên Yemênê bi gelek çalakiyan Însiyatîfa Sandha ava kir û diyar kir ku armanc çareseriya pirskirêka jin e.
-

'Li dijî siyasetên qirkirinê em bi îsrar li ber xwe didin'
Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne û berxwedana xwe li dijî siyasetên qirkirinê didomînin, gotin ku bi siyaseta êrîş û dorpêçê dê nikaribin îradeya koçberan bişkînin û heta serkeftinê dê berxwedana xwe bidomînin.
-

Rêveberiya Xweser 15 zarok û 7 jinên DAIŞ’ê radestî Qirgizîstanê kir
Rêveberiya Xweser 15 zarok û 7 jinên DAIŞ’ê radestî şandeya Komara Qirgizîstanê kir. di hevdîtinê de belgeya radestkirin û wergirtinê hat îmzekirin.
-

Yekemîn kongreya Meclisa Civaka Ermen hate li dar xistin
Meclisa Civaka Ermen di bin dirûşmeya “Emê kar bikin, ava bikin û bi ser bikevin rûxmê komkojî û belavbûnê” kongra xwe yekemîn li dar xist.
-

Ayşegul Dogan: Divê hemû hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang kir ku dest ji polîtakaya û operasyonên ku hewl tê dayîn li herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bike berdin.
-

130 malbatên din vegeriyan Şengalê
Îro 130 malbatên koçberên Şengalê ji kampa Keberto ya parêzgeha Dihokê vegeriyan ser warên xwe.
-

TJA li Peyasê atolyeya polîtîkayên şerê taybet li darxist
Jinan li navçeya Peyasê di atolyeya polîtîkayên şerê taybet hatî nîqaşkirin de, hatin ba hev.
-

TAJÊ:Heta dawiyê em ê li pey azadiya Rêber Apo bin
TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku dê heta dawiyê li pey azadiya wî bin.
-

YPJ’ê li dijî êrişên dewleta Tirk ên ser başûrê Kurdistanê daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê û şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo herêmê, banga helwest û têkoşînê li tevahiya jinan, gelên başûr, Iraq, herêmê, pêşmergeyan û hêzên navneteweyî kir.
-

‘Li Xezayê vîrusa felca zarokan hat tesbîtkirin’
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê beşa navend Deyr el-Beleh û Xan Yûnisê ên li başûrê Zivala Xezayê, vîrusa felcê di du zarokan de hatiye tesbîtkirin.
-

Jinên Cezayîrî: Divê rêgeza efûkirina sûcdaran bi temamî were rakirin
Guherînên ku di Zagona Ceza ya Cezayîrê de hatine çêkirin, bi taybetî efûkirina sûcên tacîz û tecawizê rê li ber nîqaşan vekir û jinan têkildarî wê gotin: “Guherînên çêbûne di lehiya me de nîn in û tu sûdê nadin me.”
-

Li Misirê bi 4 hezar û 641 malbatan re sedemên tundiya zêde dibe hate nîqaşkirin
Navenda Xebatên Zayendî ya Tatween ku li Misirê xebat dide meşandin, li herêmên çolwar ku ciwanên rastî tundiyê tên xebatek ya lêkolînê dan destpêkirin. Di xebata ku nêzî bi 4 hezar û 641 malbatan re hate kirin, pirsgirêk û çareserî derxistin holê.
-

‘Bi berxwedanê em ê bikaribin pêşî li cezayên darvekirinê bigrin’
Rojnameger Sana M. bal kişand ku bi serhildana “Jin, jiyan, azadî” re Îran ji bo çalakgeran bitirsîne, li dijî jinan zextên xwe zêde kiriye û got li dijî cezayên dervekirinê bersiva herî baş berxwedan e û bang kir ku têkoşîna li dijî vê yekê bidome.
-

Kovara Jin bi berga "Em bi hemû rengên xwe li dijî êrîşên nîjadperest-faşîst in" derket
Hejmara 73’yan a Kovara Jin bi berga "Em bi hemû rengên xwe li dijî êrîşên nîjadperest-faşîst in" bi xunerên xwe re hat ba hev.
-

'Yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê avakirina saziyên jinan e'
Koordînatora Kombûna Jinan a Zenûbya Meyada El-Ehmed der barê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de axivi û got ku yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê vakirina rêxistin û tevgerên jinan e.
-

Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye
Xizmên girtiyan ên beşdarî çalakiya “Deng Bide Azadiyê” bûn, dan xuyakirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û gotin: “Tekane daxwaza me û ya zarokên me ev e. Ger ev yek pêk were, wê aştî were welat. Divê em bibin dengê wan.”