rojane
-

Damezrînera ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu hate tehliyekirin
Ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.
-

Dayîka Aştiyê li Meclisê bang kir: Em mil bi mil vê pêvajoyê rêve bibin
Dayîka Aştiyê Tenzîle Baydar di Civîna Koma Jinan a Meclîsa DEM Partiyê de axivî banga xwedîderketina li pêvajoyê li hemû kesê kir û got: “Em soz didin birêz Ocalan. Dayîkên Aştiyê jî wê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
-

Meclîsa Îştar: Divê demildest gavên siyasî û hiqûqî werin avêtin
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî da banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê dewlet demildest gavên siyasî û hiqûqî werin bavêje.”
-

Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan parve kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan parve kir û got: “Birêz Ocalan bi zelalî got ku kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in.”
-

TJA: Ji bo jiyanîkirina bangê em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
TJA’yê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan weke firsendeke dîrokî nirxand û got: “Em xwedî li banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derdikevin û ji bo jiyanîkirina bangê em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin.”
-

‘Di Sibatê de rojnamegerek hate qetilkirin, 8 rojnameger hatin girtin’
DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha Sibatê eşkere kir. Li gora raporê, rojnamegerek hatiye qetilkirin, 18 hatine binçavkirin û 8 jî hatine girtin.
-

Rojnamevan Rahila Gupta: Jiyana bi aştî ya Kurd û Tirkan girîng e
Rojnamevan Rahila Gupta diyar kir ku divê dewleta Tirk guh bide banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan bi azadî îfadekirina nasnameya xwe girîng e.”
-

Bi boneya 8’ê Adarê jinan li Kobanê dar çandin
Jinên bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê dest bi çandina daran kirin.
-

Dê jin îsal li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane li qadan bin
Endama damezrîner a Tora 8’ê Adarê Şede Beşîr diyar kir ku xebat û çalakiyên wan ên ji bo 8’ê Adarê didomin. Hêlîn Ehmed da zanîn ku dê yek ji mijarên girîng ên di çalakiyan de were rojevê, guherîna Zagona Rewşa Kesane be.
-

Meclisa Îştar serdana jinên navçeya Şirqatê kir
Şandeyek ji Meclisa Îştar a wargeha Penaberan a Mexmûr di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê de serdana şêxen jin ên navçeya Şirqatê kirin.
-

KJK: Em bi avakirina civaka demokratîk, her rojê bikin roja jinan
KJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kir û bang li hemû jin û tevgerên jinan kir ku bi coş û ruhê 8’ê Adarê piştgiriyê bidin banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
-

Emîna Awês li ser kavilên mala xwe berxwedana ji bo jiyanê didomîne
Emîna Awês Filistînî ye bi hêz, vîn û îradeya xwe li dijî planên dagirkeran derketiye. Tevî hemû kêşe û zehmetiyan jî terka ax û mala xwe nekiriye dibêje: "Ez ê li ser kavilên mala xwe berxwedana xwe bidomînim."
-

‘Li Mexribê jin bi tundiya dîjîtal re rû bi rû tên’
Seroka Paymengeha Navnetewî ya Lêkolînên Zanistî Fatime Rûmet bal kişand ser tundiya dîjîtal a li dijî jinan û got ku li dijî tundiya dîjîtal a jin pê re rûbirû tên pêwistî bi parastin û hişyarkirina jinan heye.
-

Dayikên pakrewanan: Em bi Rêberê xwe re ne
Dayîkên pakrewanan helwestên xwe yên derbarê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin: “Em bi nerîna Rêberê xwe re ne ku welatê me bi aştî ava bibe, mafên Kurda bicîh bên.”
-

Bi pêşengiya Weqfa Jinê jin dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Weqfa Jinê ve pêşbirka cil dirûtinê hatiye destpêkirin, jinên ku beşdarî pêşbirkê bûne diyar kirin ku armanca wan nîşakirina huner û keda jinan e.
-

Li Şengalê ji bo 8’ê Adarê belavok hat belavkirin
Di çarçoveya kar û xebatên 8’ê Adarê de jinên Êzidî li Sinûnê û Xanesora Şengalê belavok belavkirin. Jinên ku belavok belav kirin, destnîşan kirin ku ev bi kêfxweşiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan roja xwe pîroz bikin.
-

Nobeta li Mexmûrê bi dewirgirtina koma 117’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 117’emîn didome.
-

Ji bo bîranîna Salîha Viyan û havalên wê şitil hatin çandin
Endama Kongra Star Salîha Viyan, endamê PYD’Ê Dilawer Ehmed û rojnamevan Ezîz Koyluoglu ku di 27’ê çileya 2025’an de balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk li sînorê bajarokên Ranya hatin qetilkirin, li cihê bûyerê bi çandina daran hatin bîranîn.
-

Ofîsa Rizgarbûyên Dîlên Êzidiyan: Herî kêm 5 hezar kes hatine qetilkirin
Ofîsa Rizgarbûyên Dîlên Êzidiyan ên Başûrê Kurdistanê hejmara Êzidiyên di komkujiya 3’yê Tebaxê de hatin qetilkirin û windakirin eşkere kir.
-

Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dadan
Kêmî mehek ji despêkirina sala nû ya kurdî re maye, di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hatiye pêxistin. Li Merîwan bi hezaran kes agirê Newrozê pîroz kirin.