Damezrînera ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu hate tehliyekirin

Ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan – Danişîna ewil a doza parastvana mafên mirovan û yek ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Şandeya dadgehê ji bo Nîmet Tanrikulu biryara tehliyeyê da.

Nîmet Tanrikulu, ji 29’ê Mijdara 2024’an ve di girtîgehê de ye.