rojane
-

Ji Mexmûrê peyama 8’ê Adarê: Peyama Rêber Apo nexşerêya jiyana azad e
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî bi coşek mezin 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Jinên wargehê peyama 8’ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kêyxweşiyek mezin pêşwazî kirin.
-

Li Qamişlo pîrozbahiya 8’ê Adarê
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li gundê Hîmo ya girêdayî Qamişlo, bi bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin jiyan azadî, ber bi sûriyeke demokratîk ve” 8’ê Adarê pîroz kirin.
-

Li Şengalê şahiya 8’ê Adarê bi stran û govendê bidawî bû
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi dirûşma ‘Bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî ber bi civaka demokratîk ve’ li Şengalê hatibû destpêkirin, bi stran û govendan bidawî bû.
-

Jinên hatine qetilkirin û windakirin hatin bibîr xistin
ÎHD û Xizmên Windayan ji bo jinên hatine windakirin û di komkujiyan de hatine qetilkirin, edaletê xwestin.
-

Ji Amedê peyama 8’ê Adarê: Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin
Siyasetmedar Gultan Kişanak a di mitînga 8’ê Adarê de axivî got: “Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratik kir. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin.”
-

Li Helebce rojnamevanên jin hatin xelatkirin
Li Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 21 rojnamevanên jin ji ber xebat û xizmeta wan hatin xelatkirin.
-

Li Kobanê jin ji qada 8’ê Adarê peyam dan
Jinên bajarê Kobanê ji bo şahiya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê daqetin qadan û bi yek dengî azadiyê qêriyan. Jinan peyama “Em ê bi têkoşîna jinan welat azad û civakeke demokratîk ava bikin” dan.
-

Li Bendava Tişrînê 8’ê Adara jinan: Bi tîlîliyan bersiv didin êrişan
Jinên ku li Bendava Tişrînê ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe nobetê digirin 8’ê Adarê di 60’emîn roja berxwedana bendavê de pêşwazî dikin. Jinan bi tîlîlî û dirûşmên Jin Jiyan Azadî bersivê didin êrişan.
-

TAJÊ piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand
TAJÊ di şahiya 8’ê Adarê de bi daxuyaniyek diyarkir ku ew jî piştiriya xwe ji bo pêvajoyê radigihînin û ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê çi ji wan were xwestin pêk bînin.
-

Li Silêmaniyê ji bo 8’ê Adarê festîval hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê festîvalek hat lidarxistin. Di festîvalê de 35 jinan berhemên xwe yên bidest çêkirine nîşandan.
-

Li Şengalê jin bi peyama Abdullah Ocalan dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin
Şahiya 8’ê Adarê ya li Şengalê bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo hemû jinan re şandibû, hat xwendin. Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê jinan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Işik pirsîn
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1041'emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Alî Işık pirsîn, daxwaza pêkanîna aştiyê kirin.
-

Pêyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan: Bang ji bo jinan Ronesans e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek şand û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan jî Ronesans e.”
-

Jinan li Bendava Tişrînê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên ji Kantona Cizîrê yên di roja 60’emîn de bi bo av, ax û enerjiya xwe li Bendava Tişrînê nobetê digirin, bi daxuyaniyek 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û banga xwedî derketina li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan kirin.
-

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi yek dengê azadiyê diqîrin
Jinên Kantona Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşek mezin berê xwe dan qada 8’ê Adarê û bi yek dengî azadiyê diqîrin.
-

Necîbe Qeredaxî: Peyama Rêber Ocalan 8’ê Adarê bi watetir dike
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî got: “Peyama dîrokî ya Rêber Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê 8’ê Adarê zêdetir bi wate bike. Ji ber ew têkoşîna ku jinê di dêmen berê de kiriye, hemû roj kiriye 8’ê Adarê.
-

ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê
ROJIN’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da û banga “li dijî her cure êriş û gefên li ser rojnamevanan deng û gotinên xwe bikin yek, û li ser navê jinan qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê” kir.
-

YPJ’ê 8’ê Adarê pîroz kir: Emê têkoşîna xwe bidomînin
Fermandar û şervanên YPJ’ê yên di pîrozbahiya 8’ê Adarê de axivîn, anîn ziman ku 8’ê Adarê roja têkoşînê ye, gotin ku ji berxwedana Clara Zetkîn bigre heta Sakîne Cansizan ji xwe re mînak girtine û peyama ‘emê têkoşîna xwe bidomînin’ dan.
-

7’emîn salvegera JIN TV hat pîrozkirin
Salvegera 7'emîn a JIN TV’ya ku yekem televîzyona jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê ye, bi şahiyek hat pîrozkirin.
-

MKG: Em di 8'ê Adarê de hevgirtinê mezin bikin
MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civaka azad bêyî çapemeniya azad ne pêkan e û wiha got:"Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran.”