Çalakvanên Mexmûrê: Rêber Apo mifteya zêrîn a aştiya demokratîk e
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 190’emîn didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 190’emîn, di roja 979’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên komkujiya Helebçeyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 189’emîn Dua Bulut daxuyaniyek xwend.
‘Têkoşîna me têkoşîna edalet û rumetê ye’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoyê de çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di qonaxeke dîrokî û krîtîk de ne. Dîroka me nîşan daye ku gelên ku bi rêxistin û hişmendî têkoşîn kirine, di dawiyê de serkeftin bidest xistine. Ji ber vê yekê, em divê hem di warê fikrî de hem jî di warê pratîkî de xwe pêşve bibin, ji hev fêr bibin û her roj gavên xwe ber bi armanca mezin ve bidin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya kesekî an gelekî ye, ji bo avakirina civakek ku li ser bingehê edalet, wekhevî û rumeta mirovî ava bibe.”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, mifteya zêrîn a aştiya demokratîk e’
Di dawiya daxuyaniyê de cejna Newrozê li tevayî gelê Kurd hat pîrozkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Armanca çalakiya me zelal e. Em pergala tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê ku wekî sûcekî dijî mirovahiyê ye bi tundî şermezar dikin. Tecrîd ne tenê li ser kesekî ye, li ser vîna gelê Kurd û aştiya Rojhilata Navîn e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, mifteya zêrîn a aştiya demokratîk e. Ew kilîla edalet, wekhevî û azadiya gelê Kurd û hemu gelên bindest e. Em bang li hemu aliyan dikin ku li hemberî vê neheqiyê bibin xwedî deng û vîna xwe nîşan bidin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 190’emîn dawî bû.