Zozan Sîma: Nagîhan Akarsel rêhevala jinan bû

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma, Nagîhan Akarsel bi bîr anî û da zanîn ku têkildarî êrîşa li dijî Nagîhan Akarsel pêk hatiye însiyatîfek ava kirine û diyar kir ku ew ê bi vê însiyatîfê êrîşên ku heta niha pêk hatine ronî bikin û hesab bixwazin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Endama Akademiya Jineolojiyê û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrîşek çekdarî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera yekemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel de, endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma Nagîhan Akarsel bi bîr anî.

‘Nagîhan Akarsel her dem li koka xwe digeriya’

Zozan Sîma di destpêka gotinên xwe de Nagîhan Akarsel bi bîr anî û wiha got: “Hevala me Nagîhan Akarsel, endama Akademiya Jineolojiyê bû, demek dirêj me bi hev re kar û xebatên Jineolojiyê meşandin lê hevala Nagîhan ne tenê xebatên Jineolojiyê, gelek xebatên di gelek xebatên tevgera azadiya jinan de cihê xwe girt. Di her kêliya jiyana xwe de ji bo gel, doz û azadiya jinan têkoşîneke bêhempa da. Hevala Nagîhan ji malbateke li sirgûnê li bajarê Konyayê ji dayik bûye. Mirov dema helbest, nivîs û rojnivîsên ku nivîsandine dixwîne, dibîne ku bandora rastiya malbatê ya sirgûnbûna ji Kurdistanê bi eşkere dibîne. Sirgûnê hesteke wisa bi hevala Nagîhan re ava kiribû ku her dem li koka xwe digeriya, zêdetir bi koka xwe ve dixwest xwe ava bike. Bi xebata Jineolojiyê re gihîştibû wê lêgerîna xwe.”

‘Hest û wate di kesayeta wê de digihîştin hev’

Zozan Sîma kar û xebatên ku Nagîhan Akarsel meşandine û çawa ketiye pey lêgerînê wiha anî ziman: “Nagîhan Akarsel berê cihê xwe di ragihandina azad de jî girtibû û kedeke mezin di wê qadê de dabû. Di Tevgera Ciwanên Şoreşger ên di zanîngehê de jî cihê xwe girtibû. Di heman demê de di her kêliya jiyana xwe de mirov bi wê re lêgerînê dibîne. Weke jinek Kurd dixwest rastiya xwe keşif bike û lêgerîna azadiya jinan ên gerdûnî û herêmî dikir yek. Ez dixwazim bi yek hevakê Nagîhan Akarsel pênase bikim, bi rastî jî serdema ku em tê de ne, serdemek bê hest û bê wicdan tê nirxandin. Rêbertî digot ‘Mirovên ku bi wate û bi hest dijîn, mirovên herî bi nirx e’, ez dikarim bibêjim ku Nagîhan Akarsel yek ji wan hevalan bû ku hest û wate di kesayeta wê de digihîşt hev.”

‘Tavîz nedida lêgerîna xwe’

Zozan Sîma taybetmendiya Nagîhan Akarsel wiha rêz dike: “Bi zanebûnê, xwebûna xwe bi hest ava dikir û li ser koka xwe şînbûnê bingeh digirt. Lêgerîn, îsrar, îrade û herî zêde jî tavîznedayîna berxwedan û lêgerîna xwe dihat naskirin ku kesayetek wiha bû. Pir bi îsrar û bi coş bû. Dema karek dikir, bi eşq dikir. Karê Jineolojiyê, lekolîn û nivîs bi dildarî û hezkirinek mezin dikir. Beriya ku şehîd bikeve arşîva pirtûkxaneya jinên Kurd jî dikir. Nagîhan Akarsel astengiyan nas nedikir, xeyalên wê pir mezin bû, îradeya wê pir qewîmî bû. Ji lewre şehadeta wê bandorek mezin li ser me tevan ava kir.”

‘Hem bi berhem bû hem jî rêhevala jinan bû’

Zozan Sîma kar û xebatê Nagîhan Akarsel di Jineolojiyê de wiha nirxand: “Nagîhan Akarsel ji 2015’na heta şehîd jî ket, endama Akademiya Jineolojiyê bû. Gelek karên sereke di Jineolojî de kir û kar, fikir û keda wê mezin bû. Di kovara Jineolojiyê de nivîskar bû, di desteya weşanê de cih digirt, di avakirina Jinwarê de di destpêka wê de cihê xwe girt, xebatên lêkolînê ya di Şengalê de cihê xwe girt, li ser Efrînê lêkolînek pêk anî, Navendên lêkolînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakir. Di heman demê de bi hezaran mirov li ser fikrê azadiya jinê, hevjiyana azad perwerde kir. Jiyana xwe da her tiştê, tiştên biçûk jî bidîta derbas nedibû û seranser nêz nedibû, bi wate nêzî jiyana xwe dibû. Di jiyana wê de peyva herî zêde derbas dibû, hîs û wate bû. Tişta ku ji her kesê re asayî dihat lê ji wê re asayî nedihat, bala xwe dida û tiştên cuda didît. Di heman wextê de rêhevaltiya wê ya pir baş hebû, di hevaltiya wê de rexne, rexnedayîn, têkoşîn û canê xwe fedakirin hebû. Nagîhan Akarsel di kar û xebatên Jineolojî de hem bi berhem bû hem jî rêhevala jinan bû. Îro asta ku Jineolojî gihîştiyê, bi saya wê ye, gelek kevirên bingehîn bi destên Nagîhan Akarsel hatin avêtin.”    

‘Bi şoreşa jinan şoreşa Kurdistanê bi pêş ket’

Zozan Sîma roja qetilkirina Nagîhan Akarsel wiha anî ziman: “Ez dikarim ji bo xwe jî ji bo rêhevala wê hemûyan jî bibêjim ku heta niha jî me şehadeta Nagîhan Akarsel hezim nekiriye. Hem êş, hem jî kînan me ya li dijî kujerên wê hê zindî ye. Armancgirtina Nagîhan Akarsel, armancgirtina pêşengên jin e, armancgirtina mirovên xwedî lêgerîna heqîqetê ye. Elbet sedemên wê yên taybet jî hene. Nagîhan Akarsel cihê ku paşverûtiya mêr, nokerî herî zêde hevkariya dijmin tê de kûr e, li wê derê ji bo jinên Kurd gavên dîrokî yên sedsalan xwest bavêje û xwest gaveke dîrokî ji bo jinên Kurd bavêje ku berhemên jinên Kurd li cihekî kom bibin. Jinên ku bindestiyê dîtine, fikir, nêrîn û gotinên wan winda nebin, lewma bi eşqeke mezin projeyê pêk dianî. Ji lewre ev proje ji aliyê dijmin ve pir bi xeter hat dîtin, ji ber xwebûna jinên Kurd di asta cîhanî de bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ kêliya ku deng veda ev sûîqestê çêbû.”

‘Jinên pêşeng ruh didin şoreşa Kurdistanê Rojhilata Navîn û cîhanê’

Zozan Sîma destnîşan kir ku nivîsa herî dawî ya Nagîhan Akarsel li ser dirûşma ‘Jin jiyan azadî bû’ û wiha domand: “Nagîhan Akarsel nivîsa xwe ya dawî ku di kompîtera xwe de nivîsiye, li ser şoreşa jin jiyan azadî bû. Li ser dirûşma û belavbûna dirûşma, hestek wê ya pir kûr hebû. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ di aliyê felsefe, têkoşînek çawa di nava xwe de dida hewandin, vê yekê his dikir û dida teyisandin. Helbest û rojnivîsa wê heye ku gelek nivîs nivîsandine. Mirov dibîne tirsa herî zêde di dijmin de daye avakirin, cihê ku şoreşa jin jiyan azadî deng veda, Nagîhan Akarsel hat armanckirin. Di van salên dawî de êrîşên sûîqestî û teyareyên keşfê pêk tê, girêdayî wê ye jî. Tirk bi xwe ragihand ku ev êrîş ji aliyê wan ve pêk hatiye. Mirov dikare bibêje ku tevgera azadiya Kurdistanê bi şoreşa jinan şoreşa Kurdistanê bi pêş xist, şoreşa jinan jî bi pêşengiya jinan pêk hat. Jinên pêşeng ruh didin şoreşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji lewre hedefgirtina jinan taybet e. Ji Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan heta Zeyneb Berkelan bûn armanca êrîşan û hê jî berdewam dike. Nagîhan Akarsel wek şexsiyet û ji bo karê xwe hat armancgirtin, di heman demê de sedemên dewleta tirk tevgera azadiya Kurdistanê bi pêşengiya jinan pêk tê, bi pêşengên jin tolgirtina xwe nîşan dide.”

‘Dewleta tirk bi hedefgirtina jinan tola DAIŞ’ê digre’

Zozan Sîma destnîşan kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jinên pêşeng, tola çeteyên DAIŞ’ê digre û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dewleta tirk binketina DAIŞ’ê ku di cîhanê de xuya ye, zilamên herî wehşî ne, bi destên jinên herî xweşik bi bin ketin, dewleta tirk tola wan higre niha. Sedema din jî ew e ku bêdengiya raya giştî, bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û hevkariya wan bi dewleta tirk re, ev bêdengî kesên azadîxwaz jî dixe xeterê. Ger îro li hemberî van êrîşan deng dernekeve, wê demê kesên ku difikirin ev êrîş rojek nayê serê wan jî bizanibin di xeteriyê de ne. Mirov vê di dewleta tirk û Rojhilata Navîn de jî dibîne ku her diçe êrîşên li dijî jinan zêdetir dibe. Ger em pêşiya van êrîşan negirin, gelek destkeftiyên jinan di bin xeteriyek mezin de ye.”

‘Wê têkoşîna me bidome’

Zozan Sîma li ser bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta tirk, nêrîna xwe wiha anî ziman: “Bêdengiya ku li hemberî van êrîşan tê jiyîn, mîna hevkariya mêrên kûrewî ku bi hezaran sal pêk tê ye û bi vê yekê ve girêdayî ye. Mafên mirovî yên herî bingehîn ku pergala dewletan ji bo xwe danîne, jî tên binpêkirin. Gelek sûcên şer tên kirin, mafên mirovan tên binpêkirin. Bêdengiya li hemberî van pêk tê, bêdengiya desthilatdariya mêr mirov dikare binirxîne. Hêviyek me ya pir mezin li ser vê yekê tune ye. Lê dîsa jî em ê li hemberî van têkoşîna xwe bimeşînin. Bi taybetî saziyên pêwendîdar, bikaribin erkên xwe yên hebûna wan dide diyarkirin, pê ve rabin.”

‘Ji bo ronîkirina sûcên ku tên kirin însiyatîf hatiye avakirin’

Zozan Sîma diyar kir ku ew ji bo ronîkirina  sûcên li dijî Nagîhan Akarsel pêk hatiye, însiyatîfek ji bo edaletê dane destpêkirin û wiha got: “Me ji bo Nagîhan Akarsel xebatek edaletê da destpêkirin û însiyatîfek ji bo wê hatiye avakirin. Însiyatîf bang li Netewên Yekbûyî, konseya Ewropayê û dewleta Iraqê dike ku ji bo ronîkirina vê sûcê, hevkariya dewleta tirk û kesên ku ev sûc pêk anîne ji bo werin dadgehkirin gavek were avêtin. Em bi hêvî ne vê gavê raya giştî û bi taybetî tevgerên jin û tevgera azadîxwaz pişgirî bidin. Di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû aliyên azadîxwaz, gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn, lêgerîna azadiya jinan tên hedefgirtin. Kesên bi van nirxan ve girêdayî ne, kesên bi mafên mirovan ve girêdayî ne divê piştgirî bidin da ku ev reşkujî were ronîkirin. Em di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû jinên ku rastî van êrîşan hatine û ji bo edalet cihê xwe bibîne û kesên van êrîşan pêk anîne bi taybetî dewleta tirk were dadgehkirin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Ji raya giştî re jî daxwaza me ew e ku di vê têkoşînê de ew jî erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin, ji ber ku ev erkekî hebûna me diyar dike. Serdema ku em tê de ne, ne tenê tevger, gel û şexsek tê hedefgirtin, pêşeroja mirovên azad, azadîxwaz û demokrat tê hedefgirtin. Em van êrîşan bidin sekinandin û hesab ji kujeran bixwazin.”

‘Divê em êrîşên ku li dijî jinan pêk hatine ronî bikin û hesab bixwazin’

Zozan Sîma herî dawî destnîşan kir ku hewl didin êrîşên li ser jinan pêk hatine bi riya vê însiyatîfê ronî bikin û hesab ji kujeran bixwazin û wiha bi dawî kir: “Kujer her çiqas ji aliyê asayişa YNK’ê ve hatibe girtin jî navê wî û girêdana wî hatibe eşkerekirin jî ew kes bi xwe ji Enqereyê ye. Ew ji aliyê MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin. Li  pişt wî hêzên heyî nehatine ronîkirin û dadgeh û lêpirsîna wî jî ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Em dixwazin bi vê însiyatîfa ku hatiye avakirin, doz were vekirin ku em bizanibin li pişt vê kîjan hêz hene, derkeve holê. Gelek kesên akademîsyen, hunermend, nivîskar jî pişgirî jî didin vê daxwaza me. Em bi hêvî ne ev însiyatîf zêde xebatên xwe bi pêş bixe, di serî de Nagîhan Akarsel û reşkujiyên ku li Silêmaniyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê pêk hatine werin ronîkirin. Dewleta tirk ne tenê li ser axa xwe, di asta cîhanî de terorê dimeşîne. Welatên ku bi navê mafên mirovan radibin û welatên ku pergalek hiqûqî asta dewletan de pêk tînin, ji bo wan jî şermek mezin e ku li hemberî van bêdeng dimînin. Ev yek jî hemû bi hesabên qirêj ên siyasî û aborî ve girêdayî ye lê em ê rûpoşa wan bixînin û hevkariya wan bixin rojevê. Kesên ku di însiyatîfê de cih digrin, bi vê armancê dixwazin, di şexsê Nagîhan Akarsel de, ji bo hemû êrîşên ku pêk hatine hesab bipirsin. Em careke din bang ji raya giştî dikin ku pişgiriya vê dozê bikin. Êrîşa ku di şexsê Nagîhan Akarsel de pêk hatiye ronî bikin û hesab bixwazin.”