‘Em ji bo dengê gel bidin bihîstin li ser kar in’

Rojnamevanên jin diyar kirin ku ji bo dengê berxwedêrên li Suweyda ya Sûriyeyê bigihînin hemû cîhanê dixebitin û diyar kirin ku ew ê tevî zextan jî heqîqetê ji hemû cîhanê re ragihînin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel ên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ji bo başkirina şert û mercên aborî û civakî hatin destpêkirin, dewam dikin. Rojnamevan Nûr El-Nahît ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew ji bo ku dengê xwepêşanderan bigihînin hemû cîhanê dixebitin û got: “Weke rojnamevanên ku di van çalakiyan de cih digirin, em du caran hewl didin ku dengê protestoyên li bajêr ragihînin. Xwepêşandanên li bajêr hatin bihîstin. Em dengê gel, bi taybet aktîvîst, çalakvan yan jî rojnamevan be, jinên ku di xwepêşandanan de roleke sereke dilîzin zêdetir radigihînin. Ev aliyê aştiyane yê tevgerê derdixe holê.”

Nûr El-Nahît bal kişand ku jinan ji bo mafên xwe yên rewa beşdarî xwepêşandanan bûn û destnîşan kir ku ev yek piştrast dike ku jinên Suweydayê di jiyana siyasî û civakî de cih digirin. Nûr El-Nahît bal kişand ser wê yekê ku rojnamevanên jin li bajarê Suweydayê rastî hinek astengiyan tên û got: “Em her roj hewldanên mezin didin ji bo şopandina xwepêşandanan di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de, lê em ê şopandinên xwe berdewam bin.”

‘Ez rastî reşkirinan hatim’

Rojnamevan Areej El-Muhtar diyar kir ku beşdarbûna jinan a çalakiyan pir zêde bû û got: “Di dema şopandina çalakiyan de em rastî pirsgirêkan tên. Ji ber wêneyên xwe yên li ser malperên medyaya dîjîtal ez rastî reşkirinan hatim. Li ser van gotinan ji aliyê artêşa elektronîk a xeyaletên Beşar Esad ve hatine kirin, lê ne li xema mine. Ez erka xwe didomînim û bi awayekî xurt di nava tevgerê de cih digirim.”