Zîndana Dîzelabadê: Tiryaka bi darê zorê, îşkence û darvekirinên komî
Jinên ku li Girtîgeha Dîzel Abadê ya ku dewleta Îranê di şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de êrîşî 10 girtiyan kir û ew qetil kirin de ne, çîrokên xwe vedibêjin: "Wan bi madeyên hişber hewl da ku îradeya me bişkînin, em hatin îşkencekirin."

NESÎM AHMEDÎ
Kirmanşah – "Lembaya ku tevahiya şevê li diyarê girtîgehê pêdikeve, ji paceyê ji bo cihê min tîrêjek ronahiyê dişîne.” Ev riste, ya Rosa Luxemburg a tevî hemû tarîtiya girtîgehê hêviya xwe vedibêje ye. Lê nêzikatiya hemû kesan a ji bo girtîgehê ne bi vî rengî ye. Girtîgeh ji bo hinek jinan, bi taybetî jî yên cara ewil dikevinê, bi temamî kabûsek e. Jinên ku li Girtîgeha Dîzelabada Kirmanşahê yan jî li navendên binçavkirinê yên mane jî, vê tarîtiyê jiyane.
Gelek kes Girtîgeha Dîzelabadê ya li Kirmanşahê mîna girtîgehek tirsnak û ji bo aktîvîstên siyasî mîna selexane pênase dikin. Ji ber ku di dema darvekirinên salên 1960’î de gelek kes li wir hatin darvekirin û îro jî gelek kes tên darvekirin an jî îşkencekirin.
Înfazxaneya aktîvîstên siyasî
Ev girtîgeh bi taybetî bi darvekirinên salên 1980’yî tê bibîranîn; gelek girtiyên siyasî li vir hatine darvekirin. Agahiyên li ser girtîgehê kêm in; ji ber ku girtiyên ji ber zexta ewlehiyê hatine berdan, newêrin biaxivin. Lê agahdariyên ku belav dibin nîşan didin ku hawirdor tirsnak e. Gardiyanên zilmkar, zextên derûnî û çeteyên li nava girtîgehê….
‘Bi betaniya min de mîz dikirin’
Arzu ya ku ji bajarê Qesra Şîrînê ya Kirmanşahê ye û di xwepêşandanên sala 1998’an de hatiye girtin wiha diaxivê: "Ez bi birayê xwe re hatim binçavkirin û piştî pêvajoya lêpirsîn û binçavkirinê min şandin Girtîgeha Dîzelabadê. Tevî ku ez girtiyek siyasî me jî bi çend girtiyên jin ên bi sûcdariya fuhûş û madeyên hişbir re li heman qawîşê mam. Rayedarên girtîgehê bi awayekî taybetî îşkence li min nedikirin lê girtiyên din li dijî min bikar dianîn. Bi betaniya min de mîz dikirin û her dem şerê fîzîkî dikirin… Lêpirsînkirina di hucreyek yek kesî de mayîn, bi jiyana wan re hêsantir bû. Girtiyên siyasî ne tenê fîzîkî, di heman demê de rastî zexta derûnî jî dihatin. Ji aliyê girtiyên din ve biçûkxistin û neçarkirinên mikûrhatinê, şêweyeke zextê ya bi pergalî ye.
‘Girtîgehê bedena min perçe kir lê zirarê neda rihê min ê azad’
Jina ciwan a 19 salî ya ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal a bi armanca piştgiriya "Kampanyaya Azadiyên Veşartî" hat girtin, wiha got: "Gardiyana jin ji min re got, 'Jinekî ciwan a bedew a wekî te, tu caran nikare li vê qawîşê bimîne. Ji vir kêfê bigre, ji ber ku ev demên te yên dawî ne.’ Şeva ewil cilên min qetandin û porê min kişandin. Gardiyanan tenê digotin ‘qîr nekin’. Min hewl da xwe bikujim lê tedawî kirin. Girtîgehê bedena min perçe kir lê zirarê neda rihê min ê azad. Ez tu caran poşman nebûm, ez naxwazim careke din van şevan bijîm.
Bazirganiya madeyên hişbir li girtîgehê dikin
Girtîgeha Dîzelabadê ne tenê girtîgehek e, di heman demê navendek ku rayedar qezenc bi dest dixin e. Bi alîkariya gardiyanan bazirganiya madeyên hişbir dihat kirin. Girtiyên nû, hînî madeyên hişber dikirin. Hejmara girtiyan pir zêde ye. Rêbera qawîşê bi gelemperî belavkirina sûcdarên bi tecrube û madeya hişbir dike. Di vê pergalê de gelek kes ji bo bibin perçeyê torekî, li girtîgehê tên girtin.”
Ên ku di tarîtiyê de ber bi ronahiyê ve diçin jin in
Hatira ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin jî, wiha dibêje: "Destpêke ez birim navenda binçavkirinê ya Neft Meydanî û piştre sewqê Dîzelabadê kirin. Piştî îşkenceya derûnî û fîzîkî, hewl dan min fêrî cixare û tramadolê bikin. Armanc, şikandina berxwedaniya fikrî ya girtiyên siyasî ye. Xwegihandina girtiyên siyasî ya ji bo madeyên hişbir pir hêsan bû. Gelek jin bi vî awayî fêrî madeyên hişbir bûn. Lê hinek jinan jî, girtîgehê veguherandin eniyeke nû ya berxwedanê. Cihekî mîna Dîzalabadê ne tenê bi sûcdaran tije ye; di heman demê bi jinên ku di nava tarîtiyê de berxwedanê mezin dikin re jî tijî ye. Van jinan girtîgehê veguherandine qada têkoşînê, parastina hêviyê û şikandin tarîtiyê.”