‘Jinên Tûnisî bi zextan re rû bi rû dimînin’

Jinên ku beşdarî meşa protestokirina polîtîkayên zextê bûn, destnîşan kirin ku biryarên ji aliyê rayedarên Tunisê ve hatine girtin hewldanek e ji bo bêdengkirina civaka sivîl û tepeserkirina dengên azad e.

Tûnis – Civaka sivîl, aktorên siyasî û tevgerên jinan ên li Tûnisê, şahidiya tevgerek gel a li dijî polîtîkayên ku dengên azad û serbixwe hedef digrin, kirin. 29’ê Mijdarê li paytexta Tûnisê bi sedan xwepêşander, li dijî polîtîkayên zextê, rawestandina xebatên komeleyan û sînordarkirinên li ser civaka sivîl, meşekî protestoyî li dar xistin.

Girseyê, di meşê de dirûşmeyên mîna "Gel hilweşîna rejîmê dixwaze" û "Azadî, azadî... Girtîgeh tijî bûn" berz kirin û li dijî girtina çalakvanan û tengkirina qada giştî nerazîbûn nîşan dan.

Komeleyên jinan û partiyên siyasî, diyar kirin biryarên rawestandina komeleyan ne îdarî, siyasî ye û û armanca wan bêdengkirina civaka sivîl û dengên serbixwe ye. Hate destnîşan kirin ku li Tûnisê piştî qanûnên awarte, darizandinên siyasî, zexta medyayê û hedefgirtina çalakvanan, niha jî qadên raman û birêxistinbûnên azad tên teng kirin.

Beşdaran, diyar kirin ku zexta ku bi qeyrana aborî, zêdebûna bihayan, kêmbûna derman û avê re zêde dibe, welat dixe di bin zextekî girantir û destnîşan kirin ku astengkirina komeleyan gefekî rasterast a li ser azadiyan e. Xwepêşanderan, daxwaz kirin ku azadiya derbirînê û rêxistinbûnê bê garantî kirin, mafê xebata komeleyan bê parastin û girtiyên fikrî bên berdan û banga Tûnisek azad û adilane kirin.

‘Hikûmeta heyî hemû dengên azad û serbixwe hedef digre’

Ji Rêxistina Mousawat aktîvîst Soha Miadî, da zanîn zextên zêde nîşan didin ku hikûmeta heyî dengên azad û serbixwe hedef digre, diyar kir peyama meşê "êdî bes e" ye û girtina aktîvîstan û bertek nîşanî karanîna darazê ya ji bo tepeserkirina nerazîbûnê da.

Soha Miadî, diyar kir ku pêşketin bi avakirina girtîgehan nayê pîvandin û hebûna wan a li kolanan li dijî binpêkirinên rojane yên serweriya neteweyî nerazîbûnek kolektîf e. Soha Miadî, destnîşan kir rûxmê qelsbûna jiyana siyasî, civak vê rewş qebûl nake û wê derdorên siyasî jî bêdeng namînin.

‘Jin hêj di bin şert û mercên zehmet de dixebitin’

Parêzvana mafên cotkarên jin Munira Ben Salha, da zanîn ew ji bo bibe dengê jinên marjînalîzekirî yên bi xizanî û cûreyên tundiyê re têdikoşîn, beşdarî meşê bûye. Munira Ben Salha, destnîşan kir ji ber ku Biryarnameya bi hejmar 4’an a 2024’an nehatiye bicîhanîn, jin hêj di bin şert û mercên zehmet de dixebitin.

Munira Ben Salha, destnîşan kir divê bi awayekî lezgîn biryara ku mafên mîna veguhastina ewle û ewlehiya civakî dihewîne bê bicîh anîn û diyar kir ku sozên vala debara jinên karker mîsoger nake.

Munira Ben Salha, da zanîn jinên di sektora çandiniyê de ger biryar neyê bicîhanîn, greva giştî jî di nav de beşdarî çalakiyên cûrbecûr bibin û got: "Sebir xilas bû. Em hêza Tûnisê pêk tînin, lê em di nava xizanî û bêpariyê de dijîn. Wateya biryarên nayên bicîhanîn nîne.”

‘Jinên daxwaza azadî û jiyanek bi rûmet dikin, bi zext û girtinê re rû bi rû dimînin’

Ji Rêxistina Mousawat aktîvîst Salwa Kachk, got ku meş li dijî zilm û otorîterîzmê gavek pêwîst bû. Salwa Kachk, destnîşan kir ku herî zêde jin ji hilweşîna civakî, aborî û siyasî herî zêde bandor dibin û diyar kir jinên daxwaza azadî û jiyanek bi rûmet dikin, bi zext û girtinê re rû bi rû dimînin.

Salwa Kachk, destnîşan kir ku ev meş li dijî her cûre tundî û dîktatoriyê helwestek ji bo azadî, wekhevî û edaletê ye.