Zeyneb Kinaci bi koreografiyekê hat bîranîn
Rêzeçalakiyên ji bo pêşeng û fedayiya gelê Kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan), di salvegera wê ya 30’emîn de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê berdewam dikin.
Mexmûr – Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya pêngava ‘Niha Dema Jinê ye’ de, di salvegera 30’emîn a şehadeta pêşeng û fedayiya gelê Kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) de, du rojan rêzeçalakiyên cihêreng li dar xistin.
Rêzeçalakiyên ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve hatine organîzekirin li wargehê berdewam dikin. Di çalakiyê de jinên ciwan û ciwanan bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Jinên ciwan ên ku li pêşiya Parka Şehîd Aryen civiyan, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Zîlan ku dibêje ‘Zîlan manîfestoya jiyanê ye’ bi bîr xistin. Jinên ciwan piştre bi meşaleyan koreografiyeke bi nivîs xêz kirin û şehîd Zîlan bi bîr anîn.