Zanîngeha Rojava yekem pêşengeha zanistî lidar xist

Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha Rojava 1’emîn Pêşengeha Zanistî lidar xist.

Qamişlo - Zanîngeha Rojava yekemîn pêşengeha zanistî lidar xist. Ev pêşengeh gavek e ji bo nîşandana nûjeniyên zanistî, projeyên lêkolînî yên giranbiha û çareseriyên pratîkî yên ku ji aliyê xwendekar û lêkolînerên Fakulteya Endazyariya Çandiniyê û Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê.

 Ev pêşengeha li zanîngeha Rojava ya ku li taxa Hîlêliya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye, wê du rojan berdewam bike.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê komîteya Amadekar Sîdra Îbrahîm têkildarî pêşangehê bi xêrhatina xwendekar, mamoste û kesên amade kir û pêşangeh hat destpêkirin.

Fakulteya Endazyariya Çandiniyê bi 4 beşan beşdarî vê pêşangehê bûye:

“1- Cûreyên Şînatiyan: 10 tablo, 26 mînak bi şêwaza Herbaryom hatine ziwakirin

2- Şînatiyên Xemlê: 35 mînak hatine binavkirin

3- Cûreyên Tovan: 102 mînak ji berhemên herêmê hatî kirin û binavkirin

4- Kêzik: 5 tablo, 120 mînak ji kêzikên herêmê

5- Candiniya organîc: Fêrmî kombost”
   

 

Hevseroka beşa Çandiniyê li Zanîngeha Rojava Celîla Mihemed agahiyên berfireh li ser başdarbûna xwe ya di pêşangehê de, da ajansa me. Celîla Mihemed ragihand ku ev yekem tecrubeya ku pêşangeheke bi vî rengî tê lidarxistin û wiha domand: “Pêşangehên bi vî rengî pir girîng in, ji ber ku ev pêşengeh hemû agahî ne. Wekî beşa Çandiniyê me gubre û danasîna hin cureyên tovên herêmî, daîreya Kêzikan û Kêzikên ku li herêmê hatine dîtin, pêşkêş kir. Ev pêşangeh ji xwendekeran re derfetek vekir ku ew xwe bi xwe her tiştî ji vê pêşangehê re amade bikin.”

Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî bi deh berheman beşdarî vê pêşangehê bû:

“1- Robotekî zîrek ji bo paqijkirina panelên rojê

2- Lêkolîneke dîzaynkirin û pêkanînê ji bo robotekî ku dikare tiştan li ser pêpelûkan veguhezîne

3-Otomobîleke elektrîkî

4-Robotek pêşkêşkirina xwarinê

5-Robotek hişê çêkirî

6-Kursiyeke elektrîkî ji bo kesên xwedan pêdiviyên taybet in

7-Çandiniya zîrek a bi enerjiya rojê ve girêdayî

8-Kontrolkirina otomobîlek bi rêya têlefona destan

9-Dîzayna milekî robotîk ku tevgerên destan hîs dike

10- Kontrolkirina otomobîlê.”
 

Xwendekara beşa Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî Xedîce Silêman da zanîn ku ew û du xwendekar bi vê projeyê beşdarî pêşengehê bûne: “Projeya me robotekî zîrek ji bo paqijkirina panelên rojê ye. Ev Robot li gelek deveran tê bikaranîn. Du mamosteyên me bi me re bûn alîkar da ku em vê projeya xwe pêşkêş bikin.”