Zext û êrîşên rejîma Îranê li dijî xwepêşanderan didome

Li gorî HRANA, 224 jê zarok bi giştî 6 hezar û 730 kes hatine qetilkirin. Li aliyê din endamên Besîc ên ser bi rejîma Îranê li dibistanek jinan wêne û dîmenên xwepêşanderên hatine qetilkirin, nîşanî xwendevanan dan. Ev kiryar ji bo tirsandina xwendevanan

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRNA), rapora xwe ya têkildarî bîlançoya 49 rojên çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku mirina 7 hezar û 10 kesan hatine piştraskirin ku ji van 214 jê endamên hêzên rejîmê ne û 66 jî sivîlên di çalakiyan de cih nagirin in. Di raporê de hate gotin ku qetilkirina 224 zarok bi giştî 6 hezar û 730 welatiyan a ji hêla rejîma Îranê ve hatiye piştrastkirin. 

Hat gotin ku 11 hezar û 744 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin û 25 hezar û 845 kes birîndar bûne. Her wiha hate diyarkirin ku 141 xwendekar û 53 hezar û 845 kes hatine girtin, vîdeoyên 141 kesên rejîmê bi darê zorê daye axaftin jî ser televîzyonan hatine weşandin. Hat destnîşankirin ku rejîmê ji bo îfadeyê bang li 11 hezar û 52 kesan kiriye. 

Li hêla din; hat zanîn ku protesto, bişev bi girtin û vekirina ronahiyan û bi dirûşmên di şaneşînan de tên berzkirin didomin.

Rejîma Îranê ji bo dawî li xwepêşandanan bîne serî li rêyên nû dide

Li aliyê din zext û êrîşên rejîma Îranê yên li ser gelên Îranê didome. Divê çarçoveyê de li gorî malperek Îranî, endamên Besîc yên ser bi rejîma Îranê, ji bo tirsandina xwendevanan, serî li rê û rêbazên nû didin.

Tê gotin endamên Besîc yên ser bi rejîmê ve çûne dibistanek jinan ya li bajarokê Endîşe ya ser bi parêzgeha Tahranê. Li gorî çavkaniyê endam ji bo xwendevanan bitirsînin û tevlî xwepêşandanan nebin, wêne û dîmenên xwepêşanderên hatine qetilkirin, nîşanî xwendevanên jin dane.

Çavkaniyê ragihand ku di dema nîşandana dîmenan de, gelek xwendevan giriyane û rewşa wan a derûnî xirab bûye. Tê gotin rayedarên dibistanê û endamên Besîc ji xwendenvanan re gotine; “Encama guhdayîna terorîstan eve.”

Rejîma Îranê bivan gef û êrîşên xwe, dixwazin rê li xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigire. Bi taybet ku xwendevanên jin pêşengtiyê dikin, dixwazin bitirsînin û dawî li xwepêşandanan bînin.