Li Sariyeyê 3 jinên Bahayî bi kefalet hatin berdan
Sureyya Menuçehrzade, Faxîre Zahîdî û Şeyma Senaî yên ku endamên baweriya Bahayî ne, her yek bi danîna kefaleta 2 milyar tûmanî, ji girtîgeha Tirkela ya li Sariyeyê hatin berdan.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku di medyaya mafên mirovan de hatine weşandin, hemwelatiyên Bahayî yên bi navê Sureyya Menuçehrzade, Faxîre Zahîdî û Şeyma Senaî bi kefaletê ji girtîgeha Tirkela ya li bajarê Sariyeyê hatine berdan.
Her sê jin bi dayîna kefalê hatin berdan
Li gorî nûçeyan, Sureyya Menuçehrzade di 10’ê Îlonê de, Şeyma Senaî di 8’ê Îlonê de û Faxîre Zahîdî jî di 7’ê Îlonê de hatine berdan. Her sê jin jî piştî dayîna kefaleta 2 milyar tûmenî hatine berdan.
Ev her sê hemwelatî, di 22’ê Tebaxa îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Sariyeyê hatibûn desteserkirin. Ew destpêkê rakirin navenda binçavkirinê ya Rêveberiya Îstîxbaratê ya Sariyeyê ya ku wekî "Kaşuî" tê naskirin û piştre jî ji bo girtîgeha Tirkela hatibûn veguhastin.
Binçavkirina Sureyya Menuçehrzade û Faxîre Zahîdî bi beşdariya hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê pêk hatibû û di dema lêgerîna malên wan de hinek kelûpelên kesane û amûrên elektronîk hatibûn desteserkirin. Di dema binçavkirina Şeyma Senaî de jî mala bavê wê hatibû lêgerînkirin û hinek pirtûk, belge û kelûpelên wê yên kesane hatibûn desteserkirin.
Sureyya Menuçehrzade mamosteya Montessorî ye, Şeyma Senaî firoşkara berhemên paqijiyê û Faxîre Zahîdî jî dayika du zarokên biçûk e.
Der barê sûcdariya wan de tu agahî nîn in
Heta niha der barê sûcdariyên ku li dijî van her sê welatiyan hatine kirin de agahiyên berfireh nehatine belavkirin.