TAJÊ: Heman hişmendiya ku ferman li ser Şengalê pêkanî Jîna Emînî jî qetil kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 4’emîn salvegera Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku divê li dijî pergala kujer eniya berxwedana hevpar a jinan bê xurtkirin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi boneya 4’emîn salvegera Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ, di daxuyaniya xwe de diyar kir hişmendiya Jîna Emînî qetil kir û ferman li ser Şengalê pêkanî heman hişmendî ye.

‘Hêza pêşeng a guherînan şoreşa jinê ye’

TAJÊ, di destpêka daxuyaniya xwe de destnîşan kir di sedsala 21’an de guherînên gelekî bi lez û rûdanên dîrokî diqewimin û daxuyaniya xwe wiha domand: “Hêza pêşeng a van guherînan bêguman şoreşa jinê ye. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di şexsê Jîna Emînî û hemû şehîdên şoreşa azadiyê de ku li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî zilmê serî hildan û hatin qetilkirin, bi minetdarî bi bîr tînin.”

‘Bihêzkirina eniya berxwedanê rêya çareseriyê ye’

TAJÊ, di berdewamiya daxuyaniyê de bi bîr xist ku Jîna Emînî îro ne tenê sembolek e, bûye çirûsk û vîna serhildana jinan a li dijî hişmendiya baviksalar û pergalên kujer û wiha berdewam kir “Em wek jinên Êzidî yên ku li Şengalê rûbirûyê fermana herî hov a sedsalê bûn, êş, felsefe û armanca vê şoreşê pir baş fam dikin. Hişmendiya ku Jîna Emînî qetil kir, hişmendiya ku ferman li ser Şengalê rewa kir e. Lewma, li dijî vê pergala kujer û rêxistinbûyî, tenê rêyek a çareseriyê heye; ew jî bihêzkirina eniya berxwedana hevpar a jinan, parastina cewherî û avakirina Rêveberiya Xweser e.”

‘Yên ku dixwazin vîna gelê Şengalê teslîm bigirin, wê bi ruhê vê şoreşê werin têkbirin’

TAJÊ, da zanîn ku pêvajoya vejîn û rêxistinbûnê ya ku îro li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî bi rê ve diçe, bi silavkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” re dibe yek û diyar kir heta ku ev hişmendiya zordar û pergalên vîna jinê tune dihesibînin neyên guhertin, ne li Îranê, ne li Iraqê û ne jî li tu dereke Rojhilata Navîn aramî û demokrasî pêk naye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev peyman û hewildanên dixwazin vîna gelê Şengalê û jinên Êzidî teslîm bigirin, wê bi ruhê vê şoreşê ya azadîxwaz werin têkbirin.

‘Em ê dengê xwe bi tevahî jinan re bikin yek’

TAJÊ, ragihand ku ew ê careke din deng û têkoşîna xwe bi jinên li Rojhilat, Îran û hemû cîhanê re bikin yek û soza mezinkirina têkoşînê da: “Em soz didin ku bi mezinkirina rêxistinbûna xwe, em ê bersiva herî mezin bidin kujeran û pêşerojeke azad ji bo civaka xwe ava bikin.”