Zengilên şerê navxweyî li Rojhilata Navîn lê didin

Bi zêdebûna êrîşên siyasî û leşkerî yên hêzên serdest ên li ser herêmên cûrbecûr ên Rojhilata Navîn, çend pirs derdikevin holê. Gelo destwerdanên leşkerî û aborî yên hêzên derve dikarin herêmê bêaram bikin û derî li ber bêaramiyên berfireh vekin .

AVRÎN NAVDAR

Navenda Nûçeyan – Rojhilata Navîn serdemek bê mînak a aloziyê dijî. Tê de pevçûnên herêmî bi destwerdanên herêmî û navneteweyî re dikevin nav hev û pirsên li ser îhtîmala ku herêm bikeve nav aloziyek berfirehtir ku dikare bigihîje asta şerê navxweyî, derdixe holê. Bûyerên li Filistîn, Sûdan, Yemen û Sûriyeyê êdî bûyerên îzole nînin. Ew bûne xeleka di zincîra pevçûnan de ku ji Rojhilatê Deryaya Spî heta Deryaya Sor û Kendavê dirêj dibe.

Her ku pevçûn berfireh dibe, fikar zêde dibin

Di peyzajek herêmî ku enî li hev dikevin û berjewendî bi hev ve girêdayî ne de, pevçûnên li Filistîn, Sûdan, Yemen û Sûriyeyê êdî bûyerên îzole nînin, bûne xelek di zincîreyek berfirehtir a aloziyê de ku ji Rojhilatê Deryaya Spî heta Deryaya Sor û Kendavê dirêj dibe. Şerê berdewam ê di navbera Hamas û Îsraîlê de, dabeşbûnên leşkerî û siyasî li Sûdanê, pevçûna aloz a berdewam li Yemenê, hewldana rewakirina îdeolojiya cîhadîst li Sûriyeyê û êrîşên Îsraîl-DYA yên heyî yên li dijî Îranê, hedefgirtina baregehên Hîzbullahê li Lubnanê û Hêzên Seferberiya Gel li Îraqê, hemû hêmanên sereke ne di şekildana nexşeyek nû ya bandora herêmî de. Her ku pevçûn berfireh dibe, fikar zêde dibin ku ev enî dikarin bibin pevçûnek tevahî.

Xuya ye ku herêm bi hevkêşeyek aloz re rû bi rû ye

Her ku operasyonên leşkerî û danûstandinên agir di navbera aliyên pevçûnê de (Îsraîl û DYA li dijî Îranê) dijwar dibin, fikar zêde dibe ku ev enî dikarin veguherînin qadeke berfirehtir a tevlêbûnê. Bandorên wê dibe ku ne tenê bi pevçûnên derveyî ve sînordar bin, dikarin bighîjin hundirê Îran û Îraqê, ji ber qelsiya hevsengiyên wan ên siyasî, aborî, leşkerî û civakî. Bi vî rengî, xuya ye ku herêm bi hevkêşeyek aloz re rû bi rû ye: pevçûnên herêmî yên bi pîvanên navneteweyî, hevpeymaniyên sînor-derbas û îhtîmalên vekirî ji bo zêdebûna bêtir an ji nû ve xêzkirina nexşeya bandorê ya herêmî.
Di navbera zextên aborî û veguherînên civakî de Îran
Îran bi rêze krîzên kombûyî re rû bi rû ye ku faktorek diyarker di aramiya wê ya siyasî û civakî de pêk tîne. Rewşa Îranê ji ber nebaşbûna aborî ya ku welêt diêşîne. Enflasyona bilind, kêmbûna hilberînê, bêkariya bilind, bi taybetî di nav ciwanan de, bandora dorpêçên navneteweyî li ser sektorên girîng û hilweşîna diravê Îranê, hîn aloztir dibe. Ev krîz ne pêşketinên dawî ne, encama têkiliyek demdirêj a di navbera dorpêçên derve û nehevsengiyên navxweyî de ne. Bi zêdebûna pevçûna di navbera Îran û hêzên derve de, pirs ev e: gelo aboriya Îranê dikare li hember berfirehbûna pevçûna leşkerî li ber xwe bide?

Bandora serhildana Jin Jiyan Azadî

Li Îranê, serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê protestoyek demkî bû, vejînek gelêrî li dijî desthilatdarên Îranî yên ku jinan û civakê binpê dikin jî bû. Vê serhildana ku bi pêşengiya jinan desthilatê qels kir û bi zelalî îradeyek gelêrî ya zêde eşkere kir, ji bo veguherînek demokratîk a rastîn û radîkal têdikoşe. Ji perspektîfa modernîteya demokratîk ve, tevgera gelêrî gihîşt astek rêxistinkirîtir û hişmendtir, redkirina kûr a pergala heyî ya li Îranê diyar kir.
Hilbijartina gel faktora herî bibandor a di hevkêşeyê de ye
Van serhildanan her wiha pirsên li ser azadî, edalet û demokrasiyê ji nû ve geş kirin û bersiva herî guncaw a ku ji hêla gelê Îranê ve hatî pejirandin ew bû ku li gorî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" bijîn. Di nav krîzên kûr ên navxweyî û pevçûnên berdewam ên li Îranê de, gelê Îranê di diyarkirina pêşeroja xwe de mîna lîstikvanên navendî dimînin. Hilbijartin di navbera berxwedan û têkoşînê de ye. Ji bo avakirina pergalek alternatîf ku daxwazên gel, nemaze jinan, di çarçoveyek demokratîk de bicîh bîne ku dê bibe faktora diyarker di şekildana rêça navxweyî û derveyî ya Îranê de. Aramî an jî ketina nav bêaramiyek berfirehtir, ne tenê bi kiryarên elîtên siyasî an pevçûnên herêmî ve girêdayî ye. Di heman demê de bi şiyana gelê Îranê ya îradeya xwe nîşan bide û mafên xwe yên bingehîn ên civakî û aborî daxwaz bike ve jî girêdayî ye. Di dawiyê de, hilbijartina gel faktora herî bibandor a di hevkêşeyê de ye: ew ê bibe sedema reformên rastîn an jî aloziyên navxweyî ku nazikiya rewşê girantir dike û xetereyên herêmî zêde dike.

Îraq: Di navbera nazikiya navxweyî û şerê herêmî yê zêdebûyî de

Her ku êrîşên Îsraîl-Amerîkî yên li dijî Îranê zêde dibin, Îraq û Herêma Kurdistanê dibin qadeke hesas ku berjewendiyên herêmî bi hevsengiyên navxweyî re li hev dikevin. Welatê ku ji kombûna krîzên siyasî, aborî û civakî dikişîne, li ber sînorê nazikiya zêde dibe. Her şewqek derveyî, dikare teqînek navxweyî pêk bîne. Dabeşbûna mezhebî ya di navbera Şîe û Sunniyan de, digel nakokiya di navbera hêzên siyasî yên reqabetê de, bingehek berhemdar ji bo gurkirina nakokiyan peyda dike. Di vê çarçoveyê de, her zêdebûna êrîşên Îran-Îsraîlê an bersivên Amerîkî yên bi hevpeymaniya bi Îsraîlê ve girêdayî ne, dikarin zû veguherin pevçûnên li ser erdê û komên çekdar ên mîna Hêzên Seferberiya Gel wekî amûran di pevçûnek mezintir de bikar bînin. Ev dikare bibe sedema teqînek potansiyel a tundiyê li bajarên mezin ên mîna Bexda û Kerbelayê, ku dirêjî deverên sînor dibe.
Dibe ku nakokiyên di nav hêzên serdest de veguherin şerekî navxweyî yê mezhebî
Îraq bûye laboratuwarek zindî ji bo bandorên pevçûna di navbera Îran û Îsraîlê de, ku nakokiya herêmî bi nazikiya navxweyî re li hev dikevin. Eger gelê Îraqê ji vê senaryoyê bêxeber be û helwesta wan bê pirsîn bimîne, îhtîmala ku nakokiyên di navbera hêzên serdest de veguherin şerekî navxweyî yê mezhebî dikare bibe yek ji mezintirîn gefên ku li herêmê rû bi rû ye.

Senaryoya seferberiya DAIŞê: Gefeke dualî li ser Îraq û tevahiya Rojhilata Navîn

Bi zêdebûna êrîşên Îsraîl-Amerîkî yên li dijî Îranê re, xetereyeke din derdikeve holê: bikaranîna potansiyel a valahiya ewlehiyê û dabeşbûnên navxweyî, ji hêla terorîstên DAIŞê ve ku ji zindanên ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDF) ve di bin planeke navneteweyî de têne rêvebirin, hatine veguhestin.
Di vê senaryoyê de, DAIŞ dikare her fikareke herêmî an qelsiya navxweyî bikar bîne da ku bandora xwe li rojava û navenda Îraqê vegerîne. Zêdebûna leşkerî li dijî Îranê, kuştina Serokê wê yê Bilind û şopandina pevçûnên berfirehtir, li Rojhilata Navîn dikare derfetekê bide DAIŞê ku bê astengî tevbigere, çi ji bo destpêkirina êrîşên rasterast li ser sivîlan an jî ji bo vegerandina cihên stratejîk. Di vê rewşê de, Îraq dê ne tenê bibe qadeke pevçûnê di navbera Îran û Îsraîlê de, di heman demê de bibe qadeke ceribandinê ji bo teqînek dualî ku destwerdana herêmî û vejîna komên terorîst bi hev re dike yek. Ev yek îstîqrara tevahiya Rojhilata Navîn, nemaze Sûriyeyê, ku ji ber pabendbûna hikûmetê bi heman îdeolojiya selefî-cîhadî re têkiliyên berdewam bi DAIŞê re didomîne, tehdît dike.
Ev senaryo xetera dubarekirina qirkirina ku di sala 2014’an de li ser gelê Êzidî hat kirin tîne bîra mirov û nifûsa herêmê hîn bêtir ji tundiyê re xeternak dike.

Projeya Aştî û Civaka Demokratîk: Vîzyonek alternatîf ji bo pêşeroja herêmê

Li herêmek ku ji aloziya Îran-Îsraîl-Amerîkî bigre heya dabeşbûnên navxweyî yên li Îraq, Yemen, Filistîn û Sûdanê bi pevçûnên berdewam re rû bi rû ye, projeya "Civaka Aştî û Demokratîk" a rêber Abdullah Öcalan, wekî vebijarkek guncaw ji bo çareserkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn derdikeve pêş. Ev proje li ser avakirina civakek demokratîk a beşdar e ku sedemên bingehîn ên krîzên mezhebî, olî, civakî û aborî ku pir caran ji hêla hêzên navneteweyî ve têne organîzekirin, çareser dike û gel hêzdar dike ku çarenûsa xwe diyar bikin.

Ev proje ne tenê çareseriyek teorîk pêşkêş dike

Di qonaxa duyemîn a projeya xwe ku wekî "Qonaxa Entegrasyona Demokratîk" tê zanîn de, rêber Abdullah Öcalan tekez dike ku pêwîstiya diyaloga siyasî heye û xwe dispêre destwerdanên derveyî, ku pir caran dabeşbûnan zêde dikin, red dike. Proje wekî amûrek stratejîk a bi bandor ji bo ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn li ser bingeha beşdariya çalak a gel, edaleta civakî û naskirina cihêrengiya neteweyî û çandî tê hesibandin. Ev proje ne tenê çareseriyek teorîk pêşkêş dike, di heman demê de çarçoveyek stratejîk ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî û derveyî û vekirina rê li ber aştiyek mayînde li herêmê pêk tîne.