KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, dem dema azadiya Rêbertî ye

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1’emîn salvegera banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: “Pêvajo di ‘qonaxeke krîtîk’ de ye, divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û bi rengekî azad karibe siyasetê bike.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi wesîleya 1’emîn salvegera banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. KJK’ê  diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn dibe, ev yek ‘asteke krîtîk e’ û destnîşan kir ku pirsgirêk bi hin qanûnên serveyî çareser nabe.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

“Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ya 27'ê Sibatê ku di asta manîfestoyekê de ye, salek li pey xwe hişt. Rêber Apo bi hêza xwe ya siyaseta demokratîk pêvajoya ku herêma me di nav de ye bi hostatî nirxand û bi navê gel û çînên bindest û jinan, gaveke dîrokî avêt. Ev gav ne tenê destwerdana li pêvajoya rojane ye, destwerdana li sedan salên li pêşiya me ye û di asta ronîkirina serdeman de ye.

‘Em dilsozên bîranîna hevrê Sirri ne’

Ji bo Kurdan, gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn û bi esasî jî ji bo jinan bû stratejî û hêviya çareseriyê. Di salvegera yekemîn a Banga 27'ê Sibatê de em Rêber Apo û keda wî ya mezin a ji bo serketina bangê da, bi hurmet bi bîr tînin. Her wiha em hevrê Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minet bi bîr tînin ku ji bo xwişk-biratî, hevgirtina azad û wekhev a gelên Kurd û Tirk kedeke mezin da, canê xwe da û di xwendina bangê de rol girtibû. Dilsoziya me ya bi bîranîna hevrê Sirri ji bo serketina vê pêvajoyê wê bibe têkoşîna me ya bi biryar.

‘Ev serketin a Rêber Apo ye’

Di ser bangê re salek derbas bû û di nava vê salê de Rêber Apo kedeke awarte ya aştiyê da, hêza Rêbertî, hêza siyasetê bi rengekî girîng danî holê. Li ser vê bingehê PKK'ê Kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û li ser esasê rêveberiya Rêber Apo biryar hate dayin ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bê anîn û PKK bê fesihkirin. Di 11'ê Tîrmehê de ji bo nîşandana biryardariya xwe bi pêşengiya hevala Besê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesî pêk dihat, çalakiya şewitandina çekan pêk anî. Her wiha hêzên me yên li herêmên şer ên li Bakur vekişiyan, ji ber şer kesek nemir. Di nava vê salê de gelek bûyerên mezin û bi lez qewimîn. Bêguman bandor û rêbertiya rêxistinî û siyasî ya Rêber Apo nebûya ev pêşketin jî nedibûn. Ev serketin, tekez serketina Rêber Apo ye.

‘Pêvajo êdî gihîştiye ber asta hiqûqî’

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi qonaxa duyemîn ve diçe. Pêvajo êdî gihîştiye ber asta hiqûqî. Em di xaleke krîtîk de ne. Rêveçûna ji niha û pê ve ya pêvajoyê bi nêzîkatiya dewletê û nûnerên wê yên siyasetê ve girêdayî ye ku bi rengekî cidî xwedî li pirsgirêkê derkevin û çareser bikin. Pêwîstiyeke esasî ya vê yekê jî ew e ku Rêber Apo bibe xwedî wan mercan ku bi rengekî azad bixebite û siyasetê bike. Rêberekî ku yekîtiya dîrokî ya gelên Kurd û Tirk nû dike, stratejiyeke hevpar a sedsalî diyar dike û hêza vê yekê ya stratejîk datîne holê, şert e ku ji aliyê fîzîkî ve azad be û bikaribe siyaseta azad bike.

‘Di vê xala krîtîk a dîrokî de nêzîkatiyeke li aliyê aqil, rast û maf divê nîşan bidin’

Bêguman pênasekirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke tevlîhev û dîrokî ye bi gotineke klasîk a terorê û nêzîkatiya ku dixwaze bi hin qanûnên serveyî pirsgirêkê çareser bike, nayê qebûlkirin. Di demekê de ku salek di ser bangê re derbas bûye, gelekî girîng e ku nûnerên dewletê bi taybetî nûnerên siyasetê bi rengekî hîn aqilane û stratejîk nêzîk bibin. Ji ber ku rewşa konjonkturî ya ku em di nav de ne li gel destketiyên mezin her wiha dikare bibe sedema windahiyên mezin. Ji bo her kesî wê ya herî rast ew be ku biryarên rast bêne wergirtin, gavên rast bêne avêtin, bi nêzîkatiyeke demokratîk û azadîparêz ber bi xwişk-biratiyê ve ji dil bimeşe. Lewma yên ku li nava dewlet û siyasetê di asta biryardanê de ne, divê di vê xala krîtîk a dîrokî de nêzîkatiyeke li aliyê aqil, rast û maf nîşan bidin.

‘Divê aştî bê civakîkirin’

Heqîqeteke vê pêvajoyê jî ev e ku aştiya esasî di navbera gelan, jinan û dayîkan de pêk tê. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku gel, kedkar, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, dayîk û jinên Tirkiyeyî xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û li ser vê bingehê dûrî pêşhukm û dijberiyê li hev bikin, bibin xwişk-bira. Li ser vê bingehê em bang li alîgirên aştî, demokrasî, xwişk-biratiyê, bang li kedkaran, dostan, rewşenbîr û hevrêyan hemûyan dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê hîn bêhtir kedê bidin û aştiyê civakî bikin.

‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dayîkên xwe yên aştiyê, jinên Kurd ên ku timî pêşengî ji têkoşînê re kirine dikin ku bi îdîaya serketinê û mezinkirina têkoşîna aştiyê beşdarî pêvajoya avakirina civaka demokratîk bibin. Em sala duyemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em rêgeza hêviyê ji hêviyê wêdetir veguherînin heqîqetê.”