Aqûbeta 2 jinên Belûc ên hatibûn binçavkirin nayê zanîn

Roya Raeîsî û Parîsa Sedîghî yên di dema xwepêşandanan de li Çabaharê hatin binçavkirin û ji Girtîgeha Navendî ya Zahidanê re hatin sewqkirin, hê jî di binçav de ne û aqûbeta wan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Çavkaniyên mafên mirovan li Belûcistanê, ragihandin ku Roya Raeîsî û Parîsa Sedîghî yên Belûc ên beriya 48 rojan hatibûn girtin, hê jî li Girtîgeha Navendî ya Zahedanê girtî ne û aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî raporê, Roya Raeîsî 26 salî ye û Parîsa Sedîghî jî 26 salî ye û zarokek wê ya 8 salî heye. Hate diyarkirin ku her du jin jî ji Çabeharê ne. Ev her du welatî di xwepêşanan de hatin binçavkirin û piştre ji bo Girtîgeha Navendî ya Zahedanê hatin veguhestin.