Zehrîban Hisên: Têgeha jinebî ji çanda Satî hatiye

Endama Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên tekez kir ku têgeha jinebî ji çanda Satî tê û bi vê têgehê çarenûsa jinan a sînordar, li gorî feraseta baviksalar teşe digre.

RONÎDA HACÎ
Hesekê –
Mijara me, gelek caran di nava civakê de tê nîqaşkirin lê kêm caran bi perspektîfeke felsefî, zanistî yan civakî tê dîtin û nirxandin. Di nava civakê de gelek têgeh hene û bandora wan a neyînî li ser jinan û civakê heye. Yek ji vana jî, têgeha jinebî ye. Ev têgeh ji ku hatiye? Di civakê de, dema ku hevjînê jinek dimre, ji wê jinê re ‘jinebî’ tê gotin. Akademiya Jineolojiyê der barê vê mijarê de lêkolîn kiriye û me jî xwest bi riya ajansa xwe em encamên lêkolînan parve bikin.
Endama Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di peyama xwe ya 8’ê Adarê de behsa hinek çandan kiriye û li gorî wê lêkolînan dest pê kiriye û got: “Akademiya Jineolojiyê ji dema ku Rêber Apo peyam şandiye ve dixebite û di 8’ê Adarê de, dema ku peyamek şand, behsa hinek çandan kir. Çanda jinên qesrê, çanda Satî û avakirina jinên azad. Di van çarçoveyan de, me li ser van çandan, bi taybetî li ser çanda Satî, lêkolîn kir ku li ser wê nîqaş û lêkolîn hatin kirin. Me xwest encamên van lêkolînan bi riya we bi civakê re parve bikin.”
‘Têgeha jinebî û qonaxa adê ji çanda Satî hatiye’
Zehrîban Hisên destnîşan kir ku hinek têgeh li ser jinan tên ferzkirin lê li ser mêran nayên ferzkirin û wiha got: “Lêkolîn û nîqaşên ku li ser têgeha jinebî hatin kirin ew bûn ku jinebî jinek bê mêr e lê gava me li efsaneyan nihêrt, me dît ku têgeha jinebî di gelek zimanên cûda de tiştekî balkêş eşkere kiriye. Di zimanê japonî de tê wateya ku mirov hê nemiriye û di zimanekî din de jî tê wateya jiyana ku bi mirinê re berdewam dike. Dema jinek dimre, ji bo wesfkirina mêrekî tu gotin nayê bikaranîn û tu adet an kevneşopiyên ku jiyana wî sînordar dikin, mîna jinan, li ser wî nayên sepandin. Di ola Îslamê de, dema mêr dimre, jin dikeve serdema îddayê çar meh û deh rojan dernekeve derve. Em van tiştan dibînin û fam dikin ku peyva "Jinebî" ji çanda Satî hatiye girtin.”
Çanda Satî çi ye ?
Zehrîban Hisên wiha behsa çanda Satî kir: “Peyva satî tê wateya jineke paqij an pîroz ku ji bo hevjînê xwe, xwe dişewitîne. Yan jî li gorî felsefeya çîna Rajput, satî tê wateya jineke rastgo ku dikaribûye xwe wekî diyariyek pêşkêş bike. Bawer dikirin ku bi vê yekê ew ê xwe, endamên malbata xwe û xizmên xwe ji barê ji nû ve zayînê, yan jî vejînê ku li gorî baweriya Hindiyan "veguherîna giyanê miriyan ji bo heywanek an çûkek" e, azad bike. Satî adeteke kevnar a Hindî ye ku niha qedexe ye. Tê de jineke jinebî, bi dilxwazî yan bi zorê, xwe li ser agirê cenazeyê hevjînê xwe dişewitîne û zindî tê şewitandin. Satî kevneşopiyek bû ku ji jinebiyek tê xwestin an mirinê qebûl bike û tevlî mêrê xwe bibe yan jî mayîna jiyana xwe wekî jinebî derbas bike.”
‘Bi têgehan jiyana jinan xêz dikin’
Zehrîban Hisên diyar kir ku di wê serdema Satî de li ser mêran şewat nedihat ferzkirin wekî ku îro tu têgeh li ser mêrên ku hevjîna wî diçe ser dilovaniya xwe nayê kirin û wiha berdewam kir: “Şewat tenê ji bo jinan dihat ferzkirin, ne ji bo mêran. Dema ku em di dema me ya niha de li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê dighîjin berdewamiya çanda Satî, em dibînin ku ew bi riya têgehek an adet û kevneşopiyan berdewam dike û bi vî rengî çarenûsa reş li ser jinan ferz dikin. Divê ku jin qedera xwe ya tarî qebûl bikin, ya ku civak û feraseta otorîter ji bo wan xêz kiriye.”
‘Piştî vegera ba dê û bavê xwe min fam kir ku ji bo xwe nedijiyam’
Zehrîban Hisên tekez kir ku derbarê têgeha Jineolojî de bi jinên ku hevjînê wan çûne ser dilovaniya xwe re hevdîtin kirine û li ser hevdîtinan wiha got: “Em bi jinên ku hevjînên wan mirine re civiyan û ez dixwazim gotinên ku yek ji wan jinan got bînim ziman. Wê wiha got: ‘Dema ku hevjînê min mir û ez vegeriyam mala dê û bavê xwe, min fêm kir ku ez ne ji bo xwe, ji bo mêrekî dijîm. Gava pêdiviya min bi tiştek çêdibû tundiya aborî li min dikirin. Min nizanibû ji kê re bêjim ku ez hewceyê pere me. Wê demê, min fam kir ku ez ji bo mêrekî û ji bo zarokan dijîm ne ji bo xwe.”
‘Serxwebûn ji bo jinan riya jiyanê ye’
Zehrîban Hisên da zanîn ku ji bo jinan di her warî û alî de serxwebûn bi taybetî serxwebûna aborî girîng e û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, her dem, piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, em dibêjin ku divê jin di warê aborî û warên din de xwe bispêrin xwe. Ji ber vê yekê divê jin bi pêş bikevin, xwedî bawername û zanîn bin. Dema jin di warê aborî de xwe perwerdekirî, pêşketî û xweser bin, riya xwe dibînin û ev riya azadiyê ye. Ji ber vê yekê, hemû sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya jinan û pêşxistina wan, di hemû waran de dixebitin da ku jin bi azadî û rûmet bijîn.”
‘Çareserî guhertina feraseta baviksalar e’
Zehrîban Hisên di dawiyê de got ku hemû pirsgirêk û sînorkirinên civakê yên ji hêla ol, şert, adet û kevneşopiyên derveyî ve li ser jinan tên ferzkirin, vedigerin kokên feraseta mêr. Ji ber vê yekê, guhertina vê zihniyetê bingeha çareseriyê ye di civakê de û avakirina civakek wekhev li ser bingeha malbata demokratîk e.