Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di şahiya Newroza Amedê de bê xwendin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşadanên dawî nirxandinên xwe dike.

Navenda Nûçeyan – Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi awayekê coş tê pîrozkirin. Newroza Amedê îsal jî di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Xebatên Newrozê li tevahiya bajar berdewam dikin. Çav li rêye ku cardin zêdeyî milyonek kes li Amedê Newrozê pêşwazî bike.

Tê payîn ku Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza îsal de balê bikişîne ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.