Zarokên Taîzê di navbera dorpêça şer û kêmaniya lênêrînê de ne

Di qada şerê ku bandorê li herkesî dike de, Îbtisam ed-Dabab xwe di nava zarokên di nava dorpêçê de tên perçiqandin de dibîne. Li Yemenê dorpêça xwedî pêdiviyên taybet û nebûna lênêrînê.

RAHME ŞENAZUR

Yemen-
Li bajarê Taîz ê başûrê Yemenê zarokên xwedî pêdiviyên taybet, di şertên giran ên mirovî de dijîn. Di nava xwedî pêdiviyên taybet ên bajarê Taîzê de, Down sendrom, atrofisiya mejî, hîdrosefalî û serê ji normalê mezintir û biçûktir cih digre. Tevî zêdebûna di van bûyeran de, xizmetên perwerde û rehabîlîtasyonê ku pêşkêşî vê beşê dike, di asta hema bêje nîne de ye.
 

Yek ji mamostaya pola dibistana dewletê ya bajarê Taîzê Îbtisam Abdulvasî ed-Dabab di heman demê de rêvebera dibistana Hêviyê ya rehabilîtasyon û lênêrîna zarokên xwedî pêdiviyên taybet e, hewl dide qadek bi ewle ji bo van zarokan ava  bike.

 

Ev pola ku li gorî zarokên xwedî pêdiviyên taybet e nehatî dîzaynkirin, ji ber nebûna alternatîf an jî navendên pispor, dibistana Hêviyê bûye navendek demkî.

‘Pêdiviyên zarokan bi navendekê heye’

Îbtisam Abdulvasî ed-Dabab, diyar kir ku pêdiviyên bingehîn ên pêşkêşî van zarokan dikin di asta asgarî de ye, pêdiviyên wan zêdetir e, ji wan re navendên li xwegir û kadroyên pispor lazim e û wiha got: “Tiştê ku îro heye, hewldanek li hemberî sax mayînê ye. Di sala 2001’an, de dibistan ji aliyê Dr. Hadice es-Siyaga ve wek komeleyekê hatiye avakirin û piştî têkoşîna bi salan dom kiriye,  di demekê de bûye saziyek fermî. Yek ji projeyên herî girîng êh komeleyê, avakirina dibistana Hêvî ya ji bo zarokên Down sendrom, atrofisiya mejî, serê mezin an biçûk û hidrosefalî û hemû cûrên pêdiviyên taybet e bû. Komeleyê di bin serokatiya Dr. Hadîce es- Siyagî de heta sala 2025’an mîsyona xwe domandiye, lê belê ji şertên Yemenê jiyaye, bandor bûye. Ji Adara 2015’an heta dawiya salê perwerdeya xwe sekinandiye. Di vê demê de, ji bo zanîna aqûbeta zarokên xwedî pêdiviyên taybet, hê li cihê xwe ye û an na, koç kirine an na, mirine an na, di aliyê lêgerîna wan de min dest bi rêwîtiyek zor kir. Ez li kolanên Taîzê û navçeyên wê ji bo dîtina wan geriyam.”

‘Li taxên cûda li dibistanan geriyam’

Li gel ji nû ve destpêkirina hewldanên perwerdê Îbtisam ed-Dabab ji bo vê beşê di mijara dîtina cihek guncaw de rastî zoriyên mezin hatiye. Îbtisam wiha got: “Meqamên xwecihî an jî ji aliyê meclîsên xwecihî ve, ne desteka avahî ne jî ya lojîstikê nehate pêkanîn. Ne di mijara kirê ne jî di aliyê amûrên xwegihandinê de. Ev rewş, zorê lê kir ku di taxên cûda yên bajêr de li malên kirê bigerin. Mamosteyan, ji bo hewdanên wan ên berê vala neçin û ji bo pêkanîna domandina perwerdeyê, di vegera li kar de israr kirine.”
Lewma jî Îbtisam ed-Dabab, serî li ofîsa xebat û karê civakî, rayedarên xwecihî û ofîsa perwerdeyê daye. Berê wê dane dibistana es-Sadik. Lê belê ji ber nebûna dibistanê, di serî de xwendekar qebûl nekirin. Piştre tenê du pol ava kir. Yek di asta amadekarî û ya din jî di asta bingehîn de. Her dû jî hemû kategoriyên astengdariyan digre nava xwe, di heman demê de qada îdarî û depo pêk anî. Ev sazûmanî heta dawiya 2019’an dom kir.

Dibistanê ji nû ve avakir

Piştre Fona Rehabîlîtasyonê û lênêrîna astengdaran, neçar kir ku dibistan bibe xwedî bunyeyek serbixwe. Bi vî awayî li herêma Sîne avahiyek kirê kir. Lê belê lihevnekirina di nava xwediyê malê de û zêdebûna kirê, rê li ber şerê hiqûqî ku du salan bidome vekir. Di vê pêvajoyê de, ji bo qeyda xwedekarên din dîsa dest bi lêgerînan dike. Di encamê de vegeriya dibistana es-Sadik û  qata çaran a dibistanê vekir. Polan anîn halê guncaw, dîsa dest bi xebatên perwerdeyê kir.

‘Qada perwerdeya guncaw, di serkeftina van xwendevanan de faktorek girîng e’

Îbtisam ed-Dabab wiha got: “Niha li dibistanê 188 xwednekarên astengdarên mêjî hene. Xwendekar di astên amadekarî û bingehîn de bûane du kom. Di nava van de xwendekarên Down sendromî cih digrin. Dibistan bernameyên çalakiyên cûda yên perwerdê, perwerdeya pîşeyî, rehabîlîtasyon, tenduristî pêşkêş dike. Lê belê ji ber kêmaniya avahiyên guncaw, xebat hê sînordar in. Qada perwerdeya guncaw, di serkeftina van xwendevanan de faktorek girîng e.”

‘Me perwerdeyên pîşeyî dida xwendekaran’

Îbtisam ed-Dabab, dema beriya şer bi bîr xist û da zanîn ku piştî pola 6’an a dibistanê ji bo xwendekaran bi awayek pîşeyî perwerde bikin, atolyeyan didin û got: “Keç perwerdeyê hunerên dest û kur jî perwerdeya marangoztiyê dibînin. Hinek xwendekar li restorant, firoşgeh, fabrîqe û baxçeyan hatin bicihkirin. Lê belê şertên heyî yên aborî û psîkolojîk domandina vê pêvajoyê asteng kir û derfetê kar ji bo vê koma xwendekar hate girtin.”

‘Em hedef dikin ku atolyeyên pîşeyî ji nûve vekin’

Îbtisam ed-Dabab destnîşan kir ku saziyên civaka sivîl destekên sînordar pêşkêş kirine, alîkariyên biçûk ên wek pere û paketên xwarinê û got: “Di roja me de hedef hê mezintir in û em hedef dikin ku atolyeyên pîşeyî ji nûve vekin û bernameyên rehabîlîtasyonê berfireh bikin. Bi taybetî bi zêdebûna hejmara xwendekaran, ev pêwîstî hê zêdetir girîngî qezenc kiriye. Ev beş civakê lewaztiya di mijara qebûlkirinê de ava kiriye. Ev rewş beşdariya mekanên xebatên derve û werzîşê sînordar dike û bandorê li kalîteya perwerdê dike. Hê di aliyê hişmendî û berfirehî de kêmasî hene.”