Ji REPAK’ê Panorama tekoşîna jînan ya sala 2025
Rêxistîna REPAK'ê, Panorama sala 2025’an a tekoşîna jinan ya li hember mêr-dewlet, encam û rêbazên tekoşînê weşand.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina REPAK (Rêxirewî Peywendîyên Jinên Kurd) Panoramaya sala 2025 a tekoşîna jinan weşand. Di vê panoramayê de tekoşîna jinan li hember pergala baviksalariya mêr-dewlet û tundiyê û heman demê de encamên tekoşîna jinan bi berfirehî hatiye dest girtin.
Panorama bi rojevên jinên van welatan hatiye amadekirin rojevên jinên Ewrûpî, Rojeva jinan li welatên Balkanan, Rojevên jinan li Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê, Rojeva jinan li Abya Yala, Rewşa jinan û tevgerên jinan li Başûr û Başûr Rojhilatê Asyayê, Afrikaya Başûr, Rojeva Jinan a Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê.
Bi kurtasî di panormayê de rewşa cîhanê a Tundutujî, Şer, Ekolojî, Xizanî, Di tevgerên Gelan de Pêşengên Jin û Politikayên Nifûsê de pirsgirêkên jin û rêbazên tekoşînê a sala 2025’an bi lêkolîneke berfîhreh tê nirxandin.
Di heman demê de bi gotina; ‘Em dibêjin serdest nikarin vîna me ya têkoşînê asteng bikin, bawerîya me ji bo avakirina jîyanekî azad û dadperwer mezîne. Emê îsal bikin sala desxistina maf û azadîyan. Lewra em dibêjîn; Tekoşînê bidomînin!’ bi dawî dibe.