IWA’yê bang li jinên cîhanê kir: Şoreşa Rojava biparêzin

Rêxistina IWA ya Ewropayê, banga parastina şoreşa jinê ya li Rojava kir û got: "Divê hemû kesli dijî rewabûn, fînansekirin û hevkariya bi hemû hêzên ku êrîşê Rojava dikin derkevin. Piştgirî bidin jinên ku li qadê li ber xwe didin."

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Îtîfaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) ya Ewropayê, bi daxuyaniyekê hevgirtina xwe ya bi jinên Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re ragihand.

IWA’yê, destnîşan kir ku armanca êrîşên ku di 6’ê Çileyê de dest pê kirine demokrasiya bingehîne û hat gotin armanca van êrîşan ji holê rakirina azadiya jinan e û ferzkirina rejîmeke navendî û baviksalarî ya nû ye. Di daxuyaniyê de, hat gotin ku êrîş ji aliyê hêzên Colanî ve bi piştgiriya Tirkiyeyê hatine kirin û hat destnîşan kirin ku ev êrîş bêyî erêkirina hêzên navneteweyî yên wekî DYE, Keyaniya Yekbûyî, Îsraîl û Tirkiyeyê ne pêkan bû. IWA’yê, her wiha da zanîn ku berpirsiyariya sermayeya navneteweyî, şîrketên gaza xwezayî û petrolê, bazirganên çekan û aktorên aborî di van êrîşan de heye.

‘Hedefa şer jin in’

IWA’yê, destnîşan kir ku armanca herî sereke ya vî şerî jin in û ev tişt hate gotin, “Şervanên jin hatin înfazkirin û cenazeyên wan hatin texrîbkirin. Jinên ku hatin dîlgirtin hatin qetilkirin, winda bûn û wekî xenîmet hatin nîşandan. Keziyên hatine birîn wekî sembola serdestiyê di merasîman de hatin nîşandan. Peykerên jinên berxwedêr hatin xistin. Ev kiryarên terorîstî ne ku armanca wê ji holê rakirina bîr û siberoja azadiya jinan e.”

Ji jinên cîhanê re banga parastina şoreşa Rojava

IWA’yê, ji bo parastina şoreşa jinan banga seferberiya berdewam li tevahiya jinên li seranserê cîhanê, rêxistinên femînîst, sendîkavan, rêxistinên şoreşgerî û hemû hêzên li dijî emperyalîzmê kir. IWA’yê destnîşan kir ku divê her kes li dijî rewabûn, fînansekirin û hevkariya bi hemû hêzên ku êrîşê Rojava dikin derkevin û ev tişt hat gotin, “Piştgirî bidin jinên ku li qadê li ber xwe didin, ew ne qurbanî ne. Berevajî ew şoreşger in!”