Zarokên keç dibin mexdûrên doza xwînê

Zarokên keç, ji ber kevneşopiya zayendperestî ya “berdala xwînê” ya dispêre avahiya baviksalar ku hêj li hinek herêman didome, di nava malbatan de rastî pevguhertinê tên.

NESÎM AHMEDÎ

Kirmanşan – Ne mafê zarokên keç ên îtîrazkirinê heye û ne jî mafê axaftinê; zarokên kêç di nava malbatan de ji bo dawîanîna dozên xwînê mîna eşyayek di bin mijara bazartiyê. Armanca vê yekê, pêşîgirtina kuştina mêrekî din e. Ji ber ev çanda şaş a “berdala xwînê”, di navbera malbatan de ji bo dawîanîna doza ku du mêran daye destpêkirin, zarokên keç dibin mexdûrê pevguhertinê.

Bi gelemperî ji bo dawîanîna doza xwînê ya di navbera du malbatan de, xwişk an jî keça malbatê, bi mêrêkî din a malbata din re tê zewîcandin. Zarokên keç tenê ji ber zayenda xwe neçar tên hiştin bibin berdalên dozên xwînê.

Jina binavê Fûziye M. ya 60 salî, der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Di nava malbata me de cînayet pêkhat. Birayê min ê 20 salî hate girtin. Piştî nakokiyên dem dirêj, xwişka min di berdala xwînrijandinê de, bi kurê malbata din re hate zewicandin. Xwişka min piştî mehek dawî li jiyana xwe anî. Şer ji nû ve destpêkir û vê care xwestin min bidin zewicandin. Vê demê ez 11 salî bûm û di tevahiya zewaca xwe de her roj rastî îşkenceyê hatim. Piştî vê yekê min fêmkir ku xwişka min çima dawî li jiyana xwe anî. Lêbelê min ji ber xwişka xwe ya 6 salî tehemûla vê yekê kir. Ji ber ger min jî dawî li jiyana xwe anî ba, wê xwişka min a 6 salî zewicandiban. Rûxmê ku 50 sal jî derbas bûn, heta niha min bavê xwe efû nekir. Bavê min ji bo rizgarkirina kurê xwe, du zarokên xwe yên keç feda kir.”

‘Kevneşopiya dijmîna jinan hê didome’

Jina navê Meryem Muradî bikartîne, diyar kir ku zarokên keç mîna qurban tên hilbijartin û got: "Di dîrokê û roja me ya îro de, di têkiliyên dîplomatîk ên di navbera du hêzan de, zarokên keç mîna diyariyek an jî ji bo çareserkirina nakokiyekê hatin pêşkêş kirin. Lê kevneşopiya herî dijmînatiya jinê, di çareseriya nakokiyên di navbera eşîran de fedakirina zarokên keç e. Ji ber zarokên keç ji bo kişandina êşan mîna qurbanek zindî, ji aliyê malbata sûcdar ve ji bo malbata mexdûr tê pêşkêş kirin. Ev kevneşopî hêj jî didome û her sal gelek zarokên keç dibin mexdûrê vê yekê. Hê ji kesên ku vê yekê mîna ‘kevneşopiyek hêja' dibînin hene."

Her çend di roja me ya îro de bi saya mafên jinan û xebatên hişyarkirinê beşên mezin ên civakê, kevneşopiyên bi vî awayî mîna dijmînatiya jinê binav dikin jî, kesên girêdayî fikra baviksalar hêjî di parastina vê kevneşopiyê de bi israr in.

Feraseta baviksalar hewil dide vê kevneşopiyê rewa bike

Di salên dawî de, parêzgehên mîna Fars, Lûristan, Çaharmehal-Behtiyarî û Xuzistan, hewl dane vê kevneşopiyê mîna "mîrata çandî ya ne madî" tomar bikin. Bivî awayî, hewildan bi ji nû ve binavkirina vê kevneşopiya dijmînatiya jinê re, vê kevneşopiyê rewa bikin.

Wekî mînak, serdozgerê berê yê bajarê Şûşê Sadîk Caferî Çegnî, israr kir ku ev kevneşopiyê mîna "merasîma aştî û lihevkirinê" û sembola "edaleta sazkirinê" bê dîtin û tomarkirin. Lêbelê, di pênaseya "edaleta sazkirinê" de beşdariya dilxwaz a mexdûr û sûcdar girîng e. Lêbelê berdala xwînê, ji dilxwazbûnê dûr e; li ser jinê tê ferzkirin û lihevkirin tenê di navbera mêran de pêk tê.

Piştî vê yekê, gelek jinên li Şûşê di bin sernavê "Ezê nebim berdala xwînê, ezê nebim navberykar" de kampanyayek dan destpêkirin. Bivî awayî, tomarkirina fermî ya vê kevneşopiyê hate rawestand. Lêbelê, pisporan bifikarin ku ev kevneşopî di pêşerojê de carek din bê rojevkirin.

‘Tomarkirina vê kevneşopiyê wê bibe sedema xeteriyên mezin’

Parêzvana mafên jinan Pervîn S. jî têkildarî fikarên xwe yên tomarkirina fermî ya vê kevneşopî de anî ziman û van hişyaran da:

"Ger ev kevneşopî bê tomar kirin, dibe ku di pêşerojê de mîna qanûnek fermî bê pêkanîn. İsrara mêran, pîroz dîtina vê kevneşopiyê ye. Ger tiştek bivî awayî pêkwere, wê di pêşerojê de zêdetir zarokên keç bibin mexdûrê vê yekê.”

Pervîn S., di dawiya axaftina xwe wiha got: “Koka vê kevneşopî, xwe dispêre serweriya mêr. Berhemek rasterast a nêrîna feraseta baviksalar e. Tomarkirina vê yekê ya mîna "mîrateya neteweyî" û mîna tiştekî pîroz dîtin, dê di pêşerojê de bibe sedema qurbanîkirina zarokên keç ên mîna şêweyek koletiyê ya nûjen.”