Çepikên li ser cenazeyan tên çi wateyê?
Komkujiyên ku li Îranê di meha Kanûna 2025’an de dest pê kirin, ji mantiqa desthilatdariya ku şîdetê normal dibîne çêbûye. Dema ku ev şîdet zêde dibe êdî zimanê desthilatdariyê tenê mirin e. Çepikên li ser cenazeyan, ne hêzê nîşaneya asta bi xeter e.
KEZÎ KURDISTANÎ
Navenda Nûçeyan– Di dîroka nûjen de gelek dewlet —ên herî tund û otorîter jî— neçar mane bi “gel” re têkiliyeke sembolîk daynin, şeklî be jî sembolîk û sexte be jî lê awayê rêveberiyek wisa heye ku ne gel weke çavkaniya meşrûyetê dibîne, ne kirdeyek siyasî ne jî weke meseleyek sereke dibîne. Rejîmên wiha mirov dikare wan bi weke “rejîmên îstîsmarê” bi nav bike; ji aliyê klasîk ve ne bi temamî despotîk, in ne di warê sedsala 20’an de tenê totalîter, ne jî tenê pergalên mafyayî ne.
Dijberî wê di nava bîrdoziyeke olî ya taybet de dibin yek.

Komara Îslamê ya Îranê di vî warî de mînakek berbiçav e. Çavkaniya meşrûyetê ya vê rejîmê ne îradeyek giştî ne civakî ne jî netewperestiya nûjen e.
Desthilatdarî ne ji gel ditirse ne jî pêdivî bi gel dibîne lê di heman demê de gel ji bo xwe weke gefek potansiyel dibîne. Encam awayê rêveberiyek ku her dem xwedî guman e. Civak ne hevkarê siyasetê, qadeke kontrolê ye. Li vê derê şîdet ne îstîsnayek e, rêbaza veşartî ya pergalê ye; di demên krîtîk de xwe dide der.
Fiqih beka û komkujî
Ji bo ku mirov komkujiyên di meha Kanûnê de hatin kirin fam bike divê li aliyê fiqhî yê desthilatdariyê binêre. Di feraseta serdest a şiî û siyasî de “parastina pergalê” beriya her tiştî ye. Ev îfade ne dirûşmeke siyasî ye, hukmeke fiqhî ye. Ji ger ku rejîm qaşo xwe disperse vermanên ‘îlahî’ û ev yek weke “xêr” tê pejirandin; her tiştê ku ji bo bekaya wê gef e teqez xirab e.

Di vê çarçoveyê de şîdet ne têkçûna siyasetê ye, amûra meşrû ye. Komkujî ger ji bekaya rejîmê re xizmetê bike, ne tenê caîz e, wacib. Tam di vê xalê de fiqih bi teknîka rêveberiya totalîter re dibe yek. Totalîtarîzm dijberî despotîzma klasîk, tunekirina bi awayê fizîkî weke amûr dibîne ji xwe re. Ne ji bo ku paşerojê ceza bike, ji bo ku li ser pêşerojê endezyariyê bike. Dema ku ji vî alî ve tê nihêrîn, tiştên ku di meha Kanûn 2025’an de dest pê kirin “bertekek hestiyar” nebû, biryara komkujiyê ji aliyê pergalê ve hatibû dayîn. Pergala komara îslamê ya ku bi torên aborî, ewlehî û bîrdozî re bûye yek, dema ku kolan ji kontrolê derketin, rûyê xwe yê rastî nîşan da ango mirinê. Peyameke vê mirinê hebû. Razîbûn tunebe jî pergal li ser lingan e.
Efsaneya derza di navbera gel û desthilatdariyê de
Di lîteratora siyasî de her dem behsa behsa “derza di navbera gel û desthilatdariyê” de an jî veqetînê tê kirin lê di vê rejîma bîrdozî, mafyatîk û ya ku xwe disperse ranta petrolê de, ev têgeh ji analîtîkbûnê zêdetir xeletiyeke analîtîk e lê ev derz, di rewşên ku desthilatdarî herî kêm ji aliyê pergalî ve bi gel ve girêdayî be watedar e. Di komara îslamê ya Îranê de dahatên petrolê, rantên herêmî, aboriya leşkerî û aboriya ewlehiyê û têkiliyên ku bi torên navneteweyî hatiye avakirin, rejîm ji bacê û razîbûna raya giştî muaf girtiye. “hilbijartin”, “komkujî”, “temsîlyet” tenê peywireke bingehîn dibînin; ji bo birêvebirina raya giştî ya navxweyî û berevajîkirina têgihîştina navneteweyî tê kirin. Demokrasî li vê derê nirxek nîn e, rûpoşek e.
Ji ber wê tişta ku weke “derz” tê binavkirin, di rastiyê de berdewamiya têkiliya destpêkê ye. Desthilatdariyek ku tu carî gel nas nekiriye, ji bêîtaetiya gel şaşewaz namîne; tenê hewl dide kontrol bike. Şaşewaziya li dijî şîdetê, encama pejirandina vê efsaneya derzê ye.
Komkujiyên ku di meha Kanûnê de dest pê kirin
Her çendî komkujiyên di meha Kanûna 2025’an de dest pê kirin matmayî xuya bikin jî ev yek ne ji ber şîdeta wan e, ji ber jibîrkirina dîroka vê rejîmê ye. Ji salên 1960’an ve heta van serhildanên dawî, komara îslamê ya Îranê, gelek caran dîtiye ku dema rastî gefa li kolanan tê tu sînor ji şîdetê re namîne lê vê carê tişta cuda, helwesta desthilatdariyê ya piştî komkujiyê ye. Konvoyên motosikletên hêzên zextê, bi korne, çepik û xwepêşandanên zaferê ji Tehranê, heta Reşdê, ji Îsfahanê heta Kirmaşanê û li bajarên din ên ku bi zextê hatine çewisandin ne tenê komkujî, weke rîtuelek li dar dixe. Ev çavtirsandin rîtuelek e.
Rîtuela mirinê: Peyama dualî ya hêzê
Konvoya bi motosiklet a bi çek, bi korne û fîkandinê derbas dibû, tenê nîşandana hêzê nebû; rîtuela mirinê ye. Li bajaranên ku hê jî bêhna xwîn û şînê ji wan tê, vê tevgerê îlankirina serdestiya mirinê ya li ser jiyanê ye. Rejîma mafyayê ya şiî ya totalîter bi van konvoyan vê peyamê dide civakê:
Şîna we nayê naskirin, mirina hezkiriyên we trajetiyek nîn e, desthilatdarî sermayeya me ye.
Hêzên xwe fêr dikin ku şîdetê veneşêrin, pîroz bikin.
Bi vê yekê şîdet, ji amûrbûnê derdikeve, digihîje asta azweriya pergalê. Van konvoyan nîşan didin ku desthilatdarî êdî nikare ne ji dil be jî xwe exlaqî nîşan bide; kolanan bi mirinê dadigre, pê dikene û bi korneyan îlan dike. Ev çalakî, êrîşeke sembolîk e li ser hebûna civakê. Ev yek, biçûkxistina şînê ye, binpêkirina êşê ye û welatiyan neçarî temaşekirina serkeftina kujeran dikin. Di vê mantiqê de konvoya mirinê ne jiserxweçûn e; ji bo desthilatdariyeke ku meşrûyeta wê tune ye neçariyek e.
Xetera pêşeroj hêrs û faşîzma nû
Xwepêşandana serkeftina piştî komkujiyan, dibe ku ji bo demek kurt pêşî bide rawestandin lê bi demdirêjî nabe. Ev xwepêşandan hêrsê kêm nake, mezin dike. Nefret vediguhere hesta serdest û qada siyasetê dikeve asta pevçûnên tazî. Li ser vê bingehê vê xetera dualî derdikev holê:
Desthilatdarî ji aliyekî ve ber bi cihê ku faşîzma desthilatdariyê, netewperestiya olî, mîlîtarîzm, tasfiyeya fizîkî dibin yek ve diçe ji aliyekî ve jî beşek ji muxalefeta rastgir jî bi zimanê desthilatarî û pergala tund, heman mantiqê li aliyê din ji nû ve hildiberîne.
Ger ev çirx neyê şikandin, encam ne azadî be dê tenê awayên zextê biguherin. Komkujiyên di dawiya îsal de ne tenê bûyer in, wêneyek ku îhtîmala pêşerojê nîşan didin e. Siyaset her dem vediguhere şer û civak di navbera du awayên şîdetê de asê dimîne.
Famkirina van kêliyan, cesareteke teorîk dixwazin. Cesareta ku mirov bibîne rejîma îstîsnaî bi komkujiyan hilnaweşe, dijberî wê xwe ji nû ve heyî dike, heta ku mantiqa lîstikê ji kokê ve neguhere.