Li Iraqê 2’yemîn Forma Karûbarên jinan hate lidarxistin
Komîteya Karûbarên Jinan, di bin sernavê "Endezyariya Hişmendiya Civakî: Berpirsyariya Zanîngehan, Medyayê û Civaka Sivîl a ji bo Hevgirtina li ser Pirsgirêkên Jinan” de duyemîn Foruma xwe ya salane ya Karûbarên Jinan li dar xist.
Iraq- Komîteya Karûbarên Jinan, bi hevkariya Tîma Jinan a Neteweyî û Ajansa Medyayê ya Inanna, li Fakulteya Zanistê bi sernavê "Endezyariya Hişmendiya Civakî: Berpirsiyariya Zanîngehan, Medyayê û Civaka Sivîl a ji bo Hevgirtina li ser Pirsgirêkên Jinan” 2’yemîn Foruma Karûbarên Jinan a salane li dar xist.
Forum ji rêze rûniştinan pêk dihat û rûniştina yekemîn bi sernavê "Rola Zanîngehan a di Avakirina Hişmendiya Zanînî ya Jinan de” ji aliyê Seroka Rêxistina Alîkariya Mirovî Dr. Zeyna Al-Qara Ghulî ve hate pêşkêşkirin.
‘Avakirina hişmendiya Zanînî ya jinê bingeha pêşveçûna civakî ye’
Dr. Zeyna Al-Qara Ghulî, destnîşan kir ku endezyariya hişmendiya civakî ne luks e, ji bo zêdekirina hişmendiya giştî ya civakê pêdiviyek e û diyar kir ku zanîngeh ne tenê dîplomayan didin, kesayetî û hişmendiya civakî ya xwendekaran jî şêwe dikin.
Dr. Zeyna Al-Qara Ghulî, wiha got: “Divê zanîngeh hawîrdorek peyda bikin ku piştgiriyê bide kesayetî û hişmendiya civakî ya xwendekaran. Hişmendiya zanistî ya jinê, ne tenê serkeftina akademîk e, analîz, ramana rexnegir, şiyana hilbijartinên agahdar û têgihîştina maf û berpirsiyariyan jî vedihewîne.”
Bi rêya medyayê şikandina qalîbên têkildarî jinan
Di rûniştina duyemîn de "Berpirsiyariya Medyayê ya di Afirandina Îmajek Erênî ya Jinê de" hate nîqaşkirin. Rêvebera Weşana Kovara Yekemîn a Xanim Cîhan Al-Taî, balkişand ser rola medyayê ya di şikandina qalîban de û diyar kir ku bi rêya kovarê destkeftî û beşdariyên jinên Iraqî ya di civakê de eşkere dikin.
Pirsgirêka Jinê: Rola yekgirtî ya zanîngehê, medya û civaka Sivîl
Di rûniştina sêyemîn de, hevkariya di navbera zanîngehan, medyayê û civaka sivîl de hate nîqaşkirin. Rêvebera Giştî ya Al-Mada Dr. Ghada Al-Amelî, destnîşan kir ku hişmendiya civakî bi rêya zanîn, gotar û pratîkan tê avakirin û pirsgirêka jinan ne tenê daxwazek ji bo mafan e, pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku bi pêşkeftina civakî û kalîteya jiyanê ve girêdayî ye.
Dr. Ghada Al-Amelî, wiha axivî: “Li gorî raporên UNESCO û Banka Cîhanî, gelek zanîngehên Iraqî û Erebî pirsgirêka jinan di bingeha bernameya xwe de nagrin û ev yek jî dibe sedema rêjeyên kêm (ji sedî 20) a ji mezûn û lêkolîneran ku girîng dibînin. Pêdivî bi berpirsiyariyek teşwîqkirina lêkolîner û xwendekarên lîsansê, ji bo nêzîkbûna van pirsgirêkan bi perspektîfek nûjen heye. Her çend civaka sivîl aktorê herî nêzîk be jî, bandora demdirêj a bi qasî ji sedî 40 ji projeyên hêzdarkirina jinan nayê pîvandin.”
Jin di pêvajoya biryargirtinê de aktorên hevbeş in
Di rûniştina çaremîn de, Dr. Sabah Al-Tamîmî destnîşan kir ku hişmendî ji kesayetê dest pê dike û diyar kir ku pirsgirêka jinan divê bi demên qeyranê ve sînordar nebe û got: “Divê medya û zanîngeh di pêvajoyên biryargirtinê yên civakî de jinan bi peyamên rastîn bigrin û divê jin di malbat, dibistan, zanîngeh û saziyên dewletê de xwedî mafên xwe bin.”
Bihêzkirina Dîjîtal: Ji bo jinan deriyê pêşerojê
Çalakî, bi pêşniyarên Alaa Al-Mousawî û Rêvebera Giştî ya Ajansa Medyayê ya Inanna bi dawî bû. Hate pêşniyarkirin ku di navbera zanîngeh, medyayê û civaka sivîl de hevgirtin bê xurtkirin, jinên Iraqî mînak bê girtin, klîşeyên şaş ên li ser jinan bê guhertin, bi rêya hêzdarkirina dîjîtal û teknolojîk jêhatiyên wan bê başkirin û adapteyê bazara kar a nûjen bibin.