Di hilbijartinên Mexrîbê de wekheviya zayendî bi ‘Barometra Pabendbûnê’ tê şopandin
Komên mafên jinan li Mexrîbê bi ‘Barometera Pabendbûnê’ re nêrîn û sozên partiyên siyasî yên ji bo wekheviya zayendî, mafên aborî û reformên yasayî radigihînin û mekanîzmayeke çavdêriyê li dijî cudakariyê datînin holê.
HENAN HERÊT
Mexrîb – Bi nêzîkbûna hilbijartinên meclîsê yên ku dihat plankirin ku 23’ê Îlonê bê kirin, Federasyona Komeleyên Mafên Jinan û Navenda Medya û Çavdêriya Jinan a Mexrîbê li Rabatê ji bo rapora bi sernavê ‘Barometera Pabendbûnên Partiyên Siyasî ji bo Wekheviya Zayendî’ pêşkêş bikin, civînek çapemeniyê li dar xistin.
Barometreya mijara gotinê; Bernameyên Yekîtiya Neteweyî ya Serbixweyan (RNI), Partiya Orjînal û Modernîteyê (PAM), Partiya Serxwebûnê, Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gel (USFP), Partiya Pêşverû û Sosyalîzmê (PPS), Tevgera Gel (MP), Partiya Dad û Pêşketinê (PJD), Tifaqa Çep û Yekîtiya Destûra Bingehîn (UC) digre nava xwe.
Federasyon û Navendê diyar kirin ku barometre puanan nade partiyan û wan rêz nake; li şûna wê, ew di siya pabendbûnên partiyan bi mafên destûrî û polîtîkayên giştî yên heyî, li gorî veguherînên aborî, civakî, avhewayî û teknolojîk ên ku Mexrîb pê re rû bi rû ye, berawird dike.
‘Divê guherîn di felsefeya bingehîn a Yasaya Malbatê de bê kirin’
Seroka Federasyona Komeleyên Mafên Jinan, Samîra Mouhya, diyar kir ku barometre ji derveyî hewldanên Federasyonê ji bo bicihkirina wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî cûdakarî, tundiyê, xwe dispêre çarçoveya ku ji hêla Modela Pêşveçûna Nû ve hatî peyda kirin.
Samîra Mouhya da zanîn ku analîzek li ser bernameyên partiyên siyasî yên derbarê Yasaya Malbatê de cûdahîyên girîng di nêzîkatiyên wan de eşkere kir û got: “Her sê partî jî ji bo Yasayek Malbatê ya li ser bingeha mafên jinan ku li gorî Destûra Bingehîn a Mexrîbê û peymanên navneteweyî be, di parêzin. Ev rêbaz, her çend mijarên wek mîras, nefeqe, xizmtî, xizmetên lênêrînê, nirxa keda navmalî û welayeta hevbeş çareser bikin jî, divê guhertinek di felsefeya bingehîn a Yasaya Malbatê û rakirina bendên cûdakar de jî bixwazin. Berovajî vê, hin alî nêzîkatiyek ‘parçekirî’ ji bo van mijaran digirin dest. Balê didin ser hin mijaran û yên din paşguh dikin. Ev sekn ji pêşkêşkirina vîzyonek berfireh ji bo reformkirina Yasaya Malbatê dûre.”
Samîra Mouhya derbarê Partiya Edalet û Geşepêdanê (PJD) û Partiya Îstiqlalê de di vê mijarê de wan wek ‘muhafezekartir’ bi nav kir û xwe sipart tesbîtên xwe yên derbarê bernameyan de bal kişand ser israra wan a li ser referansên olî û sabîtên neteweyî yên diyarkirî û ev tişt got: “Pirsgirêk ne tenê li ser sererastkirina bendên taybet e, ew vîzyonek holîstîk a Yasaya Malbatê ji bo veguherînên ku di civaka Mexrîbê de diqewimin û her wiha bi Destûra Bingehîn û erkên navneteweyî yên welêt re lihevhatî be pêwîst dike.”
Pêşeroja jinan di qada kar de
Barometer her wiha beşdariya jinan di jiyana aborî de bi ji nû ve nirxandina armanca ‘zêdekirina rêjeya beşdariya jinan di hêza kar ji sedî 45 heta sala 2035’an’ digre dest, di vî warî de wek pîvanek neteweyî kar dike.
Rapor destnîşan dike ku hin partiyên siyasî ji bo çalakiyên aborî yên jinan armancên hejmarî yên taybet danîne: Partiya Resenî û Modernîteyê (PAM) armanc dike ku heta sala 2031’an rêjeya beşdaran ji sedî 21,2 be; Partiya Pêşketin û Sosyalîzmê (PPS) armanc dike ku rêjeya beşdaran ji sedî 25 be û Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gel (USFP) armanc dike ku rêjeya beşdaran ji sedî 30’î zêdetir be. Berovajî vê, di belgeyên ku ji bo komên din ên siyasî hatine lêkolînkirin de armancên hejmarî yên berawirdî nehatine bicihkirin.
Barometre ji şopandina armancên hejmarî wêdetir diçe; ew her wiha tevgerîn û xizmetên li deverên gundewarî û her wiha mekanîzmayên pêşniyarkirî yên wekî navendên lênêrîna zarokan, aboriya lênêrînê, ji nû ve tevlîbûna hêza kar, mûçeyên wekhev, karsaziya jinan, fînansekirin û kirîna giştî lêkolîn dike.
‘Pirsgirêk ne tenê parastina karên heyî ye’
Li gorî Samîra Mouhya guhertinên aborî û teknolojîk pirsên derbarê pêşiya partiyên siyasî, bi taybet derbarê pêşeroja jinan di bazara kar de derdixe holê.
Divê derbarê de Samîra Mouhya di bernameyên hilbijartinê de çawa pirsgirêkên kar û pîşeyî yên ku ji ber hişê çêkirî, guherîna avhewayê û pêşbaziya navneteweyî di xetereya veguherîn an windabûnê de ne bên çareserkirin, lêpirsîn kir û bal kişand ser qadên ku rêjeyên karmendîya jinan ên bilind hene, wekî çandinî, navendên bangê û qada xizmetê.
Samîra Mouhya wiha got: “Pirsgirêk ne tenê parastina karên heyî ye; her wiha girîng e ku mekanîzmayên ji bo baştirkirina jêhatîyên jinên ku dibe ku ji van veguherînan bandor bibin û ji bo dabînkirina derfetên ji nû ve perwerdehiya pîşeyî ji wan re hebin.”
Partiyên siyasî dê çawa bersiva tundiya dîjîtal bidin?
Barometre balê dikişîne ser di qada giştî de tundiya li dijî jinan, tevî tundiya siyasî, hilbijartinê û dîjîtal, astengiyek ji bo beşdarbûna wan a siyasî ye. Samîra Mouhya diyar kir ku Federasyon ji pirsgirêkên têkildarî tundiya siyasî û dîjîtal baş haydar e û wiha got: “Pirsa rast ev e ku partiyên siyasî dê çawa bersivê bidin vê diyardeyê, bi taybet di demên hilbijartinê de ku jin her ku diçe zêdetir dibin hedef. Têkoşîna li dijî tundiyê divê ne tenê bi şermezarkirinê ve sînordar be; li şûna wê, divê ew bi pîvanên çareserkirina bûna hedef û bi mekanîzmayên parastin û piştgiriyê ku dihêle jin beşdariya xwe di jiyana giştî de bidomînin ve bê girêdan.”
Ev nêzîkatî, li gorî perspektîfa barometrê ya li ser tundiya dijî jinan e ku pêşîlêgirtin, ragihandin, parastin, edalet, xanîkirin û piştgiriya psîkososyal û her wiha serxwebûna aborî digre nava xwe.
Rewşa rast a jinan di pêşbirka siyasî de
Di derbarê beşdariya siyasî de, ev barometre nirxandina xwe ya wekheviya zayendî tenê bi hejmara namzetên jin ve sînordar nake; li şûna wê, rewşa jinan di pêşbirka hilbijartinê de û asta hebûna şert û mercên rast ên ji bo beşdarbûnê lêpirsîn dike.
Li gorî daneyan, hejmara giştî ya namzetên jin li seranserê welêt gihîştiye 2 hezar û 658’an, di nav wan de 875 li navçeyên hilbijartinê yên herêmî hene û jin di 121 lîsteyên hilbijartinên herêmî de pêşeng in.
Belge pêşniyar dike ku şîrovekirina van hejmaran hewce dike ku pirsên din ên derbarê mijarên wek serketina muhtemel a kursiyan, pîvanên namzediyê, fînansekirin, perwerde, mekanîzmayên gilîkirinê û parastina namzetên jin li dijî cûrbecûr cûreyên tundiyê bên çareserkirin.
Nirxandina barometreyê ji naveroka sozan wêdetir diçe û pêvajoya bicîhanîna sozên hatine diyarkirin digre dest. Ji bo her sozê, saziya berpirsiyar, çavkaniyên hatine veqetandin, demên diyarkirî, nîşander, encamên weşandî û mekanîzmayên nirxandinê têne lêkolînkirin.
Samîra Mouhya valahiya di navbera soz û pêkanînê de wekî mijareke krîtîk ku hewceyê bi baldariyê ye dibîne û bi taybet balê dikişîne ser ‘paşveçûn’ di pêkanîna sozên hikûmetê de, bi taybet di warên aborî û civakî de hatiye jiyîn.
Platforemek ji bo çavdêriyê bê avakirin
Seroka federasyonê vê pirsgirêkê bi pêwîstiya îradeyeke siyasî ve girêdide ku dê piştrast bike ku sozên derbarê jinan de ji sozên hilbijartinê ber bi polîtîkayên giştî yên berbiçav ve diçin. Di vê çarçoveyê de, barometre şeş pirsên bingehîn derdixe holê: Pêvajoya zêdekirina beşdariya aborî ya jinan dê çawa bi guhertinên aborî yên di navbera 2026 û 2031’an de li hev bê? Karkerên jin ên bêparastin ên ku rastî bandorên guherîna avhewayê, pêşbaziyê û hişê çêkirî tên dê çawa ji nû ve bên perwerdekirin? Rêyeke berfireh ji bo revîna ji tundiyê dê çawa bê peyda kirin? Tenduristiya derûnî û civakî ya jinan dê çawa di nav xizmetên tenduristiyê de bê entegre kirin? Wekheviya zayendî dê çawa di kampanyayên hilbijartinê û mekanîzmayên biryardanê de bê pîvandin? Û veguherîna ji sozên hilbijartinê ber bi encamên giştî yên berbiçav ên pîvanbar û nirxandinî dê çawa pêk bê?
Federasyon û Navenda Medya û Çavdêriyê ya Jinên Mexrîbê tekez dikin ku armanca vê barometreyê ew e ku nîqaşên giştî dewlemend bike û partiyên siyasî ji sozên xwe berpirsyar bigire, di heman demê de platformek ji bo civaka sivîl da ku piştî hilbijartinan çavdêriya rêjeya veguherandina van sozan ji bo Yasa, polîtîka û bernameyan bike peyda bike.