Li Sûdanê girtina nexweşxaneya "Al-Tadamon" jiyana jinên ducanî dixe xetereyê

Li bajarê Ed Daeinê ji ber nakokiyên îdarî û hewldanên kontrolkirinê, nexweşxaneya yekane ya pispor a zayînê û emeliyatên sezeryanê hate girtin. Ev yek rewşa tenduristiyê ya bi sedan jinên ducanî dixe metirsiyeke mezin de û malbatan neçarî rêyên biha dike

Sûdan – Li bajarê Ed Daein ê li eyaleta Darfûra Rojhilat, bi sedan jinên ducanî rûbirûyê rewşeke ku jiyana wan dixe xeteriyê de ne; ev yek piştî girtina tam a nexweşxaneya Al-Tadamon a Jinan û zayînê pêk hat, ev nexweşxane di eyaletê de tekane saziya pispor e di warê emeliyatên sezeryan û zayînên aloz de.

Li gorî gotina niştecihên herêmê, malbatekê ku jineke di rewşa zayînê de ji bo emeliyateke lezgîn a sezeryan anîbû nexweşxaneyê, piştî dîtina deriyên girtî, neçar ma ku vegere û li rêyên din ên biha bigere.

Sedema girtinê nakokiyeke îdarî ya ku her diçe girantir dibe û têkildarî girêdana nexweşxaneyê ye; nexweşxane li rojhilatê bazara sereke ya Ed Daeinê ye û bi fînansekirina tam a Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) kar dike.

Ji ber nakokiyan nexweşxane deriyên xwe girtin

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) daxwaz kirin ku nexweşxane bibe saziyeke bijîşkî ya leşkerî di bin kontrola wan de, lê Wezareta Tenduristiyê israr kir ku ew wek saziyeke sivîl a taybet bi xizmetên zayînê û lênêrîna dayikan bimîne; ev nakokî bû sedema girtina nexweşxaneyê.

Karmendên bijîşkî yên nexweşxaneyê rojane li gel 10 heta 12 rewşên zayînê yên aloz mijûl dibûn, ku piraniya wan rewşên krîtîk bûn û ji heşt navçeyên eyaletê û eyaletên cîran dihatin anîn.

'Girtina nexweşxaneyê rewşa tendrustî aloztir dike'

Karmendan hişyarî da ku berdewambûna girtina nexweşxaneyê dê êş û azarên dayik û pitikên nûbûyî zêdetir bike, ji ber ku ev yekane nexweşxane ye ku xwediyê odeyeke emeliyatê ya 24-saetî ye, xizmet û dermanan bi awayekî belaş pêşkêş dike. Lêçûna emeliyata sezeryanê li nexweşxaneyên taybet digihîje milyonek lîreyên Sûdanî.

Heya niha, ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Darfura Rojhilat an jî serkirdetiya RSF'ê ve derbarê vê krîzê û encamên wê yên muhtemel de nehatiye dayîn.